Ahtapot Paul û Pirsa Kurd

Ez, li ajansan temaşe dikim, piştre çavek davêjim kanalên televizyonê: Agir dibare. Germ e, gelek gelek germ e, agir dibare, kelekela germê, hema bêje mejiyê mirovî dikelîne...

Li rexekê agirê operasyon û pêla antî-kurd, li rexê dîtir, qehremanê Kupaya Cîhanê Ahtapot Paulê xwebizank (kahîn)...

Rojev dikele:

Yek radibe, (Ertuğrul Özkök) kevirekî diavêje binê bîrê: Gelo ma kurd û tirk hewceyî hev in? An jî wekî wî gotî: Ma em mecbûr in bi hev re bijîn?

Berî ku gotinên li xwarê bêne gotin, na na , berî ku kevirên ser dîwarî bi rêzê bêne rakirin, ew radibe ji binî, kevirê herî asê dileqîne...

Armanc: Bila dîwar bi ser hev de bête xwarê,

Armanc: Alozî, tevlihevî, kaos û binguhêhev xistin...

Hey gidî dinyayê hey!                               

Dîsa, em, li dora heman gêjgerankê tên û dizivirin, wekî ewê pişîka ku hewl dide bi dûvê xwe bigire...

Zeman gêj dibe, dîrok diweste, xwîna bêguneh û zarokên feqîr û hejaran (ji her du aliyan jî) agir bi dilê lat û zinar, erd û asîman dixe, lê em hêj jî li dora xwe dizivirin...

Pirsên herifandinê, pirsên têkşêlanê, pirsên alozkirinê, pirsên ji agirî tûjtir, ji şûrî dirtir, ji berika tivengê bêmirwetir, di ber guhê hev dikevin...

Gelo ma çêkirin ew qas jî zehmet e?

Gelo ma li vî welatî kesekî xwedan aqil nemaye/nîne, bibêje, de bisekinin lo; kî kê dikuje?

Kî kê ji welatê kê dike derê?

Kî vî agirî tekve dide û nahêle ev millet bêhneke fireh bistîne û jiyaneke aram û bêtirs bidomîne?

Hey gidî dinyayê; 15’ê Tebaxê, ez ê bibim 32 salî, eve 32 sal e, roja min fam bi dinyayê kirî û heta îro, eve umrê min çû, ma em rojeke xweş nabînin Xwedêyo!?

Ma jiyaneke xweş dê her tenê bo me keser û kovanek be!?

Ma ne bes e!??????

 ...

Li ajansan dinêrim: CHP, pakêta “kurd” amade dike, AKP, bo referandumê zendan badide, BDP, gelo heqet BDP’ê çi dikir?

Van rojan, daxuyaniyên Hasip Kaplan, li derdorê deng vedide...

Cîgirê Serokwezîr Cemil Çiçek, dibêje, me Nîjeryayiyên reşik jî kirin “Tirk’ me tirkî, nîşanî “reşikê xwedê” jî dan lê kurdên Culemêrg û Diyarbekirê hêj jî “Kurd in”, hêj jî, neheliyan, rebî, ma ev çi ‘hesinê xwedê’ ne, ne serê wan nerm dibe têne ber “nîrê” me, ne jî zimanê wan nerm dibe têne ser “bîra” me...

Dîsa, hemaseta “biratiyê” û mineqaşên “muxatab-çareserî-xweserî” li ser sêla siyasetê dikelin...

Van rojan, hema bêje, li Tirkiyeyê, her kes “pisporê pirsa kurd e”, kanalên televizyonê hindik maye ku bo çareseriya vê pirsê jî biçine şertanê û di akvaryoma Ahtapot Paul de, “referanduma pirsa kurd” bidin kirin. Li ser qutiyekê “veteqîn-cudabûn” li ser ya din “biratiya gelan-pêkvejiyan” binivîsin, Ahtapot kîjan hilbijart, em wê bikin, tenê, bila êdî bes xwîn bête rijandin...

Ma we nedît, Ahtapot, şampiyonaya Spanyayê jî zanî...

Ma we got çi; gelo em jî guh bidin texmînên Paulê 9mejî û 15 destî...

Lê, berî wê, ji kerema xwe ahtapotê binhişê xwe yê “xweperest” yê ku xwe –miletê xwe di ser her kesê re dibîne, bikujin...

Bila li şûna Özkök, Ahtapot Paul ji me re bo pirsa kurd bîr û boçûna xwe bêje, li şûna Cemil Çiçek, bila Paul, qedera zarokên Culemêrg û Diyarbekirê diyar bike!...

Ma we çi got; êdî bila siyasetmedar, demeke dirêj ji ekranên televizyonan dûr bin, bila general tenê di qişleyên xwe de “yanaşık düzen”ê nîşanî leşkerên xwe bidin...

Û em her tiştî ji Ahtapot Paul re bihêlin!...

Birêz Paul, gelo ma xelkê kurd û tirk hewceyî hev e?

Ma mecbûr in bi hev re bijîn?

....

Bi hêviya rojên xweş!...

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
4 Yorum