Silêman Feqiyanî

Tevlıhevbûna serı

02 Haziran 2015 Salı 15:56

Caran bi tirkî “kafas karışmış” dibêjin. An ku bi kurdî tevlihevbûna seri. Mînak; bi tevlihevbûna serê wi/ê re nizane çi diaxive.
Ev peyva an jî gotina tevlihevbûna seri di tê çi wateyê? Ew nakeve nava mejiyê mirovi. Lewre tevlihevbûna seri dibe an na? Heke tevlihevbûna seri hebe, çawa dibe? Bi fîzîkî tevlihev dibe an jî tenê dimêne gotinê de?
Heke cihê tevlihevbûna seri, tevlihevbûna meji an jî tevlihevbûna aqili re tiştik wahe bibêjin, dê mirov ci jê fêmbike? Ecêba tevlihevbûna seri an jî tevlihevbûna meji û aqili, gor mirovi nevbenda wan gotinan de kîjan ji wan bibawer e. An jî ewi, wi, evi, ewan û hwd.
Ewi/ê aqilê xwe xwariye, aqil lê alozebûye bê bê gotin, mirov dê wê demê bizane ku di aliyê ewi/ê re bûyerek çêbûye û dê mirov bawer bike an nake. Bi wê baweri û nebaweriya xwe re dê bibêje ku aqil an jî meji tevlihevbûye û ew mirov sefyane an ku dîn bûye.
Ji bi bo tevlihevbûna aqili û meji re heke mirov mînakekê bide, dê bibêje filankes bi tevlihevbûna aqil an jî mejîyê xwe re wekî dîna (sefyaneya) diaxive. An jî kuro an jî keçê mejiyê te, aqilê te belavbûye tu wahe diaxivi.
Ev gotine gor pozîsyona wê demê, ewa ew navda dijîn de ye. Rasti jî tevlihevbûna seri çû nîn e, belê we dibêjin. Dibe ku pîskolojîya wan tevlihevbibe û dîn bibin. Wê demê dê ji wi/wan re bêjin meji lê belavbûye an jî qailê xwe xwariye, bi gotinek dî aqil lê belavbûye. Belê ji bo gotina tevlihevbûna seri ew di ser xîmê mecazî re tê gotin, lewre tevlihelbûna seri dijî mantiqa mirov e.
Ancax bi tevlihevbûna aqil û meji de cudahiyek dî jî heye. Ên aqil û mejiyê wan tevlihevbûyî dîn in, ew bixwezayî divê we biaxivin. Belê ên aqil û mejiyê wan de çu problem çu ne, ew di çerçova mafê mirovan de diaxivin. Mixabin hindik mirov hene aqil û mejiyê wan de çu qisur çu nîn in, belê carek dî bi mînaka dîna an jî bi tiroviro diaxivin.
Dê êdî çi be.
Tev ji ber axiftinê mirovên wahe, hemî di bin bêaqili an jî biaqiliya wi/ê mirovi de kifşdike. Aqilê wi/ê de tu proplem çu nebin, belê wekî mirovê bêaqil biaxive û axiftinên bimantiqî re neaxive, ew dîn nebe jî wekî dîna di tê dîtin. Lewre axiftinek wi/ê ji hêreve û wêve ji devi werin, bi gotinek dî peyvên wi bi bêwate ji devê wi werin van rojan de pir cihek girîng digire. Van rojên nêzî hilbijartina parlementeran de, bi taybet sîyasetçiyê AKP’ê şev û roj diaxivin belê peyvên ji devê wan werin nahên çu wateyê. Ecêba…
Gor tev van dîtinan, mirov dişê vê bêje ku ev mirovên wahe 3 teşîdan in.
Ji wi/wan mirovan re caran dibêjin (sefyane) dîn. An jî ji wi/wan re dibêjin aqilê wi hindik e. Ew ewin ewên bi rasti meji an jî aqilê wan de proplem heyî. Ev mirovên bêaqil, peyvekê ji hêreve a dî ji wêve, êkê ji here a dî ji mere ditîne. Dê bêji tev peyvên wi/wê neyarê hevin û we bê watene.
Teşîdek mirovan heye ku fêhlmêr, xaxmêr e, li pişt axiftinê xwe sekine. Bi zanayî diaxive, cihê peyva xwe dizane û paşê peyvê ji devê xwe derêxe. Tev axiftinên wi/wê di bingeha mafê mirovan de û dawiya axiftina wi/wê de dilsotin çu nebe tenê kêfxweşi û serfirazi hebe. Ev teşîd mirov dema tifkir erdi, carek dî tifa xwe ji erdi naalîse an ku ranake.
Ev teşîd mirove dema diaxive, peyvên xwe di nava meji/aqiê xwe de dide kêşandin. Dema ev peyv ji devê wi/wê derket, dawiya wê di tê çi wateyê û bi van peyvan re çu kirêti çênebe, dizane û paşê axive.
Teşîdekdî jî ji wan mirovan re heye, ji wan re lader an ceban (dönek) dibêjin. An ku mirovê pişt axiftinê xwe nesekinî re vê peyvê dibêjin. Mînak ew mirov diaxive belê di demê de axiftina xwe dibe wateyek dî an jî înkar dike.
Ev mirovên di tên vê wateyê di rojeva me de pir dikevin pêş çav. Ev mirovene bi zanayî an jî nezanayî peyvên hişk (req), tezî (sar) û dê dawiya wê peyvê bigehe kû wê hisabê nake we diaxive. Xîmê van mirovane ser direw û bêbextîyê avaye.
Ev mijare kûr û dûr e. Heke mirov hilkole dê bi rûperan binivîse.
Ev mijara tevlihevbûna aqil û meji de sîyasetvanên Tirkiyeyê de, dikîjan wateyê de cihê xwe digirin? Heke mirov kûr hizir bike di dawiyê heta îroj kîjan axiftina sîyasetçiyê tirki kî jan girtiya divê mirov bîne hizira xwe.
Em dizanin televizyon bûye parçeyek jîyana me û em hemû hemî şev û rojan temaşeyî nûçeyên televizyonê dikîn.
Dê vê pirsê ji xwe/we bikim. Dema em temaşeyî van nûçeyan dikîn bi axiftina kîjan sîyasetçî de em kêfxweş dibin, kîjan re jî xemgîn. Axiftina kîjan sîyasetçî gor aqilê me cihek girîng digire û gor mafê mirovan diaxive? Kîjan ji wan sîyasetçîyan mirovi di xapîne?
Heke mantiq mirovi nexapîne, tev nûçeyên televizyonê de axiftinên serok û sîyasetvanê AKP’ê, a îroj goti roja paşê çawa înkar dikin, mirov dê bibîne. Bi taybet bêbextîya hevserokê HDP’ê dikin, çawa bi hev re nakokîye dê bê dîtin. Ser navê rêzdar Selahattîn Demîrtaş heqaretê li dengdar û sîyasetvanê HDP’ê, bi taybet gelê kurd dikin.
Ji dawiyê heta îroj pir sîyasetvanê partîyên Tirkiyeyê wekî mirovê aqilê xwe xwari an jî bi tevlihevbûna mejiyê xwe re, gelên Tirkiyeyê dixapîn in û direwan dikin. Dîroka sîyasetvanên Tirkiyeyê de rehma Xwedê lê be, Turgut Ozal hat ku vî agirê ser welat temirîne. Bi xebata xwe re hêvîya wi ew bû ku navbenda kurd û tirkande birati çêbibe, mixabin ew jî kuştin.
Vê dawiya çend salên hikometa AKP’ê de sîyasetvanê wan tu axiftinên wan hevnagire. Rojekê pêvajo berdewam dike rojadî înkar dikin. Rojekê em bûne sedemê vê pêvejoyê, rojadî bi kirêtiyan re rahêlin rexgir an ku alîgirê pêvajoyê. Rojekê dibêjin em dê bi berdewamiya vê pêvajoyê de ew 10 xalên koşka Çankayayê muzakere bikîn, rojadî a paştir hilkolîna şerê qirêj dikin. Rojekê dibêjin em alîgirê demokrasîye ne, roja dî a paştir navbenda gelên Tirkiyeyê de cudahiyê diêxinê.
Ev roj bi roj guherîna navbenda axiftinên wan pir in. Gelên Tirkiyeyê vê bêbexti, rikgirti, zikreşiya wan dibînin. Ev hisaba wan a minfeatê xwe ser minfeatê geli de dibînin, dizanin.
Êkere van rojên dawiyê nêzî hilbijartina netewî de tev gotin û axiftinên wan bê îstiqrar e û ev jî di danê pêş çav hirsa malê dinyayê aqil û mejîyê wan tevlihevkirîye. Di bînin ku dê di vê hilbijartinê de kêmê bidin, desthildan û hilkolîna serokatiya dîktaroyê dikin.
Belê gelên Tirkiyeyê hayil van çep û bazên wan bû. Ew çendê neyari û cudahiyê bibêxe navbenda gelên Tirkiyeyê, ew dê van hiş û gomanên wan tarî bikin. Bi taybet bi qoweta kurdan û bi harîkariya gelên Tirkiyeyê vê carê selteneta wan wêran bibe. Serê wan tevlihevbûye, ev ji tev gelan re ferzendeye.

Bu yazı toplam 4241 defa okunmuştur