Silêman Feqiyanî

Hilbijartinên Tirki ên qirêj

15 Haziran 2011 Çarşamba 12:27

Me yek hilbijatin dî, a parlementeran biqisûr re paşda hêla. Ne tenê ev hilbijartine biqisûr derbaz bû, tev hildijartin di dîroka Tirkiyeyê de biqisûr derbaz dibûn. Tev hilbijartinên Tirkiyeyê de qirêj heye, ên wekî jêri.

*Bi yekemîn peywirdarên ser sandoqan bi tevahî rexgirtiyê partiyên iktirdarê tên bijartin. Peywirdarên vê hilbijartinê jî alîgirên AKP’ê bûn. Ên muxalif  serîlêdan bikin jî di aliyê rexgirên iktidarê re nahên qebûlkirin.

*Tev hilbijartinên Tirkiyeyê de wekî vê hilbijartinê hati qewimî, peywirdarên ser sandoqan qanûnan binpê dikin. Lewre ew xwe wekî Xwedê dibînin, ji wan re qanûn piştî daxwaziya wan tê.

*Bi taybetî gundên kurd lê dijîn de, ji aliyê binefserekê (satsubay) re, kursiya xwe danê ber kêleka sandoqê û kîşan partiya bivê, dengê gundîya dide wê pertîyê.

*Roja hilbijartinê dema dê dengan hejmêrin, fend (hîle) û dekan (entrîkeyan), di bijartinê de dikin. Wekî gor dilê xwe qanûnan binpê bikin û dengan li lîsteya hilbijartinê binivîsin.

*Polîs hilbijêran hilde qamerayê. Ev jî xortiya ser hilbijêran a cidaye. Hilbijêran bizêdehi di aliyê psîkolojîk de pilgirin bin destê xwe.  

*Hilbijarê bi xeleti jî nav çavê polîsi nêrîn e polîs “tu rexgirîyê dikî û tu rexgirîyê nadî qedexeya hilbijartinê” dibêje û wi dide girtin. Ev jî zilmek cidaye ser hilbijêrên kurd û xîzanê tirk.

*Polîs û leşker bi çek û rext re ser sandoqa sekinin. Tev hilbijêr tirsên polîsan de dengê xwe gor dilê xwe nadin xwe. Gel ser sandoqê bi tirsa dili û ezaba gori dengê xwe gor dilê xwe nade.

*Dema hilbijêr diçin ku dengê xwe bavêjin sandoqê di rê de, kulanê de polîs û leşker gefan diavêjin hilbijêran. Hilbijêran berdidin nava rûbarê tirs ê. Ev jî tirsikê cidaye di dilê hilbijêran de.

*Zêde navan ên sexte li lîsteyên hilbijartinê didin nivîsîn. Mînak; bi vî tarzi hilbijêrên bajêr/navçeyekê dinivîsin bajêr/navçeyek dî û roja hilbijartinê bi otobusan wan mirovan diben wî bajêr an jî navçeyê. Bi şola xapandinê de dengên xwe zêde dikin.

*Ê bê hilbijartî heke di hikometê de be, tev derfetên dewletê dest xwe de digire û bi direw jî be rayêxe ber pê hilbijêran û hilbijêran dixapîn e. Wekî “ez dê ji te û malbata te re şol peyda bikim, ez dê te terfî an jî bi hezaran pare re te xemlîn im” hwd. dibêjin.

*Partiyên saziyê bi kîloyên meqerna, savarê, birinci, rûni û tûrikê komirê re hestên xîzani re leyîzin û dibe xwedîyê dengê wi. Lê ya rast peywirên dewletê bi vî hestên xîzani re dileyîze û wi nake xwedî maîş, belê xîzan bi wan alîkariya wan re bêfahm e .

*Ji xwarin û vexwarinê cida ev partiyên saziya dewletê bi têkberê (eşya) spî re xîzani dixapîn e û dengê wi ji destê wi distîne. Dawiyê de li dersîm û herî bajêr û navçeyan de hate dîtin.

*Partiyên saziyê nasnameyên xîzana heta piştî hilbijartinê bigotina çend qruşe re hildide nik xwe û bi vî terzi xwedî dengê wan dibe.

*Wan du mehên pêşîya hilbijartinê destê xîzanan ramûsin belê piştî hilbijartinê xîzan di xîzaniya xwe de qirqiç (qemirîn) e.   

*A herî girîng dihilbijartinê de sedîdehan danên ber gelan û gelan bêçare dihêlin û nahêlin gel dimeclîsê de xwe temsîl bikin. Belê îradeya kurdan û welatperwerên tirkan ev sedîdeha piştgira wan qulkirin û sî û şeş (36) parlementerê wekî şêran rêkirin meclîsê.

Ev kirêtine ên nava hilbijartinên Tirkiyeyê de tên bîra min. Di zanim ku ev kirêti û qirêja di nava hilbijartinên Tirkiyeyê de pir in.

Ser van deq û dolaban hilbijêri diêxin nava tengavîya psîkolojî û giyanî de. Ji ber vê yekê wekî pendê pistahê geli de sekinin. Mixabin şerm jî nakin.

Çend îza jî be, çend di bin sîvaneyê zilm û zordariyê de be, ev hilbijartina denzdeh pûşberê de kurd xwedî xwe û dengê xwe bûn. Tev bajêrên kurdan, kurdan bi dengê xwe re pişta AKP’ê şikênan.

Rasti kurd di vê hilbijartinê de mizefer in, karê xwe de serkevtîne, belê carek dî di vê serkevtinê de kêmasiyek heye. Kurdan sedî sed dengê xwe nedan xwe û sedî sed xwedî wijdana xwe derneketin. Di nava kurdan de ê xwefiroj derketin, kurd bi dilê me mizafer nebûn.  Lewre dili dixwest ku sedî sed kurd xwedî xwe derkevin.

Ez vê dilsotina xwe nebêjim dê neheqiyê ji xwe re bikim. Nebijartina rêzdar Ferhat Tunç û bi taybetî rêzdar Akin Bîrdal re ez herî xemgîn bûm. Rêzdar Akin ji kurdan û sosyalîstê tirkan re mirovek taybet bû. Divîya namzetiya wi danîban cihek we ku bê bijartin.  

Hêvîdarîn ku tifaqiya kurdan û a karker û kedkar û xîzanê Tirkiyeyê, roj bi rojê pêşve biçe. Rojek bê, di bin sîvanê komarek demokratîk de bibin şirîkê hikometê û îqtidarê bidin destê xwe.

Ma seba çi nabe.

Gotina dawî, serkevtinê ji parlementerên Namzetên Ked Demokrasî û Azadîyê dixwazim. Ji we re qowet be.    

Bu yazı toplam 5603 defa okunmuştur