Silêman Feqiyanî

Wijdan! Guhdariya xwe bike

20 Temmuz 2011 Çarşamba 12:44

Mirov heke di gomanên xwe de du ali hizir bike û bekeve xewnerojka, di nava qirarên xwe de jî dikeve nakokîyê de. Qirara mirov dinav de divê wek xîmê mifriq qahîm be.

Heke xîmê gotinên mirovi an jî xîmê hizirên mirovi sist û xaf be tu qiymeta gotinên wi namîne. Lewre ev xîmeyê gotin an jî hiziran wekî xîmeyê ser cemedê ye. Dema cemed helî dê ew xîme jî bi gotin û hişên xwe re winda bibe.

Di dîroka tirki de bi taybet di îktîdara AKP’ê de mînakên bi vi şikli ev heşt- neh sal e tev hatine dîtin.

Ji bo têkilbûna AB’yê (Yêkîtîya Ewrûpa) de, di van salên îktîdarê de herî pêngav avêtin, mixabin di avêtina van pêngavên direwîn de ma. Ev avêtina van pêngava ku ji bo têkilî AB’yê bibe, tenê mayne gotin û hişan de.

Lewre ji bo têkiliya AB’yê de ev pêngavên avêti wekî xîmeyê ser cemedê bû. Ev di dîroka tirki de a heşt- neh salan de hate pêş çav. Ev pêngavên têkiliya AB yê de sed direwa rahêla rastiyekê. Ji bo vê mînakê kurd “pifkêêê, ka ya te ye ma kadîn jî ya te ye” dibêjin.

Ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan di bin navê vebûna pirsgirêka kurdan de pêngav avêtin. Ev jî bi sed çîraçepan de guherîn. Di bincana sed nav û kirêtîyan de ev vebûna pirsgirêka kurdan de wekî margîseyan rûyê xwe guherî.

Di vê avêtina pêngava çareseriya pirsgirêka kurdan de bi hezaran siyasetvan, rewşenbîr û zanistanê kurd têkir girtigeha. Di navbeyna kurdan de cidahi zêde kir û kurdên qenç û kurdên xirap kişkirin hev. Kurdên qenç kurdên wi ne, kurdên xirap jî kurdên xwedî derkevtina binyatê xwe ne. 

Di hilbijartina danzdeh pûşberê de çiqê zeytûnê nîşa kurdan da, pişt de jî bi kupali parlementerê kurdan ji parlementerîyê êxist û ji xwe re parlementerek beleş hilda. Di vê liv a xwe re, raman û îredeya kurdan binpê kir.  

Di bin sîvanê hinde pirsgirêka de di nava kurd û tirkan de tengavî derêxist û di vê tengavîyê de xwe wekî rûnê helindi ser avê êxist.

Li Colemêrgê de di nava eşîreta Silehîya de qewmek heye dibêjin wan zîv. Bi tirkî dibêjin zîvi kirkayak bi kurdî jî dibêjinê şahmar. Tê zanîn ku zîv jî xwedîyê du seran e. Dema zîv bikeve tengavîyê bi her du serê xwe re berevaniya xwe dike an jî rahêle armanca xwe.

A AKP’ê jî ev e.

Bi xwe têr nake leşkeriyê diîne harî xwe, bi xwe têr nake, çapemenîyê diîne harî xwe, bi xwe têr nake oldarên dewletê diîne harî xwe, bi xwe têr nake, civatên (cemaat) wekî civata Fetulah Gulen diîna harîkariya xwe. Di tengaviyan de di bêjin bi xwe têr nekir bixu bixu jî ji xwe re înan. Heke mirov kurtasi bêje, bi xwe têr nake bixubixuyan diîne harê xwe.

Mirov di şê bi tevhevî mînakan re hiş û ramanên xwe bîne ziman.

Di vê dawîyê de tev çapemenîya tirki û a dinyayê ser kuştina sêzdeh leşkeri, du gêrîla û kî ne, kî derêne, ên winda pênç dî ciwan dî  re mijul e.

Ev kuştina 13 bi zêde 2 û bi zêde kuştina 5 ciwana di pişt kîjan perdê de hatî kirin gemar e. Ev kuştina wan a penî re tev bajêrên tirki de êrij li ser partîya kurdan û kurdan berdewam e. Ev jî nîşê dide ku Serokwezîr, serokomar û wezîrên Tirkiyeyê axavtinê pêşkar dikin. Ev jî dengê şeriye, nedengê aştiyê ye. Xwedê avekê bi vî agiri dake ku kurd û tirk wek bira a di welatekî demokratîk de bijîn in. 

Di nava daristanekê de evan ciwanan jîyana xwe winda kirîne. Ji bo wan ciwanan ku ên hati kuştin ji leşker re be an jî ji gêrîla re be, dil û hinavên mirovi disoje. Navê kuştinê, mirinê, windabûnê giran e û ev peyvene ji mirovi re tezî, xem, sar, kuvanî, dilsoti û hwd. tê.  

Dili divê ku ji tu aliyan re, an ku ji aliyê leşker re û di aliyê gerîla re tu kes nehê kuştin û windakirin. Lewre ên tên kuştin her du jî zarokên vî welati ne. Bi windabûna wan re rondikên dayikên wan bi rengêkê û bi dilsotinekê ji çavan dibarin.

Di vî şerê qirêj de tiştik bal dikêşe. Dema ji gêrîlayan re yek hate kuştin dê û bavê wi an jî lêzimê wi “min nevê leşker jî û gerîla jî jîyana xwe winda bike, ez hêvî dikim şer sekine, min birati divê, min aşti divê” dike hewar. Belê dema di vî şerê qirêj de leşker jiyana xwe winda bike dê, bav û lêzimê  wi “kahr olsun PKK, Şehîtler ölmez vatan bölünmez û kana kan” di dirûşm qîrîn.

Di bêjim bila dilka wan mirovên hilkulîna şeri dikin bila bileriz e. Bila bînin pêş çavê xwe, heke ewên tên kuştin û windakirin zarokê wan be dê rondikên wan çawa bibare. Herê dibêjin, heke ji van zarokan yek yê wan be dê dilka wan çend bisoj e. Bila bînin pêş çavê xwe û wesa jî hizir bikin. Ku ca cihê daxwaziya şeri, daxwaziya aştiyê bikin.  

Rawestana vî şerê qirêj di navbeyna lêvên hindik mirovên bêwijdan de ye. Heke guhdariya wijdana xwe bikin û kuştina van ciwanan bînin pêş çavên xwe dê wê demê jî, vî şeri rawestîn in.

Wê demê ciwan jîyana xwe winda nakin, dilê dê û bava nasoje. Rondikên dayikan dilop nake nava dilka wan a ji zarokê xwe re evîndar.

Sedem şerekî qirêş, kuştina mirovan û a hêwanan ji kû alî ve bê bila bê ez şemizar dikim.

Bu yazı toplam 4379 defa okunmuştur