Ümit Yazıcıoğlu

Modela Almanyayê

2006-02-10 12:37:29

Ev çendek berî vê hin gotinên Baykal di rojevê de cih giritbûn. Ji bo pêwistiya mijarê em dixwazin carek disa li ser bisekinin. Belê serokê CHPê Baykal qala „modela Almanyayê“ dikir. Berî ku em li ser van gotinên Baykal ên derheqa derfetên pêkhatina Modela Almanyayê bi ramanyarî ditinên xwe pêşkêşkin, divê hinek tespît bên kirin. Berî her tiştî bila bê zanîn ku him aliyê dîrokî û him jî aliyê gelên ku cuda bi cuda bi hev re dijîn di nav danûstendineke balkêş û pêwist de ne. Erdnîgariya Anatolya û Mezopotamyayê ji bo kurd, Tirk û gelên li vê erdnîgariyê bi cîh in re welatekî hevpar e.

Edî mîsoger bû ku Tirkiye piştî berendamiya Yekîtiya Ewropayê (YE) girêdayî krîterên Kopenhagê ye. Li gorî van krîteran jî Kurd wekî hîndîkahî (azinlik) têne xuyanê. Ji ber vê yekê Steînbach jî dibêje ku; “divê Pirsgireka Kurd bi awayekî polîtîk bê nirxandin û bi awayekî polîtîk bê çareserkirin.” Dîsa tê zanîn ku rehmetî Turgut Ozal jî ji bo vê pirsgirekê digo; “divê Federesyon bê guftugokirin.” Bi rastî jî wekî gotin û îddîayên hin kesan, Federalîzm ne mebesta perçekirinê ye, ne jî hinceta têkbirina dewletê ye. Wekî ev rast bûya, îro di gelemperiya cîhanê de, di nav hejmara dewletên netewî de sê paran parek nedibû xwediyê pergala rêveberiya federal. 

Rastî û xeletiyên her însanî hene. Ev tiştekî din, lê di hişê Ozal de “ji bo PKKê plana efuyê” hebûye. Li gorî Cengîz Çandar, Ozal vî awayî fikirîbûye û gotiye ku; “Divê efuyek bê derxistin. Hewceye ku ên serê çiyê dakevin. Lê heke kadroyên rêveber derveyî vê bimînîn, ev hewildan sernakeve.” Dîrok vê dîtina Ozal rast derdixîne. Ji ber vê yekê, divê hikumeta îroyîn efuyeke ku pêl bi pêl pêk bê derxîne. Wekî mînak; Ji bo ewên ku li serê çiyê di derheqa wan de hincetên lêpirsîn û ceza pêk nehatibin re divê efuyeke wisa derkeve ku di heman wextê de bikaribin mafên xwe ên siyasî biparêzin û beşdarî jiyana siyasî jî bibin. Lê ji bo kesên ku wek Ocalan, rêveber an jî ên ku di derheqa wan de lêpirsîn hebe jî, wekî em bêjin penç salan şunve, heke piştî efuyê sucekî wanî din pêk nehatibe, hewceye  bikaribin beşdarî jiyana siyasî jî bibin. Ez bi nasnameya xwe ya zanyarê siyasetmedarî di wê baweriyê de me ku, efuyeke bi vî awayî zarurî ye, ev gav dê peşiya xwîna dirije bigire û dê riya derfetên biratiya Kurd û Tirkan veke.

Em bên mijara Denîz Baykal ya li ser “modela Almanyayê”. Dewleta Almanyaya Rojhilat, bi navê xwe Komara Almanyaya Demokratîk, di 1989an de ji guherîna Bloka Avrupaya Rojhilata Komînîst re bi awayekî tund meşruiyeta xwe winda kir. Ji dema hilweşandina dîwarê Berlînê jî peşniyariya Serokwezîrê wê demê Dr. Kohl hat û wî xwest ku Almanyaya rojhilat beşdarî Almanyaya Federal be û di heman katê de ev peşniyar jî hate pejirandin û yekîtiya Almanyayê pêk hat.

Komara Almanyaya Federal niha 16 Eyaletan pêk tê û di cîhanê de piştî YDAyê ji hêla pîşesaziyê ve dewleta herî pêşketî ye. Mezinahiya Welêt 357 000 km2 ye, ji bakur heya başur 876 km, ji rojava heya rojhilat 640 km ye. Dirêjahiya sînor 3758 km ye. Îddiayên ku “Di nav eyaletên Almanyaya Federal de jî ji hêla parvekirina derametî (gelîr daxilimi) ve cudatiyên girîng henin“ li gorî pîvanên cîhanê ne rast in.

Her çiqasî li Almanyaya Fedreral jî ji her kesekî dengek derkeve jî, projeyeke ku Gel ji hev re bigre û bingeheke yekitiyê biparêze heye. Ev zagona bingehîn ya Federal e û xeynî parastina yekîtiya cîvatê û nasnameya gel; mafê siyasî, aborî, cîvakî, çandî, ziman û bawermendiyê jî diparêze. Hemu hemwelat pêş zagonan wekhev in. Zagona bingehîn belgeya binesaziya vê dewletê ye. Li ser vê belgeyê hîmê devletê hatiye damezirandin û li gorî vê pîvanê tekiliyê kesan û dewletê jî saz bû ye. Dîsa li Almanyayê her eyalet xwedî bankayeke navendî (eyalet merkez bankasi) ye. Karûbar û têkiliyên van bankeyan ji aliyê bankeya federale navendî ve li bajarê Frankfurtê tê rêvebirin.

Gava ku aboriya Almanyayê bê nirxandin ya herî pêş balê dikşîne tengasiya bi navê “hevalcêwî” tê bi navkirin e. Hem bazirganiya derve hem jî butçe kêmasiyê dide û ev di nav raya gel de ji bo gengeşiyê mijara sereke ye. Ji ber vê yekê, aboriya Almanyayê hê neketiye riya geşedanê. Dîsa tengasiyên aborî û pirsgirekên cîvakî ên welatên hevkar jî heya merheleyekê Almanyayê digivişîne. Di nav van hemu welatên hevkar de kêmasiyên butçeyê, zêdebûyîna giraniya barê pergala teqawîtiyê hwd tengasiyan zêde dikin. Lê piştî ku sala yekê gulanê 2004an hejmara endamê YE derket 25an, pîşesaziya îmalatê hinekî pêşket û vê jî hêvîdarî zêde kirin.

Gelo Birêz Baykal bi gotina “modêla Almanyayê” ve ji bo çareseriya pirsgireka Kurd qala komareke federal ya ji heft herêman pêk tê dike?  xwe ji çi mebestê qala Modêla almanyayê dike û li gorî vê modêlê jî ji welatê me re xwedî çi pêşniyaran e, heke diyar bike emê kêfxweş bibin. Ji ber ku modela almanyayê di rastiyê de roleke siyasî dîhewîne.

Di encamê de dikarim vê bibêjim ku; di Tirkiyê de ji bo rê li ber girtina pêşketina nijadperestiya tirk û kurdan divê gavên bingehîn bên havêtin. Berî her tiştî jî hewceye ku di derbarê aborî de û di derbarê perwerdeyê de neheqî rabin û derfetên xwe îfadekirinê bên avakirinê. Wekî din di wextê de bi gotina rehmtiyê Ozal, “Guftugokirina ramana federasyonê, ji bo kesên ku serê çiyê re derxistina efuyê” û beramberî vê jî modernîze kirina pergalê pêwîst e. Ji bo çareseriya van pirsgirekên ku bi hev re girêdayîne bi riya hevdîtîn û hevkirinê, guhertina zagona bingehîn, reformên bînesaz û li ser van jî avakirina Pergala Serokatî divê pêk were.  Not: [Türkçeden Kürtceye tercüme dissertant Mag. Ahmet Pelda tarfından yapılmıştır. Kendisine teşekkür ediyorum]

10 Şubat 2006 Berlin

Bu yazı toplam 4230 defa okunmuştur