Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Bîr û boçûnek çend-alî li ser romana kurdî

Bîr û boçûnek çend-alî li ser romana kurdî

Di çend pirsan de, me nêrînên xwe li ser romana kurdî berhev kirin, niha bêyî ku pirsê destnîşan bikim, dixwazim van nêrînan bi we re parve bikim.

Pirsa li ser “qonaxên romana kurdî” bersivê her di nav pirsê de vedigire. Her qonax, bi serê xwe bi tecrûbe û serhatiya salan, xwedan serborî û ceribandinên kûr û dirêj e. Her qonax, di heman demê de, bi dawîhatin an jî bi sentez, hin gavan jî, wekî antîteza rewta pêşiya xwe hatiye pê. Ango, her qonax di agirê xwe de keliyaye, dûre di xweliya xwe de xewiniye û piştre jî gihîştiye û xwe daye der.

Helbet, em, wek tecrûbe û ezmûn, di vê gerdûna nivîsandinê de, di hemû qonax û pêpelingên vê pramît û derenca wêjeyê, yanî, di vê meydana hiş û jêrhişa kulturî-çandî ya nivîskî de, gelek û gelek dereng mane.

Meydana edebiyata me xirt û xalî maye ji nivîsê, di kîsê me de çi berhev bûye, hema bêje ew du sê dilopên devkî ên zargotinî ne. Helbet, di ber vê bagera guherîn, pêlavêtin û rewtvedana jiyana medeniyet û şaristaniyê de, ji dûr ve dûr ve be jî, “edebiyata me ya devkî” bi tîna wan “izman” hesiyaye û di pêvajo û heyamên kemilîna binhişîna neteweyî û giştî de, ez dibêjim qey binaxe dagirtiye lê pirs ew e ku çu rêzedîwar li ser vê binaxê nehatine danîn/nijinandin/nimandin.

Ez, gel hindê me ku di van meseleyên weha de, li şûna ku mirov tûkê birînê hilxepêre û wê bixurîne, çêtir e, ku mirov guhê xwe bide gotina pêşiyan a ku dibêje, “Tişta çû nede dû”. Ango, heke îro, me, ji ber bêşansiya tarîxa xwe, nikaribe ji xwe edebiyateke nivîskî ya xwedan kevneşopiya bi sedan salan bi dest bixin (ku tunebe) gelo, ma qey em rabin benzînê bi serê xwe dakin û ji qehra xwe bişewitînin. Ma hema em rabin, vê valahiya ku encama bi sedan salan e, û di vir de, çu guneha me nifşê nû nîne, ma qey em, hemû hêviyên xwe binax bikin û ji ber ku tune(bû)ye, qey xwe jî tune bikin?!

Li gorî min, pirsa me ya sereke ev e. Helbet, em ê zû bi zû nikaribin bi xelkê re qayişa edebiyatê bikêşin û rabin “berhemên” xwe, bi yên wan re, li gorî giraniya wan, biwezinin. Ev, ji binî de, xwetunekirin e, xwepûçkirin e, û a herî kambax jî, xwe avêtina nav lepên bêhêviyeke bêdawîn e.

Ji bo wê ye, ez dibêjim; huner, edebiyat, an jî hêza peyvê, şiyana gotinê ji wê derê dest pê dike, gava tu ji (tu)nehiyê bibînî heyiyê...

Pirs, ew e ku çu zeman, ji bo çu tiştî dereng nîn e, hindî ku di wê cuhê de, av-jiyan biherike...

Belkî, em ê nikaribin, dîrokê biqulipînin û hemû qonaxan bi hemda xwe bijîn û tê de tovê edebiyata xwe li zeviya hişê milletê xwe bireşînin, erê, jixwe ev ne mimkûn e jî, lê em dikarin tiştekî bikin... sibe, bo sibê û îro, îroya xwe, li cihê ku edebiyata cîhanê gihîştiyê, ji xwe re çalekê, derzekê, kulekekê vekin û tê re biçin ber bi asoyên ronak ve...

Ango, di nav van çend dez avantajên mezin de, a rastîn em hinekî jî bi avantaj in, ku ew jî, îro, em li ser behr û deryaya nekeşfkirî ya nivîsê ne... xelkê, zeviya xwe çandiye û berê xwe jî hilaniye lê zeviya me beyar e, em dikarin, tovekî wisa lê bireşînin ku li ser (tu)nebûnê, bibin xwedan hebûneke bêhempa...

Ango, mesela me bikaranîna potansiyelê ye, ji bo vê jî divê berî her tiştî em bi wê bihesin...     

Ez dibêjim qey ev mijara cureyên romanê, ji min pirtir a mamosteyên edebiyatê ye. Ez, çu pîvanan destnîşan nakim, ji ber ku, pîvana ku ez ê li ber dilê xwe bikin pîvana “serkeftinê” tenê dê encama qenaeta min a di vî warî de be. An jî, divê ez vegerim nav teknîka vî karî, ji şareza û pisporên edebiyatê yên cîhanê, çend gotin û ‘pîvanan’ neqil bikim, bi ya min, ev şêwe nêzîktêdayîna ku nivîskar, gelek caran bi palpiştan ve dadikeve meydana gotarê, meydana axaftin û analîzê, nêzîktêdayîneke gelekî bixwebawer, jixwepiştrast û xweser nîn e. Ev şêwe nêzîktêdayîn, pirtir karê akademisyenan e, pisporên edebiyatê, jixwe pîvanên hema bêje “giştî” destnîşan kirine.

Lê, ku pirs weha be, “gelo kêfa min, qinyata min bi romaneke çawa tê?” wê demê, ez dikarim, ji we re, behsa hin tiştên ku ji romanekê, tekstekê, çîrokekê, fîlmekê, şanoyekê, fotografekê, dîmeneke zindî, kêfê dide min û di hiş û dilê min de, velerzînên heyecanê tîne pê, darêjim.

Heke di vê xelekê de, em romanê bidin ber tava nimûneyê; ez ê xwe li “kelecanê” bigirim. Ango, mesele, kelecanpêketin e, ma heke, berhem, wekî porteqaleke av jê dotî, sar û bêtehm be, heke zimanê wê wekî guveguva kermêşan li hişê min bilikume, heke karekterên wê, li ber çavên min zindî nebin û ez lê negirim li kolanan, heke ez nebin xemxurê dûvkêşa wê û tê de wekî surfkerekî ber bi şepol û pêlên wê wer nebim; heke, tişt û tiştine ji min, ji bo min, nasê min, tê de tune bin û dinyayek tê de –çi binasim çi nenasim- bi ber çavên min zindî û bi giyan nekeve, wê demê, ev roman, ne dibe mêvanê ramanên min ne jî xweşî û tehm, kelecan û aqilekî, hêviyekê, ji tecrûbeyan dersekê dide min...

Wê demê, ez ê wê nexwînim... Ew, bi kîjan ziman û bi kîjan “etîketê” be jî, qet û qet ferq nake... Ji bo wê jî, berhemeke edebî, belkî di serî de, ji bo “navekî naskirî” tête kirîn, lê piştre ji bo “naverokeke petî” tête xwendin, naskirin û a herî girîng jî HEZkirin.

Jixwe heke te hezkirin ji navê rakir, çu tişt tê de namîne...  Ez ji “divê”yan hez nakim, lê heke îla jî pêwîst be divêyekê bêjim; bo romanê, berî her tiştî divê Roman bi her awayê xwe bi HEZkirinê bête hevîrkirin. Bi zimanê xwe, bi karekterên xwe, bi narînî û spehîtiya xwe, bi nazikî û hûgiliyên xwe û bi HEZkiriyên xwe... 

Roman çawa paşve ma, ez dikarim bi vê pirsê bersiva we bidim. An jî, “romanek çima paşve dimîne?” Ez, dibêjim qey, gava em behsa romana milletekî dikin û wê radixin ser berika analîzê û didin ber kêr û neşteran, em, zikê tarîxa wî zimanî, wî milletî jî diqelêşin û pirsgirêkê di perspektîfeke gelekî berfirehtir û bi topyekûnî werdigirin nav lepên xwe... nexwe, em ê tê de bimînin û dê li şûna nirxandin û têgihîştina bi rastiya meseleyê, serûguhên hev bixwin û ji hev re bêjin, difna te xwar e.

Roman, bi ronahîdîtina xwe pêş dikeve. Bifikire, tu di binê çaleke kûr de yî û hemû derî li ser te girtine, xwarina te hinde bi qasî ku tu pê nemirî, ma tu yê çawa bi pêş bikevî, helbet pêş nakevî... Ji bo wê, divê zimanê kurdî, ji çalên man-nemanê derkeve, di qatên perwerdehiyê ên bilind de bikemile û bi bejn û bal bibe, bi dû re, romana me jî, ramana me jî, kultura me jî, dê “riya xwe” bibîne. Gelo ev rê, dê çend pahn û fireh be, ez bawer nakim bibe TEMa kurdî lê dîsa jî dê her cure barhilgir, mirovhilgir û ramanhilgir bikarin tê re bimeşin...

Ango, romanek ji bo ku bi pêş bikeve, divê bi ser bikeve û bibe xwedan rû û siyanet, hela ji aliyê çend xwendevanan ve bête xwendin, nirxandin, rexnekirin (em kurd rexneyê carina wek rîxne têdigihin mixabin) piştre dê jixwe riya xwe bibîne, em hewl bidin rawestînin jî ew guhê xwe nade tu (çu) kesî.

Ji bo wê jî, ez wisa bawer dikim, bi reşbînî û xwexuriyê, çu tişt bi pêş nakeve. Tiştek li ber me heye, zimanek, em di asoyên wî zimanî de li xewnên ronahî digerin. Ew, amûrê me yê derbirînê ye, em pê, tevn û tejê ramanên xwe dijenin û hêvî û xweziyên xwe dihûnin. Dinyaya me di wê derê de ye. Îro, divê em nekevin xema hindê ku ev ziman, va ye ber mirinê ye û ma ez çima xwe pê biwestînim û ew piçeka mayî bî, hema di yek carî de bikujin. Naxêr, a rast, berevajiyê wê ye, ne li ber mirinê, li ber zayînê ye û tarîx, ji bo me, ji îro ve dest pê dike... tarîx, belkî di qeydên me de, tenê deng e/dengbêjî ye, lê tarîx li ba me ZINDÎ ye.

Her weha roman jî zindî ye. Belkî, wekî xeyalekê bê, lê ev ne xeyal e pêşbînî ye belkî, ez berevajî her kesî dibêjim; Kurdî û edebiyata wê, li ber teqîneke mezin e...             

Li gorî min, ev nîqaşên wisa gelekî beyhûde û pûç in. Roman, aşkere ye, çîrok jî... Lê dîsa, ji bo ku merema min bête fêmkirin, tasvîreke gelekî berbelav ez dixwazin parve bikim:

Bifikire, tu di rê de diçî, te mirovek dît; di çîrokê de, tu wî kesî dibînî, diçî balê, silavekê didî, pê re dixwî, vedixwî, tişta bo te pêwîst jê distînî û di riya xwe de dewam dibî... Lê di romanê de, tu wî kesî, dibînî, diçî balê, pê re rûdinî, diaxivî, her liv û tevgera wî dinimînî, li wir dimînî, dikevî hişê wî, dibî tirs û fantaziyên wî û ji balê naçî... aha, ferqa roman û çîrokê ev e.

Li gorî çejna wê ye. Roman, heke romaneke dîrokî be, jixwe dê ava xwe ji destanan vexwe lê heke romaneke modêrn be, dibe ku qet çu têkiliyê bi destanan re çêneke.

Bi rastî ez “miriyê” vê pirsê me. Çima? Ji ber ku em ne mecbûr in îla rewşekê ji romana xwe re peyda bikin. Em ne mecbûr in, nîrekê deynin ser stûyê romana xwe û li ber “(ga) ya xelkê” dabênin. Nexêr, bihêlin, romanê neêşînin, wek di meseleya zimên de, em wê nekin xwêya her girarê.

 Romana me, bila di tu qonaxan de nebe û bila di teşta tu “izman” de nehatibe hevîrkirin, gelo, ma ku wisa ye, qey em rabin xwe bikujin!? Ez tênagihim, çima em zimanê xwe, ramanên xwe, romanên xwe, hestên xwe, jiyana xwe, “xwe” û dilê xwe, hEZkirina xwe, hinde/evçend tepeser dikin, ev çend diêşînin, ev çend diguvêşin û her wekî em li bendê ne ku xelkek bê, bo me çend gotinan li ser “me” bêje, da ku em bi ya xwe bawer bin, da ku em ji xwe Hez bikin, da ku em piştrast bibin ku “Em” bi ya xwe ve, HENE...

Gelo, ev çi derûniyeke hinde li ser “Ne” yê sing kutane û hinde xwe bi “qenaetên yên derveyî xwe ve” radigire.

Ma ku nava me vala, xelk hemû bibêjin tijî ye dê bibe çi, an jî berevajiya wê...

Li gorî min, romana ku em wek “romana kurdî” dikarin behsa wê bikin, ji vir de, ji vê kaosa civakî mimkûn e, wekî volkanekê bi ser cîhana edebiyatê de biteqe. Bihêlin, bila biteqe...

Ango roman, şoreşeke zihnî ye, ji bo wê jî, ne ji qenaetên derve ve, ji qenaeta xwe ve, li bûyerê, helkeftê, demê, jiyanê, hezkirinê, mirovî, jinê, şerî, mêrî, zarokan, mafan, îdeolojiyê, siyasetê, ramanê, cîhanê, xewnê, eşqê, fantaziyê, hevşabûnê DINÊRE...  

Helbet, ev encamên hin qinyatan in. Ma nexwe, mirov çi, çawa dibîne, wê dide der. Hema bêje ez jî di kategoriyên we diyar kirî de, dikarim texterewana romanên “çavbelek” rakim û lê danim. Lê pirs ne eve texmîna min.

Vêca qey, em ê heta çend salan li benda mezinbûna wê bisekinin!... An jî, gava ew romanê bi çarlepkî didin meşandin û hêdî hêdî diranên şîrî lê tînin, heta carina hinek di ber re dibêjin, “aaa wetttê” jî, ka serencama kîjan psikolojîyê derdibirin? Li gorî min pirs ev e. Dibe ku nexweşiyek be, hin xwe li “tunehiyê” radigirin, hin xwe li “çarlepkî” radigirin û hin jî di arafa xwe û xelkê de, ji qehra xwe dikujin.

Ez, di vî warî de, gel hindê me dest ji êşandina vê romanê berdin. Çi be û li ku be, bila li wê derê be, bihêlin, bela xwe jê ve kin, nexwe hûn ê hem xwe û hem jî wê tune bikin.   

Ji bo pirsa “tu hez ji kîjan celebê romanê dikî?” Bawer ke ew jî li ser gavê ye. Li ser psîkolojiya min a wê demê ye, wê heyamê ye. Car tê, kêfa min bi romanên fantastîk tê, carina jî ez xwe li romanên dîrokî digirim. Te dît, hişê mirovî, ruhê mirovî wê pêlê, tîyê çi be, ew mirovî bi xwe re dibe. Lê wekî jênegerekê, romana ku bi evîn û HEZkirinekê pehtî be, her tim, tercîha min a pêşîn e. Ji dema tê de hez dikim. Romanên dema me, serdema îro, ên herika hişîn hestên min xweş dikin. 

Bi ya min, roman, danezanên siyasî nînin, belkî bi serve serve xwe gelekî têkilî civakê nakin, çimkî, civak bi xwe tê de ye. Roman, hespê troya yê binhişê mirovî ye, keleyê ji hundir ve vedigire. Ji bo wê jî, roman, civakê na na, civakekê ava dike... (helbet heke ew roman raman be) 

Tişta xweş ew e ku mirov dikare bi xeyalên xwe dinyayê biguherîne. Tişta nexweş jî ew e ku mirov bi guhertina xwe bawer neke. Helbet, xelatkirin, bo zimanekî cihê serfiraziyê ye, lê ez dibêjim derdê me yê nivîsê, ne bo xelatên nobelê ne, derdê derbirrîn û xwenasînê ye. Ez, dibêjim, Nobel bo me kurdan, belkî xeyalek gelekî zû be. Lê mimkûn e.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
4 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi