DE HERE LO!
Piştî ku Osman Baydemîr got ‘de here lo!’ her wekî pê li dûvê çapemeniya tirkan a dîtbarî û nivîskî hatibe kirin, hemûyan bi hev re bi deh gezan devê xwe beş kir û her wekî qet tiştekî wisa nebihîstibin û peyveke nû li ‘jargona siyaseta Tirkiyeyê zêde bibe’ wisa dest bi nûçebarana ‘magazîne û manîpûlekirinê’ kirin.
Li Tirkiyeyê çeka herî xurt a dewletê ‘medya’ ye û hişê civakê li gorî eyara medyayê tê xebitandin. Hêz û şiyana medyaya manîpûlekar bi ser her tiştî re ye. Ango, li vî welatî girara siyasetê li kulîn û aşxaneya medyayê tête kelandin û belavkirin.
Em bi hev re kurteanalîzeka van çend rojên dawiyê bikin:
Nîva şevê Receb Tayip Erdogan berê xwe da Şamê. Li ber deriyê Bulent Arinç du ‘kormişkên xwedan apolet’ hatin girtin. Berê spêdeyekê bi hevdemî li 11 bajaran operasyonek li dijî şaredar û kevneşaredar û DTPa daxistî BDPa nû û KCDê pêk hatin. 80 kes hatin girtin.
Gelo ev hemû çi bû? Çi tevn tête raçandin?
Em dîsa vegerin serî; Erdogan çima ji nişkê ve çû Şamê? Ji ber ku li Iraqê nexasim li herêma Kurdistanê destvala vegeriyabû û hewara xwe bire nik Bişarê Esad. Xuya ye, li ser tepeserkirina kurdan axivîne û planên pirhêlî gerandine.
Bulent Arincê ku wekî kela nîskê car kel dibe û car sar dibe, di axaftineke xwe de ‘dijûn’ li Emîne Aynayê kirin, ji bo ku vê rûreşiya xwe binixêve di heman êvarê de hate ragihandin ku du serbaz li ber deriyê mala wî hatine girtin ku ji ser yekî ji wan nexşeriya plana kuştina wî hatiye girtin û wî jî xwestiye vê nexşeyê bicû. Bi vî awayî îmaja Arinc hatiye ‘spî’kirin.
Dotira rojê ku roja hevdîtina serkanê giştî Başbug û Erdogan û Gul bû, berê spêdê operasyona navborî hate kirin. Ev operasyona tepeserkirina BDPê, di heman demê de ‘jestek’ bû ji bo ku navbera Hikûmet û Eskeriyê ‘xweş’ bibe. Çimkî Erdogan baş dizanî ku Başbug dê jê bixwesta ku bi ser bûyera Arinç de neçe û guhê wî bikêşe da ku ew bes ‘harekata a-sîmetrîk a psîkolojîk’ li hemberî wan bimeşîne. Erdogan jî berî ku guhê wî bê kişandin dê di destî de li ser destexanê ‘operasyona KCKê’ ve biçûya hevdîtinê û dê ji Başbug re bigota, ‘Nexêr em bi ser we de naçin, kî li dijî qanûnan be em bi ser wan de diçin, aha va ye me toz ji şaredarên DTPî rakir.’
Ango, nihêrtina Hikûmet û Dewletê ya ji bo BDPê, wekî nihêrtina pişîkan a li mişkan e. Kengî tengav bibe, tola xwe ji ‘mişkê ber destê xwe’ vedike.
Piştî ev çend helkeftan Osman Baydemîr xwe negirt û ji wan re got, “De herin lo!”
Bi qewlê wan, “Haa sîktir lan!”
Ez vê peyvê ji bo devê kesekî wekî Osman Baydemîr ‘maqûl’ nabînim. Osman, mecbûr e bi jargoneke maqûltir biaxive, çimkî, wê demê nexwe dê çi ferqa wî ji Bahçelî-Baykal nemîne. (Ev jî dîtina min e)
Serkêşiyê hunerek bo pê divê, ew mecbûr e, hestên xwe zincîr bike û bi lîteratûreke maqûl biaxive. Nexwe ev gotinên wisa tenê dê ji medyayê re bibin mijara magazînê û bi vî rengî ‘rastiya meseleyê’ jî bi awayekî tê manîpûlekirin ku jixwe daxwaza wan jî ev e.
Di destpêkê de ez bi dilekî xemgîn şîroveya xwe dinivîsînim.
Yanıtla (0) (0)Heval Omer tu çi di kî? tu çi dibiJî? ma tu ne li welatê tirkan dijî?
wekîdin tu nivîskarekî Kurd î berpirsyariya te ne ev e. Ger tu xwe hişiyar bikî, ma em di kîjan pêvajoyê de ne? Ev 86 şeş sale dewleta tirk xebera dibêje nasname, ziman, çand, nirx, rêveber û pêşengên me, me her dem dest bi merîfet û ciwamêriya xwe berneda ye, lê heya kengî? ma edî bes nîn e. kêr gihişte hestî...
Tu hinekê li ser xwe ve were û sîyasetmedarên tirkan ên rûreş û durû rexne bike. Hêvîdarim heval Omer tu wê ji niha û şûn de nivîsên xwe bi rêk û pêk, bi awayekî hesas nêz bibî...
silav.
sizin bu yazılarınızı kürtçe yazmanızı büyük bir saygıyla karşılıyorum kaldı ki edebiyat dili olarak politik nedenlerden dolayı gelişemeyen dilde böyle yazılar yazılması bir arap kökenli olarak beni mutlu eder ancak sizinne yazdığınızı da öğrenmek isterim açıkçası.. Diyeceksiniz ki siz de kürtçe öğrenin ewet yuksekovada kurdi dere başvurdum ama ileri düzeyde kurs veriyoruz dediler bu kadar duygusal ve de güzel olarak yazıldığını tahmin ettiğim bu yazıyı kürtçe bilmeyenleri mahrum bırakmaya hakkınız war mı eğer diyorsanız ki hayır o zaman alternatif üretin sevgiler bve saygılar
Yanıtla (0) (0)Bi rastî jî heval Omer kesek kuncenivîskarek wek te divê ev şoreve bi wî awayî negiriban.
Yanıtla (0) (0)ji ber ku êrîşên li ser xaka bindest her wiha li ser wina kurdan li ser serok û rêveberên neteweyekî tên kirin qey tu nabînî ??? !!!! (li min bibore) Mixabin ku hê jî ew pergala pêşaftinê bandorî li ser te heye ku tu ew qas nerm û bêwêrek nizî pêvajoyê dibi.Heval diwê ji wê saetê şunde tu akılmend an jî nivîskar an jî rewşenbîr qala kesek wek BİRÊZ BAYDEMÎR neke,Baydemir tê zanîn ku kesek çi qas akilmend, zana û peyvê xwe hilbajtiyê dibej e.Divê her kesek piştgiryê bide kesên wek BAYDEMÎRî..
SILAV Û REXNE
Kekê Welat, ruha min...
Yanıtla (0) (0)Ez te baş fêm dikim, tiştên te behsa wan kir jixwe em giş pê dizanin û dibe ku rojê çend caran bêne serê me bi xwe jî...
Lê, derdê min uslûba Osman û yê dîtir nîn e, ez bi vê yekê diêşim. Çimkî, gava te malzema da destê medyaya tirkan û te rastiya meseleya kurdî ber çavan da berzekirin, wê demê neheqî li me bi xwe dibe.
Dijûn, sixêf, çêr, xeber karê neheqan in. Di psîkolojiyê de jî eve wisa ye. Yê ku heq be û bo heqiyê doza heqên xwe bike, DOZA XWE bi gotinên nehêjayî wî 'KIRÊT' nake.
Yên têdikoşin, PAQIJ IN....
Ferqa me û wan jî ev e. Ew Smilasyonê dikin, yanî hez dikin em jî bişibîne wan, em jî bi JARGONA wan biaxivin...
Ji ber hindê min got, DIVÊT serkêş û pêşengêt me HIŞYAR BIN; ne Omer Dılsoz...silav