Silêman Feqiyanî

Erdheja Wanê

26 Ekim 2011 Çarşamba 05:02

Di dîroka mirovahiyê de rasti qanûnên xwezayê mirovahi maye bê taqet. Çendî di teknolojîyê de pêşve biçe jî, rasti qanûnên xwezayê mehtil e.

Ji van qanûnên xwzayê de hindik ev in.

Yek di vê nêzik de wekî wezebayê li bajarê Wan’ê ruyê xwe ê sahm nişa meda. Ji vê cida lêmiştiya avê, Lêmiştiya axê, lêmiştiya berfê (dibêjin vê lêmiştiya befrê aşitî û ji tev van lêmiştiyan re hindik dibêjinê reni,), sotina daristanê, çiyayê agirîn û hwd. qanûnên xwezayê.

Belê niha mijara sernivîsa me erdhej e û di vê erdheja bajêrê Wan’ê de karê welatiyan çi bû.

Rasti ez jî li başara Wan’ê dijîm û di nava vê dilsotin û bêçaretiya gelê Wan’ê de ez jî şirîkê hewar û hêvîyên wan bûm.

Meha Kewçerê roşa yekşemê bûyera Wan’ê de hêvî û awazên geli, girîn û lavahîkirina geli û zemezûrana zaroka dil û mêlakên mirovi disot.

Nalêna birîndarên giran û birîndarên sivik têrnedikir awaz û lavahikirina mirova bila here û newere.

Çapemenî çu ne, radiyo û telivizyon çu ne, telefon çu ne, xwarin vexwarin çu ne. Gel dinava sefalet û êşa dilan de qirqiçî.

Di van arêşan de herek dibeze hewara mirovê xwe, hewara cînarê xwe û hewara taxîyê xwe. Di bajar de an jî taxên dî de çiqewimiye an jî neqewimiye tu kes nizane.

An jî ev xezebe tenê taxê wan de heye an jî tev taxên bajêri û herêmê de heye tu kes tu jê nizane.

Rasti bi yek deqîqê jî me hêzên dewletê re tu alîkarî an jî ji tu kesê re tu alîkarî nedît. Tenê geli bi derfetên xwe ên xîzan re alîkarî dida hev.

Roja sêyê em giheştin çapemeniyê û nûçeyên televizyonan, me dît ku dewletê bi alikariya xwe re tu xemên geli nehêla ye. Ji tev geli re xwarin, vexwarin, xîvet (çadir) û kêmasiyên dî çareser kiriye.

Bi Quran û misheft direw e. Alîkariya çi karê çi. Ez fêm nakim ev hikomete, bivan direwan re dê heta kengê xwe veşêr e.

Ev roja sêyêye hêj taxê me pêle alikariya dewletê wêneya dewletê jî me nedîtîye. Nihe jî ên revî mala mirovên xwe ew revîn e, ên nerevî jî şev û roj berderê avahiyên xwe ên xirabe agir vêxistîne û çeke çeka didanên wan e.

Ji alikarîya dewletê re em kîjan mirovire bibezîn hevoka “herin nik parlamenterên AKP’ê, ên Wan’ê” wekî çekoçi nava çavê me dikeve.

Ez şêm vê bêjim. Ew virên di çapemeniya tirkide tên gotin qet rast nîn in. Lewre ew alîkarîya tê Wan’ê ji sê pişkan yek pişk tê belavkirin.

A duyemîn jî alîkarîya xîvetan ji hindik bajêran hatibû û ew xîvet jî her yek bi 200’dan hati firotin.

Welatiyên taxê me ji wan xîvetên 200’an hati firotin ji xwe re kirîn. Welatiyên di vê demê jî tu xîvet çu nîn in. Şevê heta sibê dimînin sermaya Wan’ê de. Heke îro ji xwe re çareseriyek dîtibin ez wê nizanim.

Me jî neşiya şerê sermayê û xîzaniyê bikîn, em revîn malên mirovên xwe. Belê Xwedê sebrê bide wan ewên neşiyayî birevin malên mirovê xwe û ji xwe re tu çareseri nedîti.

Bu yazı toplam 4986 defa okunmuştur