Silêman Feqiyanî

Zarok pîrozwer in

24 Nisan 2010 Cumartesi 23:53

Di Tirkiyeyê de bîstusê Nîsanê (avrêl) cejna zarokan e.  

Ev peyve herî girîng e. Çimkî ji zaroka re tiştik hinde biqedruqîmet çunîn e.   

Çimkî di cîhanê de ji zaroka re ceşnek wahe pîrozwar  bi rexê tu welata de nahetiya rojevê. An ku ji tu welata de ji bona zaroka tu cejn amade nebû ne.

Belê ji bo kêfxweşiya zaroka, ji bo dilka zaroka a wekî tîrojê rewneq, şewq dide rûyê wan û rûyê wan biken têxe, ev herî girîng e. 

Raste, ji zaroka re ev rojevek nûye û ev pêngave di cîhanê de biresti jî yekemîn e.

Kêfa zaroka bingehiya kêfa mafê mirovan e. Mirov di vê berçavkê de kêfxwaşîya zaroka pirs dike û di vê berçavkê de li zaroka xwedî derkeve.

Hezkirina çavê zaroka de dema mirov dibîne, kêfa de dilka mirovi dileriz e.  

Tê zanî ku zarok bingeha mafê mirovan e. Zarok bingeha têkilahiya mirovan e. Zarok ronahiya pêşveçuna gelan e. Zarok temsîla şikluşemala rojeva bingeha mirovan an ku gelan e.

Zarok rih e, can e, semyan e, ronahiya çavan e, avêtina dilka dê û bavan e. Zarok jîn e, jîyan e. Ji hebûna zaroka re tu peyv têrnake ku mirov xerc (serf) bike.  

Bi kurtasi zarok dê e, bav e, bapîr e, dapîr e, xal e, xwarza ye, mam e, jinmam e, pismam e hwd. Zarok binyatê gel e. Heke mirov xwedî zaroki dernekeve, mirov xwedî bê* a xwe jî dernakeve.

Ji binyatê me, ji binyatê we, an jî ji binyatê wan re tu kes çunîn e ku ji zarokiya xwe re nehati van roja. An ku binyatê mirovahiyê de bê gotin zarokti hebû ye.

Di vê bingehiya hiş û hizirên mirova de pîrozvahiya zaroka çendî ji bona mafê mirova re girîng e, ew jî di têkilahiyên mirova de derkevî pêş çav a.

Haa…

Heke ji bona binyata mafê mirova zarok cihekî hinde herî girîng digire, wê demê pirsgirêka zaroka dê çawa çareser bibe divê em mezinên wan, têkoşîna wê bidin.

Tenê dema zarok hatin rojevê ji pirsgirêka wan re neyînin rojevê. Divê zarok dibinyatê jîn a me de her dem rojeva me de bin. Divê em ji bona bê a zaroka ya ji destê me tê em paşve nedin.

Heke em ji bona zaroka xîretê diden, wê demê ji bona bê a wan, imkanên xwe danên ortayê.

Me seba çi zarok înane rojev ê.  

Me got vê meha Nîsanê (avrêlê) di cîhanê de tenê Tirkiyeyê de cejna zaroka he ye. Ev jî me got ji bona zaroka re (yên cîhanê re an jî ji yên welat re) tiştikê pir girîng e û mirov ji bona vê cejnê pir kêfxweş e.

Tu du şekiroka bidî destê zaroki zarok pir kêfxweş dibe, belê çend roj serda bibore dê ew zarok wan şekiroka jibîr bike. Belê ev cejna bîstusê nîsanê di jîna zaroki de cih digire heta jîyana wi a en dawî.

Çimkî kêfa zaroka kêfa mirovi ye, kêfa dê û bavê ye.

A herî girîng em kêfxweşiya zaroka re çend têkildar in.

A girîng ev e.

Her gel ji mafê zarokên xwe re tenê di welatê xwe re berpirs tê dîyar. Rasti ev jî xeletiyak pir mezin e. Çimkî zarokên tevahî welata divê di bin berpirsîya mirovi de be.

Em Kurd, Tirk di vî welati de çend ji zarokên xwe re xwedî berpirsî ne divê em pirsa wê bikîn.

Di Tirkiyeyê de bingeha zarokên Kurd û Tirka dema kete rojevê kîjan ji wan çend dibingeha mafê mirova de tê paraztin û nahê paraztin derkeve ortê.

Dilka mirovi dileriz e dema mirov tînî ziman belê di Tirkiyeyê dê zarok ji mezina pêtir tên îşkence kirin û pêtir tên kuştin. Bînin hizira xwe heke welatekê de seba tiştê pûç sêhezar zarok bikevin dadgeha, li wî welati de zarok çend tên parazkirin kifş dibe.

Kîjan zarokên Tirk û Kurda di kîjan imkana de perwerdehiya xwendinê dike? Kîjan zarokê Tirk û Kurda dema kete perdewehiya zimanê xwe yek bi hezkiri yê dî nehezkiri di wê pêrwerdehiyê dibînî, divê bê aşkerakirin.

Cudahi navbeyna wan de he ye an nî ne, divê bê dîtin? Cudahiya zarokên tu welata divê çunebe, çimkî zarok gor navê xwe zarok e. Vîyana wan, hezkirina wan, daxwaziyên wan, kêfxweşî û gazindeyên wan wek hev in.

Herê cejna zaroka.

Belê mixabin ev cejna dicîhanê de tenê biyekemîn Tirkiyeyê de heyî, dibe kêfxweşiya tevahî zarokê cîhanê belê nabe kêfxweşiya zarokên Kurda.

Aha eve, ev neheqiya dilê mirovi disoje. Mirov di vê neheqiyê de dilkul û xemgîn dibe. Ev wekî agirê tenûrê laşê (cendekê) mirovi disoj e. Cudahiya navbeyna wan de, di rûyê wan de kifşdike. Kî bi vê cejnê re kêfxweş e, kî kêfxweş nîne ê pêş çav.

Înternetê Nûçeyên Geverê de min temaşeyî pîrozwariya zarokên Colemêrgê a bîstusê nîsanê (avrêlê) kir. Temaşeyî wêneyên zaroka ên nûçeyê de derketi kir, çi ji we veşêrim ez matmayî mam.

Di vê cejna bîstusê avrêlê a di cîhanê de yekemîn de, rûyê tevahî zarokên cîhanê bejdarî vê cejnê bû û ê zarokê Tirki biken bû, belê rûyê zarokên Colemêrgê bixem bû.

Gor wênayên Nûçeya Geverê rûyê zaroka de cihê kêfxweşi yê, ê dilşadî yê xemgînî, dilsoti, dilmayî, hizirên şermokî di herikî.

Ji zaroka re ev cudahiyek herî girîng e. Em mezin vê cidahiya navbeyna zarokên Kurda û zarokên dî baş dibî nin. Belê zarok hindî me nebînin jî carek dî di xemên rûyê wan de kifş e ku fahm dikin.

Ev ne qeder e, ev rast bi rast zordari ye û cidahi ye. Ev rik e û ev xwîndari ye. Ew kîjan wijdan e zarokê nebalq, zarokê dilka wi wekî mîskuembera têxî nava cudahiyê û înkarê. Hêvîya min ew e ku her rondika ji çavê van zaroka diherike, bibe tîr ji kivani verese û cergê wi bide ê bû sedema wan rondika.

Heke binyatê zaroka de kêfxweşi û dilşadî çune be dê domahîka wan de mirovên çend bijûndar jê derkevin ewê têlim gor wijdana hindika.

Çimkî zarok pîrozwer in, zarok nazdar in, zarok şirîn in, zarok wekî kulîlkê ne, divê zarok azad mezin bibin.

Zarok wekî kulîlkan in me got.

Wê demê divê baş guhdariya zaroka bikin heke zarok wekî kulîlka çilmisîn dê binyatê mirovahiyê bê, dê xwe dinava agirê qiyematê de bibîn in.

Hikometên bê wijdan werin cahiya îşkencê, kuştin ê û vebûna dadgeha re xwedî van kulîlkan derkevîn. Ew in salên bên de xwedî me derkevin, werin salên xwe ên bên tarî nekîn.

* Gelecek

Bu yazı toplam 5729 defa okunmuştur
xeleti
 // FEQIYANÎ
Bersifka (çünkü)yê bixeleti (LEWRO) hatiye nivîsîn, a rasti (LEWRA) ye
Biborîn in....
28 Nisan 2010 Çarşamba 11:42
Hişyariya te re spas
 // FEQIYANÎ
Birêz Colemêrgî pêşîyê ji bona hişyariya te, ji te re sipasdikim. Paşê em temaşeyî FERHENGOGa di aliyê Zana Ferqînî hati nivîsîn û aliyê Enstituya Kurdî a Stenbolê re hati weşandin fikurîn. Rûpelê ferhengokê ê 283 yê de bersifka peyva Tirkî a ÇÛNKÛ ev bersifke hatiye nivîsîn. (LEWRO, ÇIMKÎ, ÇUNKÎ, ÇIKO, ÇİKÛ, JI BER KU)
Di wê ferhengokê de rüpelê 612ê de jî peyva bi Tirkî İŞKENCE yê jî bi Kurdî (ÎŞKENCE, ŞKENCE, TEHDE, TEHDAYÎ) hatiye nivîsîn. Ev yek. Ya duyemîn jî peyvên (CIZARET, EZAP) hatiye nivîsîn. A sêyemîn jî peyva (ÎŞKENCE) hatiye nivîsîn. Tu heqî rasti ya girîng peyva Kurdî hatiba nivîsîn çêtir bû. Çarek dî spasiya te dikim....
28 Nisan 2010 Çarşamba 11:24
awneh
 // culemergi
tu kurdı di niwisi bes hındek kemasiyette hene tu tırki ji di niwisi [çimki işkence] ew çıne...
26 Nisan 2010 Pazartesi 01:12