Silêman Feqiyanî

Gor kakıla xwezayê rûye meha sıbatê

02 Şubat 2015 Pazartesi 12:40

Min pir caran ji, serspî an pîremêrên Colemêrgê bihîsti bû. Di nava salê de, ji pir rojan re navek danîbûn ê. Çimkî tev wan rojên di nava salê de navkiri di wê rojê de bûyerek di dawiyê de borî bû û bi wê bûyerê re ew roj navdar bibû. 
Mînak “Hejdeh adarê, hejdeh bihostên berfê hatin xarê û neman heta êvari” di gotin. Ev hejdeh adar di vê sedemê de navdar bibû. Wan rojên wê salê Colemêrgê berfa zivistanê barî tev helîya bû û Colemêrgîyan pezê xwe biribû zoma berbiharê. (Tê zanîn ku Colemêrgî biharê diçûn zoma berbiharê, havînê diçûn zomê û payîzê jî diçûn zoma payêzewara. Zoma berbiharê de nîvişk (rûn), normal zomê ‘normal zome a nava havînêye’ jî penîr û payîzewaran jî teremast ji bo zivistanê komdikirin.) Wê roja me goti hejdeh adarê di şevê de befr we bi hêl an ku xort barî bû, gor gotina pezê Colemêrgîyan li çolê bêrsan de telifî bû. An ku bihostek erdi nemabû reş, bi tevahî berfê girtibû. Di wê sedemê de zirarek mezin geheştibû pezê wan. Aha ew roj bi vê gotinê re nemir kiribûn. Hejdeh adara wê salê ji wan re xezeb bû.
Me got tev ev rojên wahe navkiri bêsedem nebû. Di jîyana Colemêrgîyan de ji bo navkirina rojên nava salê  pir mînak hene. Belê em dê bi yek dî mînak re mînakên xwe dawî bikîn. 
Carek dî serspî an pîremêrên Colemêrgê dema rexê qiblê an ku başûrê bajar ewrên wê reş be digotin “ev ewrên reş qasidê barîna baranê ye,”  heke ew ewir spî dîyarbiba “ev ewrên qiblê ên spî qasidê barîna berfê ye” digotin. Bi wê gotina wan re bihar û payîzan dem bi dem ewrên reş diketin başûrê bajar û wê rojê baran dibarî. Zivistan û payîzan jî ewrên spî diketin başûrê bajar wê rojê jî berf dibarî. Jîyana xwe de ev gotina wan min bi çavên xwe dît. 
Navbenda serspî an pîremêrên Colemêrgê de ji meha sibatê (reşemîyê) re salekî nêr û salekê jî mê dihat gotin. Ev salên nêr û mê di wê havîna borî de gor toxima/ê (gopika/ê) giya kifşdibû. Heke gopika/ê an toxima/ê giya zêde/pir be, ew sala tê dê sibat mê be û heke gopika/ê an toxima/ê giye hindik be ji sala tê re dê sibat nêr be digotin. 
Ev sala di gotin sibat nêr e, gor bîr û baweriyên wan, di çandinê de, fêqi, dikak û dirûnên wê salê, heta pez û heywanê wan bêxêruberek dibe. Di wê salê de hinbankên (mitbexên) gel vala dimîne. Pez û hêwanê wan zêdenabe. Dikak û fêqiyê wan gor sala borî zêde nagire. Bi kurtasi xwezaya wê salê dikizire.
 Ancax heke wê salê sibat mê ba dê xêrubereket bikeve herêmê û dê hinbankên gel bi risq re şipikî /şidyayî bibe. Pez dê cêmik re bizê. Dê xêr û bereket bikeve xwezayê. Dê rûyê tev mirovên herêmê bikene û kêfxweş be. 
(Ji peyva risqi re zimhêr, nefeqe û qût dibêjinê. Peyva zimhêr, nefeqe û qûti jî tevahi xwarin û vexwarina mirovan re dibêjin. Di nav peyva zimhêri de dewrêçal heye. Dewrêçal bi zêdehî ji xwarinên pez û heywan re çêdibe re dibêjin. Ên wekî teremast, soxetan, penîr, şaşi, loriki, keşke, rûn/nîvişk û hwd. hene.  Bi van re cida ji goştê hêwana ve qedît ‘goştê hişkiri’, qeylê ‘goştê payîzê de bipêjin û bo zivistanê raken re jî dibêjin qeyle.’ jî ji zivistanê re çêdikin. Ji xwarina hêwana a zivistanê re jî dibêjin debar. Debar jî ji çiqên daran re dibêjin çilu a dî jî bitevahî teşîdên giya re dibêjin.) 
***
Gor gel ê Colemêrgê ev rûyek ji rûyê meha sibatê re a hati navkirin e.  
Di rûyê dî ê sibatê de jî gore Colemêrgîyan gor gopika/ê giyayê havînê heke mê be “îsal sibat pîrejin e” heke nêr be “îsal sibat pîremêr e” digotin. Wê salê yek sibat pîrejin kîjan ji malbata taxi be, êvari mirovên wê malbatê çûvtenûri an jî gêziyê navmalê bi kincan re xemlîn in û li kuncikê xani danin ser doşekê. Pir xwarinên xweş re qedirê wê digirin. Roja dî a paştir ciwanê malbatê dirêzê de bi stran û lajeyan ve wi çûvtenûrki an jî gêzîyê navmalê ê xemlandi diben bo kurikê piştî mala xwe. (Ji darê nêzî du mitroya dirêj û zirav bi agirê tenûrê tevlihev dikin re dibêjin çûvtenûr) 
Roja dî a paştir jî bi wê selîqê an ku malbata sibata mê bi çi wate ji wan re înay, ew jî bi wê mînakê re dê bibin malbata nêzî mala xwe. Ev şole heta dawiya meha sibêtê bi şad û kêfxweşi berdewam dike. 
 Tiştik dî jî heye. Meha sibatê heke nêr be an ku pîremêr be ev bûyera ji pîrejinê re kiri ji pîremêr re jî dikin. Her we carek dî çûvtenûrki an ji gêziyê navmalê bi kincan re dixemlîn in û bi laje û stranan re ji keviçika malbatê re diben. Wê zivistanê heke sibat nêr an jî mê be ne girîng e, biçe kîjan malê divê ew malbat qedirê wi/wê bigire û destexankek dewlemend rayêx (danê) e. 
Ev jî heye. Heke rojek ji roja sibatê bibe befr, bager, seqem û bahoz  “wele mala filan kesê qedirê pîrejinikê an jî pîremêriki ne girtiye û ji wê çendê îroj pîrê an jî pîremêri baş pifkiriye herêmê” dibêjin. Heke rojek ji roja meha sibatê tave be, barîn çu nebe ew roj germ be ji wê mala wê şevê pîrejin an pîremêr têde de “Xwedê mala filankesi ava bike, bi Xwedê ewi vê şevê pir qedirê pîremêr an jî pîrejinê girtiye” dibêjin. 
Ev jî divê bibê zanîn. Dema sibata mê an jî a nêr navbenda malan de gêrîn in heke wê salê sibat nêr be teslîm ciwanê malê ê pêşîyê nezewicî, heke ê nezweicî çu nebe teslîm ê zewicî, heke ew jî çu nebe teslîm malxê malê dikin. Heke sibat mê be bi vê mînakê re teslîmi keç û jinên malê dikin. Di vê sedemê de kîjan roja meha wê sibatê bi bê kirin, raste rast navê sibat teslîm kî kiribe navê wi tê gotin. Axiftin bi qenci an jî xirabi ser navê wan di tê gotin. 
Lewma sibat mala kî be ew malbat wê şevê xwarinên netewî dipêjin. Çûvtenûrk an jî gêziyê navmalê ê xemilandi danin kunciki, ciwanan komdikin li wê malbatê kêfxweşiyê dikin. Piştî heta sibê xwarin û vexwarinê û henekiyê çûvtenûk an jî gêziyê navmalê ê xemlandi diben malbata rêzê.    
Gor a tê bîra min meha sibatê bi van bûyer û şîroveyan re di çanda Colemêrgîyan de cihek girîng digire. 

Bu yazı toplam 4995 defa okunmuştur