Çek bêdeng bûn

PKK’ê çek bêdeng kirin. Bêdengî di siyaseta Tirkiyeyê de serdest bû. Her kes li bendê ye ku dê “vê carê” tiştên “xweş” bên. Çu kes naxwaze “hêvî” vê carê jî, di bin lûleya tivingan de bêne fetisandin.

Li gorî “bîlonçayên” her du aliyan jî, ji 1’ê hezîranê heta 13’ê tebaxê, bi dehan “ciwanên di bihara emrê xwe de” binax bûn. Şewitandina dar û daristan, kavilkirina war û suriştê, mirarkirina bi sedan sewalên kovî jî, bi serê xwe bû barê ser baran di vê qonaxê de...

Di vê pêla şerê 74 rojan de, belkî 174 can gorî axê bûn...

Me hemûyan dît ku dema lûleya tivengan baxive, ziman bigirê tên, peyv tên zindanîkirin, rik û rikeberî li hespê xwe siwar dibe û dakeve meydanan, bajar dibin pişta devê kêrê, birbiranê, dubendî, kîn, nefret, dijminî, tol û tolhildan, şikandin, talan û çavşorî li her derê dibe serdest û pêla tirsê jiyanê difetisîne.

Niha çek bêdeng bûne, duhî, pêr û îro, ji Balafirgeha Amedê F-16 ranebûn, (sibê nizanim), dewletê “kostera ku du hefte bû xira bûbû” di rojekê de çêkir, welê xuya ye, heke bête xwestin, her tişt pir “hêsan e” belkî jî, tim a “zehmet” bala me dikêşe, belkî jî tim a “dijwar” dibe vebijêrka me, belkî jî, tim tişta ku em dikarin pir bi hêsanî pêk bînin, -ji ber hin kaprîsên xwe- (helbet hin kes miz û kiz û nîvişkê vê aloziyê (rant) dixwin) em emrê vî şerî bi destê xwe “dirêj” dikin.

Aliyê tirk dibêje “hesasiyetên dewletê”, aliyê kurd dibêje “hesasiyetên xelkê” erê lê çima “hesasiyeta her du aliyan a hevbeş” nabe jiyana mirovan?!

Aliyek hê jî wisa bawer dike ku “her türk asker doğar” (her tirk wek leşker tê dinyayê) aliyê din jî wisa bawer dike ku “berxwedan jiyan e.”

Ji bo ev bêdengkirina çekan careke din xirab nebe û pirs û kêşeya kurd, li meydana siyasî bête çareserkirin, berî her tiştî, divê em têgehîştin (algı) û hesasiyetên xwe hinekî biguherin.

Nexwe, wekî bavê leşkerekî digot, dipirsî, “gelo çima tim zarokên me feqîran têne kutin?” em ê heta çend salên vê pirsê ji xwe bikin!

Ma ne her tişt aşkere ye ku di vî şerî de, “çu kes” bi ser nakeve, lê her du alî bi hev re winda dikin.

Erê, em miletek in ku “berxê nêr” ji bo “kêrê” xwedan dikin û em miletek in ku berî pênûsê fêrî bikaranîna “tivengê” dibin.

Lê miletek dikare bi aqlê xwe, bi ilmê xwe hebûna xwe gelek baştir biparêze û ji her alî ve gelekî bi pêşvetir biçe.

Lê naxêr, em xwedan dijmin (ên çêkirî) ne; tirk dibêjin, “Üç kenarımız denizlerler, dört kenarımız düşmanlarla çeviri (iç ve dış mihraklar” em jî rabûne, me gotiye, “Çar hawirên me bi gur û çeqel e, dike zûrezûr”, vî şerî, em çend şibandine hev û têgihîştinên me çawa wisa di heman “hesasiyetê” de gihîştine hev!?

 Belkî jî ji ber vê ye, li vî welatî çend hin demeke kin “bêdeng” dimînin.

Çek bêdeng bûn, lê ji bo careke din deng bi van çekan nekeve, “diviya” bi rastî jî “hin gavên samîmî û jidil” bêne avêtin.

Êdî, her kes di vî warî de “xwedan heman nêrînê” ye.

Jixwe li devera çek ji holê rabûn û “pêdivî” bi sedemên çekê nema, hemû riyên diyalogê vebûn, li wê derê hêvî zêde dibin.

Çek bêdeng bûn,

Îcar dora diyalogê ye, xwedê vî milletî, careke din “hewceyî” bi rakirina çekhilgiriyê neke!

Ev meha Remezanê dikare bibe destpêka aştî û mesilhetê.   

Bi van hêviyan, bixêrhatina meha rojiyê û biryara pîroz a rawestandina xwînê dikim!

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
4 Yorum