Silêman Feqiyanî

Ji Newrozên qedîm de yek rûper (1)

23 Mart 2010 Salı 00:54

Roj ji rojên 1970 yê û meha adarê bû. Wekî hemû salên borî, wê meha adarê ya wê salê jî pêngav bi pêngav xwe bi rexê bihara rengîn de berdida. Wekî hemû sala dê gul û beybunên Colemêrgê, binevş û susinên Colemêrgê, mêrg û zeviyên Colemêrgê bi kurtasi xwezaya Colemêrgê xwe tev rengên cîhanê re xemlandiba.

Dê herêm ji bin sir û seqema zivistanê, di bin berf û êş ên zivistanê xelaskiriba, dê dinava kêfxweşî û henekiyên baharê de henekî kiriba.

 Belê zivistanên wekî hemû bajêr û navçeyan, zivistanên Colemêrg jî aliyekê îza, serma, êş, jan û mirinê bi xwe re tînî. Aliyê dî jî dibe dîwana çîrokbêja, dîwana stranbêşa, dîwana serhati û pêkenîya, dîwana leyîza pilanê û kabanê û dibe dîwana govend û reqasê. Bi kurtasi zivistanên Colemêrgê wekî nanê sêhlê ye, ne berê wê kifş e ne jî pişta wê.

A girîng.

Di van xweşî û nexweşiyên zivistana Colemêrgê de, dema bû serê biharê meha adarê pişta zivistanê dişikêne. Wê demê jî aliyekê Colemêrgî kêfxweş dibin aliyekê jî xemgîn.  

Roj bi roj pêşveçûnê re berx, kar û gulikan dê ji makên wan cida bikin û berdin nava avzeha mêrgên çîmen. Her we dê dinava van mêrgên çîmen de xwe wekî mirovê ji koletiyê xelasbû çawa serxweş bibez e, ew jî dê we bibezin û xwe pilavên hewa.

Dê li zozanên Colemêrgê giya, daristan, beyar, çolistan, pez, çêl, hesp, ker, ga, dîk, qaz û qoling hwd. bi avên wekî rondikên zaroka zelal ji bin kevîyên berfê de diherikin vexwin.

Temaşe bikin vî bajêri. Pencerek zivistana vî welati bikul û kuvana re tê gêrtin, pencereya dî a zivistana vî welati kêfxweşî, henekî, seyranî, evînî nûbûnî û têkoşînê re tê vekirin.

Agirê bîstuyek adarê an ku agirê newrozê dibe sedema tevahî van hizir û hişan, di be sedema têkoşîna Kurda.  

Belê salek ji sala 1975ê de meha şanzdeh a adarê berfa nava bajêrê Colemêrgê helyayî bû, tenê serê çiyayan berf mabû. Erd ji herî û şêltaqê hindik ziwa bibû û wê rojê jî, asiman sahi û wekî zîvi bû. Ez nizanim “sahi û wekî zîvi” tê çi wateyê. Ez dizanim ku Colemêrgî li asimani de yek dilopa ewri çunebe re vê dibêjin. Wê rojê jî yek parçe ji ewri ber asimani diyar nedikir, tave a wê rojê hêstiyên mirovi germ dikir. Xewa berojan a pesara hêstiyê mirovi diheland, mirov bi wê xewa beroja re şad dibû.

 Nava bajêrê Colemêrgê çend sûke hebûn û kolana mirov pir lê digerin jî çar rexê heykelê hespê Atatûrki bû. Colemêrgî di wê çar rexê heykelê hespê Atatûrki digeriyan û bikêmasi jî taxên wê û girên çar rexê Colemêrgê jî digeriyan. Heke dinya şepuşêl, berf û baranba, an jî serma heba mirovên Colemêrgê bitevahî diçûn kahwe ya. Herekê tizbihên nehwêduneh didesti de leyizên kişik (satranc), dama, domîno û leyîzên weka vane dileyîzin

Ciwanek navê wi Rubar, bi hindik hizrên mêjîyê wi tevlihev dikin re ji mal derket. Wekî pirçawi ewa reş û tevlihev bûyî simbêlê wi û rih, birû û çavên wi ên reş. Navbeyna bîstupênc û sî salê de dîyardikir û gor kêloya xwe a giran jî kişt (sivik) tate çav, çû bo kolana heykelê hespê Atatûrki lê.   

Dema Rubar geheşti kolana heykelê hespê Atatûrk lê û piştî deh, panzdeh deqîqaya pênç-şeş heval li xwe komkirin. Rûniştin qahweya Selîmê Gewda û herekê çay a wi hate ber Rubar dest bi axaftinê kir.

“Hevalên delal, ez nû ji malê hatim û gewîya min ziwa bû ye. Wê çendê jî ji we re çayê dixwazim. Heke gewiya min ziwa neba, we dê nava destê xwe alîstiba û we çayê venexwar.”

Bi vê axaftina Rubar re hemî bi hevra kenîn û Rubar rexekê kenî rexê dî jî axaftina xwe re berdemkir.

“Hevalên min ez bihenekî dibêjim, lezê lê bikin çaya xwe vexwin û rabin pîçekê ji bajêr derkevîn. Em hindî nava bajêri digerîn bêhna mi çik dibe. Ji wê çendê pîçekê ji bajêr derkevîn û biçîn taxê Pîroda ser kaniya nava petilên ber rexê çemê qetemasi yê. Ha… hûn çi di bêjin.”

Her şeş hevalên wi di aliyekê fir li çayê dan û aliyê dî jî ji bo rexê herê (bila) re serê xwe hejandin. Navbeyna pişta çend peyva şikênayî de hemûya çayên xwe vexwarin û derketin. Rubar jî heqê çayê da û pêşîya wan de derket û bi pê sivikre geheşte hevalên xwe.

Heta nik hîsarê çûn û Rubar zivirî wan “birayên delal em hemû bi hevre neçîn ku tu bênamûs tu şika ji me nebin. (tûliya xwe ve îşaret kir) Em çar di rêka gera gamêş â qetemasîyê de biçîn, sêyên mayî jî bila rexê pira qetemasiyê de biçîn” gotê. Axaftina xwe domkir. “Hatin û çûna rexê pira qetemasiyê pêtir bala mirovi dikêşî ji wê çendê bila sê wê rê de biçin.”

Ewan jî wekî hevalê wan Rubar goti sê ji bo rexê pirê, bi Rubar re sê jî ji bo rexê gera gamêşi re çûn. Navbeyna deh-panzdeh deqîqa de her du kom ser kaniya bin Pîroda a nava petla de geheştin hev. Çar rexên kanîyê darên petlê ên kevnedar bû û wekî daristanekê dîyardikir. Ji hatin û çuna mirova re rêka peyade (yaya yolu) ji ser çemê qetemasiyê jêlil tê û jikanîyê diborî û serdikevî nava zeviyên pişta petla. Kanî bin binê petlê ji bin axê derdikevî û pişta kanîyê jî cihê deh mirovek lê rûnê deşt, heye. Weydî cihê petla beten e, ji ber nişîvîya beteni çar mirov neşên bihevra rûnên.

Dema giheşti ser kanîyê dinava wan de yên cigarekêş kifşbibûn. Çimkê bêhna sê ji wan navmila wan derdiket. Ew sê ciwan dema giheşti ser kanîyê xwe pişt bi pişt avêtibûn ser çîmenê pişta kanîyê. Rubarê hevalên wan hindik xwe gîrokir ku heta bêhna hevalên wi tê û hindik jî be hişên wan bête serê wan.

Bu yazı toplam 5215 defa okunmuştur