Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Wan hejiya, Kurdistan hejiya

Wan hejiya, Kurdistan hejiya

Rojeke payizê. Li derve taveke tînde lê hundirê malê germ nake. Roja yekşemê. Li malê rûniştime, telefonek hat: ERD hejiya!.. Bi rastî ez pê nehesiyam lê hate gotin ku li Amedê jî, ev velerza mezin ku 7.3 hate pîvîn, hatiye sehkirin. 

Demildest li birayê Elî geriyam, mala wî li Wanê ye, got, em baş in bi malbatî, paşê li xalê xwe, li meta xwe, li pismamên xwe…hemû li Wanê ne.

Jixwe bo Culemêrgiyan bajarê wan ê duyem Wanê ye. Êdî welê bûye, hema bêje Culemêrgî nîv Culemêrgî nîv Wanî ne.

Televîzyonan demildest verêja xwe ya weşanê guhart û êdî mijar bû ERDHEJA Wanê. Ez li ber ekranan rep bûme, ji cihê xwe nalivim. Her nûçe, her pêwendiya nû ya bi Wanê re bala min dikêşe û min dibe wan deran.

Giregirên erdhejnas ên Dewletê li ber ekranan ji vê kanalê dicing vê kanalê; Lê li şûna hewarra miletî derdê wan ew e ka şiddeta vê ERDHEJÊ çend e; berê gotin, 6.6, paşê 7.2ê. Herçend Navenda Erdhejpîvê ya Amerîkayê ev tundî 7.3 ragihandibe jî Kandiliya Dewleta Elî Osman rojeke sax bi pîverê borand.

Li ber ekranan, spîKERên xwedan hasten nijadperest ku di bin lêvên xwe re digirnijîn û “kêfa wan” bi vê karesata li ser xelkê KURD ê reben û belengaz hatî, heta hin ji piyê bavê xwe derdiketin, bêtexsîr dikarîn bêjin, “HERÇENDÎ bajarê Wanê be, xeberekî diltezîn û dilêş…”

De were li vê rûreşiyê binêre!

Heta roj çû ava jî, dewleta ku tabûrên xwe li Geliyên Tîyarê asê kirine û ketiye pey nêçîra zar û lawên xelkê vî welatî, her çi hîkmet be, negihîşt hewara xelkê Wanê.

Heta derengiya şevê jî Serokomarê ku şûr di dest de, peyameke serxweşiyê jî neda. Serokwezîr ha radibû, ha radibe, herî dawîn hat gotin ku li ERDÎŞÊ gihîştiye cihê karesat û bûyerê.

DEWLETÊ bi awayekî aşkere di vê erdhejê de, “çavê xwe li felaketê niqand” û bi mantiqa “Heçî jê çû ferq e, her kurdek kurdek e” nêzîkî vê bûyera diltezîn bû.

Heta, li ser gelek malperên civakî yên înternetê, Faşîstên Çavtarî yên Xwedênenas ên Tirk, “Kêfxweşiya xwe” bi vê zelzelê anîn lê bila li bîra wan be ku “XETA FAYÊ di bin wan re jî diçe!” Îro, li me sibê li we ye!

Duhî li Wanê ne tenê bajarê Tûjba lê hemû Kurdistan hejiya, ne tenê Erdîş û Geliyê Zîlana birîndar, lê hemû Kurdistan hilweşiya.

Ji ber hindê, îro roja hewarê ye.

Hemû KURD divê dest bihilînin û xwe di hawara WANÊ re bigihînin!        

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi