Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

DAIŞ Maşeya Kî ye

DAIŞ Maşeya Kî ye

Nivîsîna xwe a pêşîya vê de, di vê mijarê de serê beniki min hildabû destê xwe û xeyalên srokê AKP’ê gotibû. Ji wê nivîsînê paş de di çapemeniyê de bi kêmasi be jî hindik nivîskar û rojnamevanan ser vê mirjarê dîtinên xwe înan ziman. Gor wan ev mijare ne tenê di xîmê AKP’ê de heye, ji wan cida pir dî hene. Ên wekî ABD’ê, AB’e yê û hindik qowetên Rojhilata Navîn jî harîkariya vê rêxistinê dike.

Rasti jî ev e. Ev rêxistina çavê wan xwîn girti bi xwe nekevtin rojeva Rojhilata Navîn û cîhanê.
Ji bilî vê ev rêxistina di nava mêjiyê wan de tirsa Xwedê çu ne, xwezayî jî nîn in. Bi van pirsan re ji bo hebûna vê rêxistina Dewleta Îslamî a Iraq û Şamê (DAIŞ) pir dî pirs û gotin hene.
Wê deme di sedemekê de ev rûreşiya mirovahiyê û kirêtiya Ola Îslamê derket ortê. Yêk an jî hindik ên berjewendîya wan ser xîmê hebûna rêxistina DAIŞ’ê heyî eve derêxistin û serê gelên Rojhilata Navîn kirin bela.

Bi yêkemîn ên berjewendîya wan bi hebûna vê rêxistinê de heyî, ên wekî Tirkiyeyê, ABD’e yê, AB’e yê û qowetên nava Rojhileta Navîn de hebûn. Eve bi serkevtina kurdan de zikreşin û neyarên kurdanin û Rêxistina DAIŞ’ê kişdikin kurdan. Gor hêvîya wan qirana kurdan bînin û kurdan di vê xwezayê de an jî herêmê de gêzibikin.

A duyemîn gelên Rojhilata Navîn bêqowet bike û dewlemendîya Rojhilata Navîn a ser erdi û a bin erdi ji xwe re bibe. Evê herêmê kirin bin destê xwe.

A dawiyê jî Ola Îslamê wekî olek xwînrêj, xwînxwar, neyar, rikdar, zalim, diz, hîz, rojên xwe bi talanan re diborînin û ji neyarê mirovan re nîşa bide. Mislimaniyê kirêt bike, mislimaniyê ber çavên mirovan reş bike û tevahi mirovan bike neyarê mislimaniyê.

Lewre ev rêxistina Dewleta Îslamî a Iraq û Şam-DAİŞ’ê a niha Rojhilata Navînde avabû bi tevahî xwedîyê vê armancê ye. Bi tev êrij û neyariya vê rêxistinê ser kurdan e. Nahêlin kurd di herêmê de bibin qowet û binyatê wan qelînin, ev jî kêfa hindikan diîne.

Hebûna vê rêxistina ji Xwedê netirs, bû sedema koçbera bi hezaran mirovan. Bi hezaran kurd, Êzîdî, Tirkmen, Ereb, Sûryanîyan axa xwe berdan û kevtin çol û çolistanê. Bûn muhacir.
Ji van gelan bi hezaran re pêş çavê cîhanê serê wan ji nav milên wan kirin, bi hezaran bi gijiloka fîşekan/ guleyan kuştin, Bi hezaran jin û keçên van gelan an li xwe mahr kirin an jî bi mînaka kixsekê firotin. Bi gotina xwe a “Allah û Ekber” re misliman û ên nemisliman serjê kirin, şûrê xwe di dilka zarokên nebaliq çiqilandin.

Ev bûyerên ewan dikirin jî kêfa hindikan diîna û hizira wan ev rêxistina xwînê çavê wan girti tu zirarê nade wan. Gor wan dê kurd û ev gelên me jori goti di vê herêmê de mehin û ew jî dê talana xwe bikin. Lewre ewan jî dîroka xwe de ev bûyerên DAIŞ serê kurdan û gelen Rojhilata Navîn de dike, ewan jî diîna.

Belê tiştika bala mirovi dikêşe. Ev şêx û mişayîxên dinyayê û herêmê. Ev mele û misilmanên ji Xwedê tirs. Ji bo çi rasti zilm û zordariya vê rêxistinê sekinîne. Tenê temaşe dikin û bêdeng in. Pêş çavên cîhanê xwîna xalîxereza di herike, tu ji wan nabêje “misilmaniyê de ê xalîxerez nahê kuştin û ê vê bike qatil e û ji Xwedê wahe negotiye.”

Di tê zanîn ku di dîroka Ola Îslam de ser mirov û mirovahiyê hovîtîyek wahe bi rik nehatiye kirin. Di Ola Îslamê de xwîna mirovên xalîxerez bi vê mînakê ne herikîye. Di cara duyemîn de dubare dikim.
Hey mirovên ji Xwedê tirs, hey şêx û mişayîxên girêdayî Ola Îslamê, guh bidin wijdana xwe û vê kirêtiya ser Ola Îslamê tê kirin, vê rûreşiya ser Ola Îslamê tê kirin û zilma ser gelên Rojhilata Navîn tê kirin sekinîn in. Nê ên nemisliman jî dibêjin tu olan de ev zilm û zordari, ev kirêti û rûreşi, hovîtî û qetilxûnî çu nîn e, hûn seba çi sekinîn e û bêdeng in.

Ên ji bo serkevtina vê rêxistina ji Xwedê netirs, vê hovîtî û qetilxûna wan temaşe dike. Wijdana hewe nalerize. Ji bo xwesteka xwe a qirkirina kurdan û gelên herêmê çi hewce heye hinde xwilqiyat zirarê dibinê. Nê ê harîkarê vê hovîtî û qetilxûnê dike ew jî şirîkê wan e û wekî wan qatil e. Neyarê Ola îslam e.
Hey ê wekî vê rêxistina ji Xwedê netirs û harîkariya wan dike. Heke hindî serê derzîyê dilka we bilerize, nehêle ev ciwanên têkilî vê rêxistinê dibin biçin têkil wan bibin. Tev rojan û bi yaybet rojên înê bila mele banga kirêti, xwînrêti, hovîtî û qetilxûna vê rêxistinê bikin. Ev rêxistine çendî zirarê dide Ola Îslam ji gel re bibêjin. Bila bi hişyariya hovîtî û qetilxûna vê rêxistinê re ciwana hişyar bikin û nehêlin ciwan bibin şirîkê vê hovîtî û qetilxûna wan.

Vê bûyerê de bi hebûna vê rêxistina DAIŞ’ê re navbenda hêzên kurdan de tifaqi çêbûye. Bi vê tifaqiyê re di Rojhilata Navîn de tenê kurd rasti vê kirêtiya ser Ola Îslamê tê kirin têkoşînê didin. Ev tifaqiya navbenda hêzên kurdan de pêngavek herî girîng e û mirov bi vê tifaqiyê re kêfxweş e. Wekî me goti di tev çeperan bi tifaqiya kurdan re kurd şer dikin û êrişan dibin ser qowetên DAİŞ’ê. Pir aliyan de jî mizefer dibin.

Belê dilka mirovi maye hewa re. Lewre ev tifaqiya navbenda hêzên kurdan de dê heta kengî dewam bike. A rast hêvîya me ewe ku heta dawiyê tifaqiya kurdan di her xalê de berdewam be. Lewre bi vê tifaqiyê re dê pişta neyarê xwe danî erdi û rasti êrişên DAIŞ’ê mizefer bibe. Bimire ev hovîtî, rik, zilm û qetilxûna DAİŞ’ê. Serkevtin ji tifaqiya kurdan û gelên Rojhilata navîn ên mezlûm re.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10