Silêman Feqiyanî

Gula Pîrozwer - 2

10 Ekim 2011 Pazartesi 13:59

Herê gelo tu nizani te didilka min de wekî evînîya Xecu û Sîyabend’i, xîmeyê evînîyê avêtîyê û wekî wê evînîya wan xwe xemlandiye. Nê nehewceye ez guhdariya te bikim, te di nava nîgaşên min de wekî gul û beybûna xwe xemlandiye. Çend dilka min xebite te jî bi xwîna min ewa wekî rûbara re belavdike laşê min.

Qet nekeve xemê te cihê xwe dinava baxçeyê dilka min de çêkiri ye. Evînîya te dinava dilka min de wekî kanîya eşqê rexekê payîz, rexêdî zivistan, rexekê havîn rexêdî biharê xwe xemlandiye. Çirûskên evînîya te di nava wê kanîyê de, wekî libên garisi we hûr û hûr, we xwinav û xwinav radibin nava mêji, nîgaş û ramanên min û carek dî we hûr û hûr, we xwinav û xwinav dawerin nava kanîya evînîya di dilka min de cih girti.  Ji dilka min de derketina evînîya te ancax bi mirina min re mimkun e.

 Tu dizani ku cihê gul lê hati çandin tev herêm bi bêhna wan gulan re şad dibe. Nê te jî dilka min de bi hebûna xwe re bêhnê belavdikê mêji, nîgaş, raman û hizirên min. Çend cerg û mêlakên min ber bêhna te, wekî ez serxweşê evînîya te bû, ew jî di bêhna te re şad bûne, sexweş bûne.

Tu dizani mêşa hingivi di mêloskên xwe de hingivi çêdike û ewi hingivi jî bihebûna gulan re çêdike. Ji bo çêkirina hingivi mêşa hingivi seredana tev gul û kulîlkan dike. Ji mêşa hingivi re dibêjin melkemotê gul û kulîlkan. Resti min nevê mêşa hingivi bê te û bê çar rexên gulek wekî te.  

Dema mêşa hingivi bête rexê gulên fîstanê te, ez hizirdikim ciwanek e dest dayî gulên fîstanê te. Ez kerbê ji wê mêşa hingiv dikim ku xwe nêzû gulên fîstanê te bike. Ji dest min bê ez dê çend gulên cîhanê kombikim mala xwe ku ji min zêde tu kes bêhn neke gulên fîstanê te. Min nevê tu mêşên hingivi rahêlin gulek wekî te.

Tu vê jî bizane heke avahiyê qehrê bê çêkirin ew qehra evînîya te ye di dilka min de. Heke karîte û nîreyên dil sotin û dil êş ê bavêjin banê avahiyê qehrê. Bizane di wî avahiyê qehrê de ez nexweşê mirinê bim, dermanê min ava kanîya çavên te ên reş e. Kul, dert û kuvaniyên min wekî lêhêv, doşek û balgîva ser yek nijine, bike kulîna nisîbetên dinyayê. Bila canejin û kurikên ciwan wekî minasiba bên ber wê kulîna qehra, ji xwe re daxwaziyan pêkhatina evînîya xwe bikin. Di wî avahiyê qehran de bi agirê laşê minve qehr û dilsotina min bikelîn in û bidin ber ba ku xweza bi evînîya min re agehdar be. Di nava kanîya kul û derdên min de bi satila êş û janên min bikêşin wî avahiyê qehran, lewre rik çendî neyarê xweşiyê ye. 

Ne keve xemê ji te re gotinên min pir hene lewre tu welatê min i.

Tev kurd dibêjin;

Kurdistan çendî şirîn e, hemû mêrg û kanî ne. Kurdistan bi gul û beybûna, bi nêrgis û susina, bi leylank û kulîlka re xemiliye. Nê evîna min tu î. Tu nebi ji min re jîyan nîn e. Delala/ê min, nazdara/ê min neçirmise, ez hewceyî te me. 

Ez dê konekê vedim bi kul, derd, xem û kovanan,
 Ez dê balgîv û doşeka danêmê bi nexşê raman û hişan,
Ez dê destê jîna xwe bigirim û biçim jorve bi nexşê kulîlkên dinê,
Ez dê xwiha gerdena wê bialîsim leci araq û dermanê mirinê.

Ez dê danim ser singê xwe bi xencera evînîyê,
Ez dê rêkekê vekim ji dilka xwe re bi hesreta Zînê,
Ez dê ji dilka xwe re wê rêkê de rêkim evînîya jinê,
Ez dê tev cîhanê hişyar bikim bila bê dîwana wê rûnê.

Tu dê bibîni dinya ber çu nakeve, ber vê yekê,
Tu dê bizani hindik diaxivin bi mijara axaftinê,
Tu dê agahdar bi, dihindirê dev de zimanê tinê,
Tu dê fahmbikî ku di vê dinê de mayne ez û tû tinê.

Tu dê raman û hişên min bixemlîni bi nexşê evînîyê,
Tu dê rahêli xem û kul û êj û janênên evê dinê,
Tu dê min bikêşi ji nava vê xezebê, kulê û qehrê,
Tu dê serê xwe danî ser cehnema singê min heta mirinê.

Ez kevîyek berfê bam ber ava Golanê,
Tîrojên tavê ez helandibam û berdabam nava dilka yarê.
Di germahiya dilka yarê de ez giheştibam miraza xwe a tinê,
Qemî ez mabam nava dilka wê de heta dawiya dinê.

Ne we ye canê. Kulîlkê. Gula min a pîrozwer ê. Ev e hesreta dilê min. Ev e gazinde ên min. Ev e j ite re hêvî û daxwaziya min.

Wek jor jî min goti.

 Ez bi hebûna te re mirovim û bihebûna te re jî dijîm. Çendî baxçe, rez, parêz, daristan, mêrg û çîmenên nîgaşên te biçandina têkiliya mafê mirovan re, bi azadî û aştîyê re bixemile, ez rasti te pêtir di helim. Lewre ez kamçuyîyê te û bizêdehi hebûna te a bijî de me.

Bizane ku ez hezdikim ku mergê min qurbana mergê te bibe. Bizane ku xwîna laşê min de digere, bihebûma te re digere. Heke hebûna te çu nebe ez jî çu nabim. Dê pêla vê rikê. Ew rik e, herê ev rika te min dihelîn e. Dê were ez bêrîya te dikim, bes e min hebîn e. Ez li benda te me. Hêj ez nemiri dê zû were.

Stenbol – 09.TEBAX.2011

Bu yazı toplam 4490 defa okunmuştur
hizarcan saet xweşbit
 // birteksen
bi rasti zehf sipehiye ez bı zor keyfxweşbüm...
10 Ekim 2011 Pazartesi 16:16