Diyalektîka “aqilê” Ehmedê Xanî
Gava biharê pala xwe da havînê û xizîranê kelegerma xwe ya derengmayî nîşan me dide, rojên TUYAPa Amedê yên têr kurdî, standên mişt “Ehmedê Xanî” û panelên li ser wêje û gotinê…
Gelek nivîskar, li ber standên weşanxaneyên xwe, wekî aşvanê harvanê xwe daye aşî, bi dilekî xweş, çav çirûsk çirûsk xwendevanê/a ku ber standê ve tê û radihêje pirtûkê dinêre… (Jixwe heke ew pirtûka bê rahiştin ya wî/wê be hingê wekî nêçîrvanê seyda xwe kirî, şa dibe)
Çend panel li ser Ehmedê Xanî û “deryaya ramanên” wî ya kûr hatin lidarxistin.
Hinan “Xanî” li bane gerdûnê, heta hinekan li bane gerûnê jî jê re cih nedîtin û xwestin wî û ramana wî bi xwendevanan bidin zanîn û serwextkirin.
Ehmedê Xanî, xwedan serdema hêj “netewetî” ji malzaroka diya xwe nebûbû cenî, alaya kurdayetiyê bilind hildaye û xwestiye kurd di cîhanê de xwedan şeref û azad bin.
Xuya ye, gava xanî dibêje, “kurd ne esl û binyad in” balê dikêşe ser têgihîştin û nêzîktêdayîneke hemberî gelê kurd û bersiva “hinek kesan” dide.
Ehmedê Xanî, di nêrîna xwe de “li bal riya aqilî” cihê xwe girtiye û xwestiye kurd vê rê bidin ber xwe da ku pê serfiraz bibin.
Xanî, bi nêrîneke diyalektîk xema “azadiya xelkekê” wekî pêwîstiya sereke dîtiye û ji bo wê “manîfestoya azadiyê” dariştiye.
…
Xanî, hêjayî gotinê ye ku dema xwe, pêşiya xwe gelekî baş “analîz” kiriye û ji bo dema bê rê û rênima pêşkêş kiriye û bala kurdan kişandiye ku “giyayê hewşê yê tal” li ber xwe şirîn bikin û bi lihevgirtinê vê tacîdar bikin.
…
Ji lew re, divê em bi diyalektîka “aqilê” Xanî têbigihêjin û ne wekî “bila hema di dîrokê de navdarekî me jî hebe” an jî bi nêrîna “mirîperestiya zindîkuj” xwe tenê bi “xweziya xwe bi wî (wan ên pêşî û pêşengên me) bînin” û mesele wekî “namûsa dîrokê” binirxînin.
Na…
Ne Xanî pêdivî bi tiştekî wisa heye, ne jî çi kurdekî. Mesele, ev e ku em bikaribin aqilekî diyalektîk di navbera xwe û Xanî de deynin û wî û bîr û hizra wî fêm bikin.
Xanî nimûneya “hebûna aqilê me yê kulturî û dîrokî” yê duh e, di heman demê de, Xanî di “jêrhişa me ya çandî” de pêpelinga herî bingehîn e. Tovê hebûna me reşandiye.
…
Ji ber hindê jî, gava em Xanî dinirxînin û dixwînin, diviya em wî di roja xwe de, yanî îro û bi hizra îro binirxînin.
…
Em hinekî pêdetir biçin, heke Xanî îro jiyaba dê çi bikira?
Vê pirsê çend caran bipirsin û piştre careke din hemû ber û berhemên Xanî (Nûbara Biçûkan, Mem û Zîn û Eqîda Îmanê) ji sertapê bixwînin.
…
Min bersiva vê pirsê ji zû ve li bal xwe peyda kiriye; jib o meraqa we bêjim, ji kerema xwe li Ehmedê Xanî yê di romana Neynika Dilî binêrin!...
Ehmedê min; jib o azadî û serxwebûna kurdan berê xwe daye çiyê û li wê derê di encama komployekê de ruhê xwe teslîmê Xwedê kiriye. Xaniyê min ê îro azadîxwaz e, manîfesto û Mem û Zîna wî jî ajandaya berggewr e…
Nizanim, Ehmedê Xaniyê we heke niha bijiyaya dê li kî dera vê jiyan û têkoşînê bûya?!
Vê diyalektîkê serederîyê pê bikin…
…
Bi hêviyên xweş!...