Silêman Feqiyanî

Şerê peyvan

08 Kasım 2011 Salı 13:21

Dengê peyvê divê ji nava dilka mirovi de deng bide. Heke mirov di nava dilka xwe de vî dengî hîs neke divê mirov xwe mirov nebîne. Di vê navê de, peyv sedema hebûna zimani, ziman jî sedemi hebûna mirovan e.

Lewre peyv rewneqa bincana mêji û tîroja hizir û hişan e. 

Wateya peyvê narîn û nazdar e û gor cihê xwe rengê fêhlmêri û xasmêriya mirovan e.

Peyv ji mirov re hevser e, vîyan e, evînîye. Peyv jilerizîna dilkê de ji nava rûbarê hebûna mirovi tê. Lewre peyv lerizîn, hebûn, nalîn, kêfxweşi, rondik, girîn, nazdarî, hezkirin, şîn û reşbûna dilkê ye. Rasti ji dilkê re peyv hem dê, hem bav, hem zarok û hem jî hevser e. An ku hebûn û nebûn, girîn û kenî, fêhlmêri û xasmêri, têkiliyên avaker û ên xirab û hwd. fêhlikên mirovan diwêneya jîyana wi de diyardike.

Di jîyana peyvan de şer tiştik herî girîng e. Wekî kirêtiya rika dilka mirovan, peyv jî di wê wêneyê de bihev re rikdar in. Ev şer û mesilheta peyvan ji bincana tîpan de tê.  Lewre xîmeyê şeri bi miziriya tîpan de dest pê kiriye û rika navbera tîpên wekî “a, x, b, w” û ên dî de şer hilda ye.

Tiştê ji hemûyê zêde bala mirovi dikêşe, tirkê xwedî zîhnîyeta mêtîngehkar de tîpên di nivîsîna kurdan de heyî û a wan de çu neyî, wekî tîrê linava mêji û dilka wan dide. Bibêjîn kanê ew tîpên di nivîsîna kurdî de heyî û a wan de çu neyî kîjan in. Belê ev tîpên wekî q, w, ê, x, in.  Rasti jî zimanê kurdan wekî zimanek nahê zanîn dibêjin, ew tîpên wekî mişk û maran ji wan re tên, dê çawan wan tîpan di nivîsîna kurdan de qebûl bikin.  

Bawerim hewce nîn e ku ez bêjim tîp “harf” e, peyv “kelîme” û hevok jî “cûmle” ye.

 Peyv şûm in, peyv mizir in, nehs in, peyv rikdar in, xwînê çavê peyvan girtiye. Hindik ji hebûna xwe re neyar in, hindik jî ji bo hebûna xwe şervan in. Peyv wekî têkiliyên kurdan in. Hindik ji hebûna xwe re neyar in, hindik jî ji bo hebûna xwe şervan in.

Her we.

Hindik peyv “bi min re negirin belê hûn ji min re neyar in,” hindik jî “ez bi we re heme û bi we re serfirazim” dibêjin hev. Hebûna we hebûna min e, lewre em xîme û binyatê ziman in.  

Mezin dibêjin, ev şervaniya peyvan, ji zikreşiya wan û xwedî nederketina wan re tê. Peyv di navbeyna xwe de hindik xwe ji gelan dibîn in, hindik jî bi xwedî derketina xwe re rikdar in. Hindik koletiyê qebul dikin, hindik jî koletiyê qebul nakin.

Bêtifaqi ji wêrê tê.

Ev neyariya wan ji binyatê tîpên wekî “k-u-r-d” û “z-i-m-a-n” de tên. Hindik van tîpan haşa dikin, hindik jî ji bo hebûna van tîpan têkoşînê didin. Dibêjin heke ev tîpe nehên ber hev û peyva kurdî û peyva zimanê kurdî neçêkin em dest ji doza xwe bernadin.

Dema peyvan êrij dibir hev, heta xwîn nerijtiba ser axa sar û tezî, bêhnvedana wan çu nebû.

Peyv nerazîbûna xwe bang dikin. Di bêjin me tu minet bi tîp û hevokan nîn e. Em bi serê xwe dişên bijî în. Belê nizanin ku dest dizane kîrê dixwire. Nizanin ku ew jî bi hebûna tîpan re hene û hevok jî bihebûna wan re hene.

 Hindî selên dawiyê de bû navbeyna tîpan de sedî nehwêt ji bo înkar û asîmilasyona xwe, sedî dehan jî ji bo azadiya xwe têkoşîn dida.

Hêvîya me ew e ji çêbûna wan tîpan re hevok jî didawiya têkoşîna xwe re rojek dê bê ji sedî nehwêt dê ji bo hebûna xwe û sedî deh jî ji bo koletiya xwe têkoşînê bidin. Bi van kul û xeman re dê bêjîn azadî û pêhatina tîp, payv û hevka dê bibe azadiya zimanê kurdan.

Di berdewamiya vê têkoşîna xwe re hindik be jî bi hevre kêfxweş û serfiraz, serbilind û şad bi hev re bijîn. Ku ca wekî zimanê tev gelan zimanê kurdî jî bi xwedî derketina xwe re bibê rêza zimanê cîhanê.

Bi lêborîna we re ez dê nîşeyekê danim binê vê şîroveyê.

Bi bijartina tîpan re peyv, bi rêzkirina peyvan re hevok çêdibin me goti bû. Di vê xemlandina peyvan re tiştik giring heye.

Ew jî ev e.

Divê dema mirov xîmeyê peyvan danên, bi avakirina peyvan re wateya tê ortê de, zirarê nede tu kesê. Lewre hevok rengê mirovi, exlaqê mirovi kifşdike. An ko bi rêza peyvan re hevokên dikevin ortê dibe nênûka hiş û hizirên mirovan.

Ji wê çendê têkiliyên mirovan de ji bo tifaqiyê divê mekanîzmaya rexne û xwerexne cihekî girîng bigir e. Divê mekanîzmaya rexne û xwerexnê de jî avabûna xîmê mafê mirovan hebe. Heke di mekanîzmaya rexne û xwerexnê de kirêti, tahn, sûcdari, neheqi, dilka reş re hevok bikevin ber hev, wê demê mekanîzmaya rexne û xwerexneyê wateya xwe dûrdikeve û xîmê dijminiyê tê avakirin.

Navbeyna mirovan de tev mijar divê bêne nîqaşkirin. Heke di wê mijarê de, mekanîzmaya rexne û xwerexneyê faydeyê bide mafê mirovan û di dawiyê wê mijarê de tifaqi çêbibe ew pirsgêrik çareser dibe. Na heke di wê rexne û xwerexneyê de herek gor serê xwe biaxive. Dem bo demê ji wateya mijarê dûrbikeve û axaftin nebe çareserî û dawî bi kirêtiyan re xemile wê demê rexne û xwerexne cihê xwe dide rikê û dilsotinê.

Mirovê xwediyê exlaqê şoreşgirîyê di tev nîqaş, rexne û şîroveyên xwe de divê avaker be. Tu wateyan de cih nede rexneyên bêexlaq.   

Bu yazı toplam 3457 defa okunmuştur