Silêman Feqiyanî

Govenda ser zimanê Kurdî

15 Eylül 2009 Salı 01:10

Di vê rojeva Tirkiyeyê de ji bona pirsgirêka Kurda pir xetên sor, spî, kesk û şîn tên ziman.

Hindik bi van xetên rengê wan nediyarî re Kurda xelat dikin, hindik jî bi van xetan re Kurda celat dikin.  

Herek bi selîqekê gêrtîye govendê û biselîqekê jî reqisî.

Ez vê mînaka jêri tinê ji govendên daweta re tînim ziman.  

Wekî govandên Colemêrgîya, bi gotinek dî wekî reqisîna Colemêrgîya.  Hûn di zanin reqasînên Colemêrgîya bi zêdehî nîgar (fîgûr) a tên reqasîn.

Dema mirov temaşeyî govendên Colemêrgîya dike, mirovên direqisin herek di dilê xwe de nîgarekê didete wê govendê. Bal bikêşînin reqiskira, herek di dilê xwe de şîroveyekê didete reqisê û bi nîgara re xemlînî.  

Herek bi çavên xwe, bi pora/pirça xwe, bi fikurîna xwe, bi rengê rû ê xwe, bi derêxistina dengê xwe, bi livîna mil, zik, çuk, navteng, dest, zend, rahn, pêngav, fişandin, lerizîn, pişt û singê xwe re nîgarekê temsîl dike.

Bi vê reqisînê re herek wateyekê dide reqisîn a xwe. 

Em dişên bêjîn Tirkiyeyê de xwedîyê van xetên bihevra aloze bûyî re herek reqisîna pirsgirêka Kurda re reqasek dayê. An ku herek gor dilê xwe nîgarekê û şîroveyekê didete pirsgirêka Kurda.

Di vê govendê de pirsgirêk, a Kurd û zimanê Kurdan e, bes ji Kurda re tû pirs nahên kirin.  

Xwedîyê van reqisînan nabêjî Kurda “mast ê hewe tirş e an na û bosî ye an na.” Hûn ji vê çareserîya pirsgirêka em ji were danên rê, hûn çi di bêjin.

Pêle ji bo pirsgirêka Kurda pirsê ji Kurda bikin, pêtir zilm, tehdayî û  pê dan ser Kurda dikin, pêtir êrişa diden ser şervanê şer rawestandî û pêtir jî ji îmha û înkarê re dixebitin. 

Xwedîyê ev pirsgirêka Kurda re mijûl li pişt xwe na zivirî û temaşeyî dawîya xwe nake.  

Ewan di dawîya xwe û heta îroj bigotina “alaya me, dîroka me, çanda me, zimanê me, axa me û ol a me yek e û her we em yek netewe ne” re Kurd êxistin nava xewnerojk a.

Wekî hati dîtin hêj niha jî di daxuyanîyên xwe de “di rojeva me de efû, bi mihataban re axaftin û zimanê Kurda tûne ye” dibêjin. Bes bila bizanin Kurd hişyar bûn.

Herê gelo ew xal ên ew dibêjin heske girîng nebin, xîme ê ew tînin jî ji pirsgirêka Kurda re wekî xîme ê ser cemedê ye? Tû bawerîya wê pirsgirêka ew tînin cunî ne.

Mirovên cîhanê di bêjin “zimanê gela hebûna gela ye” heske zimanê Kurda cunebe hebûna Kurda dê li kîrê mînî?

Gelên cîhanê yê dibînin ku di vî şerê qrêjû de du rexgir henin, heske di vê pirsgirêka Kurda de ev rexgire ne nebin tifaq, teqîna çekan raneweste, navbena wan de aştî çênebe, dê ev şer e çawa sekinî?

Heske zimanê Kurda nebe zimanê neteweyî çi wateya vê çareserîya pirsgirêka Kurda heye?

Ji bona çareserîya pirsgirêka Kurda mirov di şê bi hezar pirsa bibêje.

Bînin pêş çavên xwe.  

Di vê meha îlonê de zarokên Tirka dê dest pavêjin perwerdehîya zimanê dayika xwe. Her zarok dê bi keyf, bi coş, bi xweşî, bi şahî, bi rûmetî û heskirina dilê xwe re bizimanê dayika xwe bixwînî û binivîsî.

Zarokê Kurda jî stayê wi/wê ser milê wi/wê, wekî êtîm û sêwîya, wekî xerîp û dilsotîya, wekî bê xweyî û kesa dê bi zimanê dê a zarokê Tirka bixwî nin.

Herê gelo qatî yêkê nifîn zarokên Kurda kirîye, ku ca zarokên Kurda bi zimanê dayika xwe nexwînin û nenivîsin. 

Qet nebêjin eve êqibala zarokê Kurdan e, çimkî êqibala mirovi di destê mirovi de ye.

Belê wekî me jori jî goti vê demê di rojeva AKPê, CHPê û MHPê de zimanê Kurdî nabe zimanê neteweyî.

Ev partîye û rexgirê van partîya dibêjin em dê Kurda qebûl bikin bes em dê rihê ji bedenê Kurda bikêşînîn. Me bedenê Kurda ê bê rih tivê, wekî me Kurdê bê ziman tivê.

Heske zimanê Kurda nebe zimanê neteweyî, wê demê jî tû Kurd jî çunabin û her du girêdayê hevin. An dê her du bihevra hebin, an jî her du bi hevra dê ji dîrokê rabin.

Çimkî zimanê Kurda rih a Kurdan e, Kurd bê rih na be. 

Ji ber vê neheqî û zordestîya liser zimanê Kurdî jî, TZPKurdî (Tevgera Ziman û Perwerdehîya Kurdî) ji bona zimanê Kurdî bibe zimanê neteweyî, dest bi têkoşînê kir.   

Bi ronahîya vê hevokê re, gel ê Kurd tivê bi can û rih ve têkilî vê têkoşînê be.

Bi zarok û civan, keçik û kurik, zilam û jin, dapîr û bapîr, şil û nîvmirov, kor û keçel hwd. hemû Kurd ji bona zimanê Kurdî bibe zimanê neteweyî dakevî kolan a.

Çawa ji bona hebûna xwe wekî mifriqi hişk, wekî axê pîrozwer, wekî avê rehm, wekî kulîlka delal, wekî zaroka nazdar, wekî heskirina welat xweş hwd. de berdewam in, ji bona zimanê xwe jî bikevin wê berdewamîyê.

Ji bona têkoşîna ziman de, hindî ku xîret di hindirê endamên TZPKurdî û KURDÎ/DERê (komela lêgerîn û pêşvebirina zimanê Kurdî) de hebe, hind jî bila xîret bikevî dilê gel ê Kurd.

Wê demê bawer bikin dê zimanê Kurdî jî bibe zimanê neteweyî.

Belê zimanê Kurdî rûmeta Kurda ye, tivê Kurd lê xwedî derkevin.

Di bêjîn û dawîya vê nivîsînê de ez derbeya leşkerî a 12 îlona 1980ê şemizar û rû reş dikim.  

Nîşe:
Govend: Bi pir mirova re bi desti, an jî bi mila tê girtin û govend tê girêdan.
Reqis:  Govendê de her mirovek bi serê xwe reqisî.
Reqas:  Ew mirovên wê reqasê gor hiş û hizirên xwe bi nîgara re reqisînê xemlînî.

Bu yazı toplam 7072 defa okunmuştur