Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Dengvedana nivîseke bi kurdî û mesela eşîrîyê

Dengvedana nivîseke bi kurdî û mesela eşîrîyê

Di 11’ê hezîrana2021’ê de li ser malpera “yuksekovahaber” nivîsek bi ser nava Dawetên Hekarya Rengîn û “erik dalı gevrektir” me der barê teqalîdên dawetan de nivîsî.

Gelek nas û dostan, bi rêyên cuda xwe gihand min û der barê vê nivîsê de dîtinên xwe bi min re parve kirin. Bi taybetî destxweşiya min kirin, kêfxweşiya xwe bi derkirina vê kulê anîn ziman û gotin, te ya ber dilê me anî ziman.

Pê re çendek neçû, li ser meydayê nûçe belav bûn ku hin eşîran tevdîrên dawetan revîze kirine. Belkî bi temamî tesadif be wê nizanim, lê dîsa jî cihê kêfxweşiyê ye ku ev banga me bi awayekî neyekser be jî çûbe gihîştibe cihekî.

Li gorî nûçeya 25’ê Îlona 2021’ê li ser hin malper û hesabên medyaya civakî, rihsîyên eşîra Pinyaniş û Oremarê kom bûne û der barê teqalîdên dawetan de hin biryar girtine. Pê re pê re li gorî nûçeyên 27’ê Kewçêra 2021’ê di medyayê de belav bûn vê carê rihspîyên eşîra Jîrkî lêk kom bûne û wan jî dab û nêrîtên dawetan revîze kirine û hin biryar girtine.

Bêguman van biryaran barê dawetan li ser pişta şêniyên destteng siviktir kir û cihê kêfxweşiyê ye –her çend biryar kêm bin û tiştên wan ên cihê nîqaşê hebin jî- êdî dawet ji bo feqîr û hejaran wekî berê nabe kulfeteke giran..

Nizanim çiqas hayê wan ji vê nivîsa min heye an tune ye, dîsan jî ez ji dil vê biryara Jîrkî, Pinyanişî û Oremarîyan ji dil û can pîroz dikim û hêvîdar im ev pêşniyaz biryarên qenc û barê civakê siviktir dikin, di navbera miletê me de kêfxweşiyê çêdikin, zêdetir, pêdagîrtir, berbelavtir û zêdetir bibin.  

Mesela eşîrîyê

Wekî tê zanîn, civaka me civakeke xudan çend çîn û taq e; çend tebeqeyên wê hene. Em civakeke eşaîrî ne. Şiûra miletgerîyê di civaka me de lawaz e şûna wê, şênî bêhtir xwe bi nasnameya xwe ya eşîrî îfade dikin.

Li gorî hin jêderkên dîrokî, civaka Kurd serê pêşîn ji du baskan belav bûne; ev jî baskên Zilî û Milî ne. Hemû konfederasyonên eşîran ji van herdu baskan peyda bûne. Li gorî çavkaniyan, eşîrên çiyayî nexasim Zagrosî ku dibin nevîçirçirkên Gutî û Lulubîyan, bi navê baskê Zalî, yanî Zilî hatine naskirin; heçî eşîrên deştî ne jî ji wan re baskê Milî yanî eşîrên Mîtanî/Hurî hatiye gotin. Hemû eşîrên dîtir şax û takên van êlên sereta ne.

Helbet ev tenê nêrînek e û gelek nêrînên dîtir jî di vê mijarê de hene ku niha hewce nake behsa wan bikim.

Min divê vê jî bînim bîra me, ku ji bo “Sumeran” jî hin etîmîlog û zimannas dibêjin; tê wateya “sî mer”, mer reh û radera gotina “mirov/meriv” e û hê jî gelek Kurd, bi taybetî Şengalî ji bo mirov “mer” bi kar tînin. Yanî ji “sî merivan” pêk hatiye, hin jî dibêjin sî babikan xwe daye ber milên hev û pê re pê re mezin bûne.. Axir mesela me ne ev e..

Ev kurte bibîrxistin ji bo hindê bû ku ez mebesta xwe bibêjim.

Ji bo em bibin millet û şiûra me ya “millî” peyda bûbe, ez wisa difikirim ku ev nasnameya me ya eşîrî dikare bo me bibe pêpelingek, şûna em eşîriyê ji binî ve înkar bikin çêtir e em wê revîze bikin.

Eşîrî, divê ne wesfê bilindbûn an jî nizimbûna me be, berevajiyê eşîra me tenê rengê me ye ku em xwe pê didin nasîn; gelek caran ji bo şîn û şahî, mesilhetên civakî bi rêya girêdana eşîriyê em dikarin destê alîkariyê bidin hev.

Eşîrî heke bi formeke kulturî ya xêrxwazî û qencîkariyê mînanî xwe rêkxistina kooperatîvî bêt parastin û di bin banê nasnameya giştî ya “millî” de bê geşkirin, ez bawer im, ji bo mesilheta navxwe ya civakê dê gelekî mifayê wê hebe..

De baş e, hewe emanet qencî!..       

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Omer Dilsoz Arşivi