Şeyhmus Diken

Şeyhmus Diken

Rewşenbîrên Kurd Kî ne?

Rewşenbîrên Kurd Kî ne?

Ev pirsê hanê li orte cî bersiva xwe digere ku "rewşenbîrên Kurd kî ne?"

Di serî de gotina xwe bibêjim ji bo ku guneh di stûyê min de nemîne: rewşenbîr gerek xwediyê wîjdan be. Yanî însan be, însan...

Bi vê gotinê re; gotineke wisa jî gerek hebe;

Rewşenbîrê Kurd, ne tenê nivîskar e,

Rewşenbîrê Kurd, ne tenê şanoger e,

Rewşenbîrê Kurd, ne tenê lîstikvanê rezêfîlman e û ne tenê hunermendê sînemayê ye,

Rewşenbîrê Kurd, ne tenê peykerçêker e,

Rewşenbîrê Kurd, ne tenê muzîsyen e,

Rewşenbîrê Kurd, ne tenê rojnameger e,

Rewşenbîrên Kurd; lazim e ku, alîkariya gelê xwe bike.

Fikr û ramanê wî ji bo gele wî be.

Çand û hunerê wî pewîst e ku ji bo xelkê xwe be.

Xebata wî ji tekoşîna gelê xwe paş nekeve.

Gel, ger ku ji bo hebûna xwe di micadeleyeke zehmet de cî girtiye; sîyaset ji bona Kurdan peş ketiye, rewşenbîr jî lazim e ku alîkariya gelê xwe, alîkariya siyaseta gelê xwe bike.

Tim û tim kar û xebata wî ji micadeleyê dûr nekeve...

Çimkî rewşenbîrên Kurd gere bizanibe ku, gere xwediyê wîjdan be, wîjdan...

Rewşenbîren Kurd gerek însan be, însan...

* Ev nivîs, nivîsa min a Kurmancî a yekemîn e.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
9 Yorum
Şeyhmus Diken Arşivi