Omer Dilsoz

Babelîsk û vekêşka evînê

13 Eylül 2009 Pazar 23:06

Hêza ‘berxwevekêşan’a evînê heye. Ev çendek e, hişê min li dorê vê pirsê ‘cirîdanê’ dike. Gava ez li dor vê pirsê digerim ‘babelîsk’ tê bîra min û difikirim ku ev vekişîn wekî babelîskekê be.

Heke em wisa hizir bikin ku her tiştê bi ser navê jiyanê ‘germ’ be û her tiştê bi ser navê mirinê ‘sar’ be, wê demê, tenûr û agirê vê germahiyê jî hebî nebî her evîn be.

Ew tîna wê germahiyê jî wekî babelîskekê di ruhê me wer dibe û lê diale.

Evîn heke ‘xwêya’ jiyanê be, wê demê jiyana bê evîn bê tam e û wekî tenûra vemiriyayî sar û qerimî ye.

Di jiyanê de her tiştê ku evîn tê be xweş e, geş e û şewq û ronahiyê dide derdora xwe.

Evîn, tîna lerzika dilî ye; wekî tîrêjê direşe ser hişê mirovî û hizr û bîr û boçûnên mirovî pê ronahî dibin.

Evîn, hilavêtina rojê, barîna baranê, vejîna birûskê û şînhatina suriştê ye.

Her tiştê ‘germ e’; tînvedana her tiştî ye.

Evîn, tîn e; tîna lêksiwarbûna du çavan, lêkaliyana du bedenan, lêkristina du dilan, lêkborîna du ruhan e.

Evîn, kel e; kelvedana hestên ter, hilçûna arezû û hevnasîna dil û mejiyê însên e.

Evîn, xweberdena ber pêlên tîna dilekî delodîn e. Dûvçûna tînê ye; nuqilbûna bi ber pêlên germahiya laş û beden, ruh û xweziyan e.

Însan, bi hezjêkirinê bi xwe dihese.

Bi hebûna xwe dihese.

Bi germahiya hebûnê dihese û bi vî awayî xwe temam dike. Xwe çêtir nas dike. Xwe di tîna hezkirinê de ji nû ve keşf dike, dinase û ji nû ve pênase dike. Xwe bi agirê evînê dikuje û ji sertapê xwe vediguhêze dirûvekî dîtir û li xwe rast tê.

Ev xweberzekirin û xwejinûvedîtina muthîş wekî babelîskekê hiş û dilê mirovê evîndar dipêçe û wî li hev tîne û dibe; ruhê wî bi barana hest û xweziyan dişo, mejiyê wî bi lêmişta xewn û xiyalan tarûmar dike û wî di germahî û tîna xweziyan de winda dike.

Evîn, serberdan e; serberdana hespê daxwazê li meydana xwezî û arezûyê.

Evîn, xwestin e; germahiya daxwazê ya rakêş e, mirov dixwaze wekî pelantîkekê di wê germahiyê de bihele, heza heliyanê, heza tînê, ya germahiyê, ya agirî, ya şewatê, ya şewitînê, ya sotinê, ya vejînê…

Evîn, dayîn e; dayîna tîna dilî, kela ruhê, mirov wekî rojekê ji xwe tîrêjan diweşîne û pê ronî û geş dike derdora xwe. Evîn pê çêdibe. Dikêşe ronahî hemû şewqên derdora xwe û wekî babelîskekê dibe guloka tîrêjê û tîşk bi tîşk belav dibe ser hemû jiyana mirov.

Pê germ dibe jîngeha te.

Pê xweş dibe wargeha te.

Pê geş dibe asoya ber te.

Babelîska ronahiya evîna te radikêşe ber te hemû delalî û xweşkokiyên jiyanê û te pê bilind dike. Evîn bilindbûna tîna dilî ye; her tiştê germ e, wekî jiyanê…

Evîn, te germ dike.

Babelîska evînê te dikêşe ber bi perwazên xwe; tu çend pey biçe ew zêdetir ber te ve tê, tu çend jê birevî ew leztir te dihingêve.

Bi evînê tu bi xwe dihesî, heke te xwe nas kir va ye tu bi evînê şa bûyî, lê heke te ji xwe ‘nefret’ kir û te xwe di yê/a hemberî xwe de asê kir, wê demê evîn sar dibe, har dibe, tal dibe; jan dide û jiyanê li te dike jehr û ziqum…

Bi kurtasî, evîn jiyan bi xwe ye.

Bu yazı toplam 5774 defa okunmuştur