Silêman Feqiyanî

Îroj mijara me çîrok e

13 Temmuz 2015 Pazartesi 11:39

Wekî sernivîsînê de jî me goti, em dê nivîsîna xwe bi çîroka xweşmêrekê re xemlîn în. Ev çîroka me, di aliyê tu gelan re hatiye gotin. Di dîroka Tirkiyeyê de, nava xweşmêr û egîdên wan de pir qehreman hene û ev qehremanê vê çîrokê jî yek ji wan e.

Heke hewe rasti bivê, ez hem bi gotina çîrokan re, hem jî çêkirina çîrokan de şareza nîn im. Belê ji bo vê çîrokê, a min ji tev gelên tirkiyeyê bihîsti re, dê palose bikim. Heke bi gotin û nivîsîna vê çîrokê de kêmasi, xeleti û şîroveya bê wate hebe, ez lêborîna xwe dixwazim.

Belê, min ji tev çîrokbêjan bihîsti bû. Dema çîrokê dibêjin, ev hevoke ji nava lêvên wan dibarin. Berê çîrokbêjan pêşîyê bi destavêtina gotina çîrokê de “carekî ji caran, rehmet dayik û bavê û tev mirîyên guhdaran, guh bidin pilng û şêran” di gotin. Pêşîya wê de jî “çîrokek hebû selem bû, nan di guhan de belem bû” re berdewam dikirin. Dê bi mînaka çîrokbêjek xeşîmî (ecemî) bi wan peyvan re dest bi avêjim ê.

Carekê ji caran, rehmet dayik û bavê guhdaran, guhê xwe bidin piling û şêran. Sê aliyên wê, di nava behrê de, welatek bi navê Tirkiyeyê hebû. Di nava wî welati de, bi dewlemendîya xwe re gel lê dijîn. Wekî tev gelan di nava vî welati de, gelek hebû tev sertû, nîvişkê welat dixwar in û qedera tev wan gelan destê wi gelê xwedî kopal de bû.

Rasti heke mirov bêje ku, tev ev gel e xwedî kopale, ew gotin neheqiye. Di nava wî geli de, ên hikomet hildayî destê xwe, xwedî kopal bûn û gelê xwe jî dişelandin. Aha dinava vî geli de, ên xwedî kopal de pir xweşmêr, egît, xasmêr, piling û şêr hebûn. Tenê navbenda wan xweşmêr û xasmêran de dirûvek hebû. Hemî jî neyarên gelan bûn, neyarê welat bûn û ji berjewendîya xwe û malbata xwe zêde tu karê wan çu nebû. Di wê sedemê de kîjan ji wan xweşmêr, qehreman, xasmêr, piling û şêran rêveberiya hikometê hilda be destê xwe, xîzanê welat pêtir xîzan dibû û dewlemendê welat jî pêtir dewlemend dibû.

Dê niha hûn bêjin dewlemendî serkeftina welat e. Di welat de ew gelê dewlemend dibû, niha ewan jî harîkariya xîzana kirîye û welat de tu pirsgirêk çu nemay ne. Belê wenîn e, a tê gotin. Di nava gelên welat de nêzî sedî 90 xîzan û sedî 10 jî dewlemend bûn. An ku welat de, sedî 90 dixebitîn û bi nan û zik dijîn, sedî 10’an jî keda wan di xwar û bi şad û şahî dijîn. Di aliyê aborîyê de, gelê vî welati di çandinê de, di karê karxanan de û bi dewlemendîya seraxê û bin axê de pêşveçûyî de, dixebitîn. Mixabin hindik mirovên xwedî kopal, ên bi mînaka wan xweşmêr û xasmêran jî dixwarin.
Ev di aliyê aborîyê de bû.

Di aliyê jîyana gelan jî, zilmek cida di aliyê van xweşmêr û xasmêran re di hat kirin. Mînak ev gelên welati asîmîle dikirin. Zimanê wan, çanda wan, dab û nêrînên wan, dîrok û nasnameya wan înkar dikirin. Ji wan gelan ê bo vê neheqiyê dengê xwe bide jî, di kevte îşkenceyan, di hat kuştin û windakirin.

Ev jî têra wan nedikir, navbenda gelan de cudahi derêxistin û gel kirin neyarê hev. Bi vê zikreşi û rika xwe re, gel bûne neyar, xwîndar, rikdar, kevtin şeri û kuştin kevte navbenda wan de.
Belê cudahiyek dî jî nava van xweşmêr, xasmêr, egît, piling û şêran de hebû. Di berdewamiya dîrokê de, kîjan ji wan kevti hikometê û rêvebirina welat di vê zîhniyetê de biribe, ew rasti tifaqi, têkoşîn û baweriya geli, di nava rûperên dîrokê de mehîn. Winda bûn.

Rast e. Di xwezayê de erdhej, vêketina agiri, lêmiştiyên avê, aşûtiya berfê, qoletaniyên golan de, mirovahiyê pir zirar dîtîye. Bi rêveberiya van xweşmêr û xasmêran de jî, gelên welat pir zirar dîtî ye. Belê qoweta gelan, qoweta bîr û baweriya mirovahiyê, bo windabûna tev van bûyerên xwezayê û zilma wan hikomdarên bêwijdan têra dike.

Bi tirkî dibêjin ‘mirov bi hatina ê nû re, ê çûyî digere’ dibêjin. A rasti jî ev e. Tev ev piling û şêrên hikomet hildayî destê xwe bi xîret û tifaqiya gelan re çûn, ê hati cihê wi/wê re, gel ê çûyî digerî. Çimkî ê nu hati bi zilma xwe re gelên welat diêşandin û gelan jî xwezî ê çûyî ba ku ev zalime neba, dilê xwe de diborandin.

Di bêjin dîrok bi pêvajoya xwe re berdewam e. Ev selteneta van xweşmêr, xasmêr, egît, piling û şêran jî berdewam dike. Bi vê berdewamiyê de ev navbenda 12-13 salan e xweşmêr, xasmêr, egît, piling û şêrek dî, pêşîyê serkevtina Şaredariya Stenbolê de dest avêt rêwîtiya sîyaseta xwe.

Bi dawîya şaredariya xwe de bi navê Partîya Spî de kevte sîyaseta netewî. Rasti jî partîya wi di binyatê sîyaseta Ola Îslam de hatibû û ji bo sîyaseta wan alîgirê dewleta Kemal bi harîkariya dewleta kûr û leşkeriyê re tehdayî li wi kirin.

Rejîm ji xwe re kirin bahane û êrij birin ser wi xweşmêri. Ewi xweşmêri jî ev tehdayiya wan li xwe re fersende dît û xwe avêta ber bextê hilbijêrê welat.

Vê çîrokê zêde dirêj nakim. Rasti tev van neheqiyên dewleta kûr de, ewi xwe berda nava qurnaziyê. Di hilbijartina parlementeran a 13 sal pêşîyê de, bi lîstika temirandina hestên gel re, partîya wi herê zêde parlementer hildan meclîsê.

Dinyayê de tu tişt wekî gelê xîzan dilsivik, dilnazik û dilsoti nîn e. Bi harîkariya tev gelên welat de, ewi hikometa welat hildaye destê xwe. Belê, ma gelên welat, dê ji kû zanîba, bi hatina vi re dawiyê dê tev gelên Tirkiyeyê bi dest û pê xweşmêr û xasmêrên di dîrokê de berze bû bigerin.

Çimkî. Ev peyva ‘çimkî’ li vir cihek girîn digire. Lewre ewi xwe nava welat de mexdur îna ziman û bi temirandina hestên geli re, bibû hikomdarê welat. Heta dawiya vê hikometa wi a yêkemîn, ewi çend qanunên ji gelan re fayde tê de heyî derêxistin. Hindik jî be, ‘çendî makeqanuna dîktaroya Evren jî hebe, pîçekê mafêmirovan rihat kiribû.

Hilbijartina duyemîn de jî ji bo hilbijartina serokkomari partîya wi û dewleta kûr rasti hev man. Li vê hilbijartinê de jî ewi bi şareziya xwe re, bi temirandina hestên gel re, xwe wekî mû ê ser rûni serêxist. Vê carê jî hikomet kevte destê wi û destê wi pir dî bi qowet êxist. Gor wi tev hilbijartina de dê her we bi temirandina hestên gel re bileyîze û dê hikometê hilde destê xwe.

Me goti bû ev sîyasetvane pir qurnaz e. Çendî xwe nava sîyasetê de bedre, pêtir qurnaziya sîyasetê re hîn dibe û pêtir qadroyên xwe di nava welat de cih dike. Vê carê kevte nava hîlebaziyê. Ewi jî bi mînaka ên dî an ko xweşmêr û xasmêrên di dîrokê de berze bû, cudahi êxist navbenda gelan. Roj bi rojê hêzên dewletê biqowet kir. Ser vê makeqanuna Kenan Evren a dijî mafêmirovan, wi jî nû de qanunên dîktatorîyê derêxistin.

Pêşîyê de, çareseriya pirsgirêka kurdan pirsgirêka min e. Hewce bibe an ez dê serê xwe di vê rê de bidim an jî dê pirsgirêka kurdan çareser bikim digot. Belê mixabin wekî me goti aliyekê qanunên dîktatorî di derêxist aliyê dî de jî gelên welat, bi taybet kurd dixapandin.

Piştî bûyî serokomarê welat vê carê jî tev gel înkar kirin û pivyê bû dîktatoriya serokatiya bi mînaka tirk derêxe. Me goti bû makeqanuna xwezayê neşê rasti tifaqi û qoweta gelan sekine. Bi tifaqiya gelên Tirkiyeyê di vê hilbijartina 7 hezîranê de guhdariya qanunên wi ên alîgirê dîktatorî nekirin, ev armanca wi li wi kirin reşelok.

Min nevê ez bi zêde serê we gêj bikim û dê çîroka xwe dawî bikim. Çimkî ev çîroke bi rûperan re dawî nabe.

Tenê vê bêjim, Colemêrgî ‘ê baş Tajdîn e, ew jî diz û direwîn e’ dibêjin. Dane min sê sêv. Sêvek min xwar, êk Silêman xwar a dî jî nivîskari xwar. Bi xêr û xweşiyê de bimîn in.

NÎŞE: Ev hevoka ‘ê baş Tajdîn e, ew jî diz û direwîn e’ ji wan mirovên navê wan TAJDÎN re nehatiye gotin. Tenê we tê pêgotin.

Bu yazı toplam 11167 defa okunmuştur