Omer Dilsoz

Xeta kûr… xeta rast

25 Kasım 2014 Salı 11:20

Jiyan, niqte ne ji çêyî û neçêyiyên mirov berhevbûyî… Her ‘kes’ xetekê lê dike, herçî xeta wî/wê bête kifşê, herçî xeta wî/wê tune be û wekî ‘defeke bay tê û diçe’; jiyan tew dimîne ‘hey-hat’ek…

Xeta kûr… xetek e wisa ye, nîrê jiyanê milên te difelişînin, hevcar qirpînî bi parsûyan dixe, lê tu dikêlî, dikêlî, dikêlî… Jiyan kêlînek e, çi lê biçînî wê hiltînî!...

Werin îro em pêkve mirovekî bifikirin; Kurdek, li vê dinyaya gewrik siwarekî bi tenê; pişta wî piştiyê wî, pala wî paliyên wî, li ser xeteke kûr, evraz ber evrazan heta êvarî havî, heta êvarî bi tenê; rêberê wî aqilê wî, rêzanê wî dilê wî… Ji sifirê heta bi sifirê nav xetên jiyanê, peyayek bi tenê; di serdem û sedsala revde û birbiranê de… Bira wî bîra wî!...

Xeta kûr… ji gayê pîr; xeta rast ji pîrê pîr… Ev siwarê mêrçak, li meydana bir û koman, ji xetan deralî, ne li terî tê ne li sayî…

Aliyek wî, deriyê dewletê; ew xeta çem û çem e, herçî ketê êdî çû ji himmetê; aliyek deriyê hizb û partiyan; ew xeta xizmetê, herçî ketê bû berxê nêr bo kêrê ye; -yadê, waweylê miriyên me çi xweşik in!- zindîkujî û mirîperestî ye ev dergehê jiyînê; Jiyan heskûyek di devê ejderhayê hefserî; gorî axê bûn, gulmiskên şevê…

Xeta rast… xeta tenêtiyê; li ber dergehê hikûmetê “terorîst”, li ber dergehê partiyan “gîskê gurî”, li ber dergehê cemaetan “fasiq”, li nav civat û komeleyan “anarşîst” û bi kurt û kurdmancî di nav hemû “yên dîtir” de jî “ewê dîtir î” hinekî, “ewê nehez, şûm, zimandirêj, pirbêj, hizr û bîr cuda…” Li vê jiyanê; “cuda(bûn)” nexşekî nehez e; bar e, qahr e, jahr e û dawiya dawî siwarekî terkkirî, bi tenê…

Jiyana mirovan ji niqteyan pêk tê, her niqte di bîra mirovî de qonaxek, berhemek; -an kavil e an gulistan e, an jî tenê wek siyekî ber çem çûye- û nexşek e… Ji vê pê de, mirov ku “wek takeyeke azad tê dinê” dibe nexşa tayekî, liba rêzekê, kita komekê, heba beşekê û xalên ku jiyana wî tînin pê, têkilî nexşeyên ‘komelî’ dibe û dipişêve.

Xeta kûr… hizra te diparêze û di nav ‘komelê’ de jî dihêle ku tu “xwemal” bimînî.

Xwemalî ew e ku hizreke te jî bi xwe hebe. Heke hizra te di xeteke kûr a rast de nepijiyabe, tenê dê bibe werîs û bikeve dest û piyên te!...

Xwemalî û cudabûn; du xet in di nav hev de; Yek ya dî xwedî dike, lê herdu heman tişt nîn in. Cudabûn, bayekî hestîn e, weha bi te çêdibe ku tu “cuda” yî, nêzîktêdayîn ji derve ve li te wisa tînin ku tu “xwe” veder, deralî hest bikî; Lê xweserî-xwemalî encama behreyên te ye û tu xwe “cuda” nebînî jî, tu bi jîrî û nexşa xwe “cuda” yî; a rasttir xwemal î…

Xeta kûr…dahênana kesayetên azad e, ango pêkanîna şexsiyetên xwemal e. Lê tu çend xwemal bî, dê hind jî berê ‘tîran’ li ser te bin!... 

Bu yazı toplam 6087 defa okunmuştur