Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Bi mirovê xerîb tim ‘sar’ e

Bi mirovê xerîb tim ‘sar’ e

Zivistan wekî kulmekê hat û li nav jiyana me çok veda. Bi carekê de pileya germê bi 10an pileyan daket û bajar û gund bi kirasê spî xemilîn.

Bi rastîn jî hewa gelekî sar e û van rojan, heke ji mecbûrî nebe hirça cemseran jî nikare bihewe û xwe li ber serma û seqemê bigire.

Erê zivistan sar û ‘gacil’ yar e, lê mirovê xerîb û dilşikestî pirtir sar e. Mirovê dûr û dilbikeser pirtir diqerime û dilê wî pirtir wekî şitla tûhêkê gir gir dilerize.

Erê zivistan sar e, lê a rastîn ‘welat’ yar e; welat, ew cihê mirovê di sermaya zivistanê di bin sifirê 30 pileyan de jî neqerime û wekî ku li nav paxila yarê be, germ û hêmin be.

Bi mirovê xerîb ne tenê zivistanê, havînan jî sar e; sermaya dilê wî ne ji sermaya xwezayê ji ya dilî ye, ji ya ruhê ye, ji ya hestê ye, ji ya ‘piştê’ ye.

Heke mirov ‘bêpişt’ be û di jiyanê de xerîb û dilşikestî be, çilê havîn û zivistanê jê re ferq nake; sarî û germî ji dil tên, nexwe sar û germîya dîtir, tenê ‘guherînê’ werzan in. Tenê kirasguhartinên demsalan in, nexwe, pişt germ be, dil dikele, nexwe dil bikele Sîbîrya jî bo mirovî pişt sobeya darên kizwanê ye.

...

Dirêj nakim, zivistan e, bi min ‘sar’ e!      

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi