Silêman Feqiyanî

PÊVAJOYA JI QESTI

24 Kasım 2014 Pazartesi 09:32

Roja newroza sala 2013’ê mesaja birêz Ocalan hati xwendin min Enqereyê di Nexweşxaneya Hacettepê de tedavî didît. Di wê newrozê de kurdan pêngava vebûnê bi gotinek dî a aştiya navbenda kurdan û tirkan de destavêtibûyê. Ser vê çendê şîroveyek min bi navê “vebûné” roja 4. avrêl. 2013’yê hatibû weşandin. Di vê şîroveya xwe de “tu baweriya min bi hikometên tirki nahê ku navbenda kurdan û tirkan de pêngava aştiyê biavêjin” nivîsîbû. Ji çi sedem bû nizanim belê bawerim ku ev gotina min dê zirarê bide pêvajoyê, li ser weşandinê hatibû rakirin.

Wekî wê şîroveya xwe de goti, min tu baweri bi hikometa AKP’ê neînabû û îroj jî tu baweriya min bi wan nahê. Ev nebaweriya min a vê pêvajoyê dem bi dem ê cihê xwe digire û pêş çav e.
Niha jî hikometa AKP’ê biharîkariya serokwezîrê kevin û serokomarê nû re bi qanûnên zilm û zordariyê re li bendêne gelên Tirkiyeyê bi taybet kurdan ji qedem biêxin. Van gomanan de nin ku bibin xwedî hêzên zordari û zilimkar, hikomet û dewlet biêxin destê xwe. A heta niha ser serê gelan de barandi ji îroj paşde jî bibarîn in. Di vê navê de qanûnên alîgiriya zilma dewletê derêxin. Wekî salên 1980-1990’ê zilma ser gelên Tirkiyeyê zêde bikin û bi çîroka çareseriya pirsgirêka kurdan re kurdan xapîn in.

Hat dîtin neşiyan pêtir di vê pêvajoya bi direw hildayî devê xwe zêde dewam bikin. Çimkî van rojan we dîyar e ku sedema hêrsa xwe a kirêt pêvajo paşde avêtin. Belê bi têkoşîna gelê kurd û tirki re bi vê xemsariya wan a gîrokirina pêvajoyê ew êxistin tengaviyê.

Kifş bû ku rik û neyariya hikometa AKP’ê a rasti kurdên Rojhilatê û harîkariya wan a rasti DAIŞ’ê re bizava azadiya kurdan ew tengav kir. Ewan jî “heta serê îlonê dê pêvajo bizivire dîyalogê” gotin. Ew roj hat çu pêngav neavêtin vêcarê jî kevtin qoletaniyê û xwe berdan nava hêcetan. Niha jî çu çareseriya wan nema, lewre meha îlonê jî borî û kurd ji bo çareseriya pêvajoyê xortiyê li wan dike û ew jî xwe bi hêcetên bê wate re gîrodikin.

Bi van hêcetan re êrij birin ser HDP’ê û DBP’ê û ev partiye ji bo hêzên tarî re kirin armanc. Bi qanûnên nû re ku ser geli zordari û xortiyê bike ji nû derêxistin an jî dê derêxin. Weydî jî ew çawa çêdibe ev hikomete bi ê xwedî çek û rext re di vê pêvajoyê de hevdîtinan dike, aliyê dî de jî êrijên xwe dibe ser kurdên ji bo mafê xwe parêzin û dakevin kolanan de zordari, lêxisina, kuştin û îşkenceyan dike. Aliyekê bi qanunên zordariyê re geli çavtirsî bikin, aliye dî de jî dê geli bixapînin û bigehînin hilbijartina 2015’ê parlementeran. Lewre di vê qurnazkîyê re pêvajoya sekinî re xwe mijûl diken û temaşeyî nava çavên tev gelan diken û wan xapînin.

Hat dîtin ku pêvajoya têkiliyê, di berdewamiya xwe de cihê xwe nedanî pêvajoya gotûbêjan. Çimkî hikometa AKP’ê roja newroza peyama birêz Ocalan hati xwendin û heta îroj bi hişên şeytani kurd û tev gelên cîhanê hêlan benda pêvajoyê û hemû xapandin. Di vê armanca xwe de jî ev 12 sal e tev hilbijartinan de pêvajo ji xwe re kire malzeme aliyekê hişên geli şelandin aliyê dî de hilbijartinan de serkevin. Di vê navbendê de di van 12 salan de jî dewlet û tev saziyên dewletê hilda bin destê xwe.
Mixabin AKP vê nabîne. Roja vê pêvajoyê dest avêtiyê hêzên kurdan çi goti ew înan cih. Belê hikometa AKP’ê tenê zeman pûç an ku vala diborand û ji bo îktîdara xwe xîmeyê hikometa xwe mezin an ku qahîm dikir. Bi vê hêvî û daxwaziya xwe re gelê kurd di êxist bendava pêvajoyê û bi wî alî de pêvajo dirêj kir.

Piştî DAIŞ’ê êrij bire ser Kantona Kobanê û têkiliya hikometa AKP’ê û a DAIŞÊ pêtir germ bû. Rika dilê hikometa AKP’ê a rasti kurdên Rojhilatê a veşarti aşkera bû. Dema rika hikometa AKP’ê a veşarti aşkera bû dest avêt navbenda sinorê Rojhilat û a xwe de dîwar avakir. Belê bi têkoşîna kurdan re ev çêkirina dîwari jî hate sekinan.

Bûyerên meha cotmehê ên roja 6 û 7’ê, wergêran an ku êxistin ser milên HDP’ê û DBP’ê. Ji van partîyan re ew bûyerê wan du rojan de qewimî kirin kirêti. A rasti jî sedema wan bûyeran hikometa AKP’ê bû. Lewre heke hikometa AKP’ê di roja pêşîyê de ji Kantona Kobenê re hindik sanahi çêkiriban, ji wan re harîkari kiriba, an jî kolana harîkariyê vekiriba ev bûyerên vê mehê neqewimîn. Kurd dibêjin “dest dizane kî erd dixwire.” Hikometa AKP’ê kêmasi û xeletiyên xwe nabîne û van partîya sucdar dike.

Hikometa AKP’ê jî wekî tev hikometên dî ên tirki ên borî “an naçim aşi an jî biçim aşi jî dê aşvani bikujim” dibêje. An ku an dê vê pêvajoyê re kurdan xapînim an jî heke dê pêvajo bi bê qebûlkirin dê kurdan înkar û îmha bikim dibêje

Bi gotina dawî re me bivê jî me nevê jî ev pêvajoye dê berdewam bike û bi birati dawî bibe. Belê piştî hikometên tirki baweriyê bide kurd û gelên cîhanê, wê demê. Çendî ev bêbaweriya kurdan rasti hikometên tirki berdewam bibe, bila tu kes di aliyê pêvajoyê de tu xewnan nebîne. Em hindik kurdên çavtarî jî xwe xapînin. Evê rika hikometa AKP’ê nabînîn, AKP’ê di vê pêvajoyê de rexek micid dibînîn û dibin rexgirê wan. Kero nemire bihar e, heta şîn bibe kîvar e. Tirk jî “hêvî dergehê nanê xîzanan e” dibêjin. Kurdên welat perwer jî bila vê hêvîyê de sekinin.

 

Bu yazı toplam 4439 defa okunmuştur