Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Çîroka herî kin

Çîroka herî kin

Ji bajarekî dûr hatibû rêwiyê şevê, na na, ne ku navê wî rêwiyê şevê bû, lê wî wê şevê, di wê rêwîtiyê de ew nav li xwe kiribû.

Navê wî, dê wekî çîroka wî ya wê şevê kurt û kurdûnde bûya… Te dî, mirov xewneke xweş dibîne, a rast ew jî çîrokek e, na na, çirûskeke ji gelek çîrokan, an jî çirûsk in ji çîrokekê, tu, hin lê serwext nabî ku “bîrhatin” jê bizên û di goşeyeke mejiyê de wekî kozmîkgehekê bimîne.

Xewa rêwiyê şevê dihat gava otobûs ber bi riya dirêj a ji bo wê hatinûçûyîna her rojî, ji bo rêwiyan, rêwîtiyeke nû û cihê meraq û heyecanê. Nîv xew, nîv hişyar e, dixwest pirtûka ber destê xwe bixwîne, lê mîratê kengî serê xwe bitewîne, mîdê wî li hev dikeve, dilê wî radibe. Nikare.

Paldanka rex wî vala ye, çi kes lê rûnenişt, otobûs di rê de ye, li beramberî wî rêwiyeke ciwan heye. Nizanim çawa çêbû, bala wî kişand, xuya bû, rêwîya şevê jî bala wê rêwiyê kişandibû – belkî jî nekişandibe, helbet dê çi carê ev pirs nekira û bersiva vê jî nezanîba. A rastîn qet xema wî jî nebû…

Di navbera xew û hişyariyê de, rêwiyê şevê, di tariya şevê de xwe li çirûskvedanên hişê de dît. Tê de digevizî; bîrhatin wekî lêmiştê bi ser hişê wî de qulopil û qel dibûn. Pê hesiya ku stûyê wî bi paldanka otobûsê ve şehitî ye, avek ji berkar xwest, girt û di carekê de bi ser devê xwe de kir. Belkî tenê rasthatineke be, lê rêwiya li paldanka beramberî wî jî, di heman demê de avek xwest û vexwar.

Dîsa bala wî nekişand, lê dîsa jî xwe negirt û di bin çavên xwe re, çend caran bi dizîka li rêwiya ciwan nihêrt: Keçikeke esmer, xwe li ser paldankê wekî jûjiyê xwe dikişîne qalikê xwe, xwe komî ser hev kirî, çend bisk ji porê reş rûyê wê nixumandibû.

Dîmen û çîroka vê dîmenê, bi dilê wî xweş hat… Wekî ku li aveke zelal binêre û bêyî ku dilê xwe de tiştekî biborîne, wisa temaşe kir, jixwe, baş serwext nebû ka hişyar e an van tiştan di xewa xwe de dibîne.

Piştî bîskeke dîtir –rêwîtiya 12 saetan- lê ji ber ku ew xew bûye, ya ji wî ye bîskek e- rêwîyê şevê, ji tîrêjkên tavê ên di cama otobûsê re dawerivin ser rûyê xwe hişyar bû. Dîmen êdî zelal bû. Piştî çendekê peya bû. Ber bi mala xwe kete rê. Lê ew çi bû? Keçika di otobûsê de li paldanka beramberî wî rûniştî, çend gava li pêşiya wî dimeşe.

Piştî rojbaştêdanekê, qederekê bêdeng di ber hev de û bi hev re meşiyan. Piştre keçik li taxsiya li ber rawestiya siwar bû û berî ku siwar bibe, çavên wan li hev ketin…

Taxsî çû. Bîrhatin li pey çênebûn. Rêwiyê şevê, bêyî ku nave wê jî bizanibe berê xwe da otobûsa Belediyê û ber bi çîroka rastî ya jiyana xwe kete rê…      

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
5 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi