Silêman Feqiyanî

Provaksîyon

20 Ağustos 2012 Pazartesi 12:37

Ez texmîn dikim ku ‘PROVAKSÎYON’ bizimanê kurdî de tê wateya ‘ALOZEKIRIN’ ê, an jî kişkirinê. An ku hişên mirovan di dem de guhere û mirovan diêxe nava xeleti, caran jî dibe rastiyan. A rast naha provaksîyon tê çi wateyê mijara me nîn e.

Belê em dizanîn ku alozekirin bibizavek xwe a kirêt re, hiş û hizirên mirovan tevlihev dika, mirovan rasti yek dike rikdar.

Caran mirov didema xwe de nava hiş û hizirên mafêmiroravan de xwe hizir dike, belê yek an jî hindik mirov dibin sedema tevlihevbûna wan  mafêmirovan.

Welatê me de tev polis an jî leşker bi vê wateyê nava kurdan de provaksîyonê dikin. Wekî wan pir jî provaktor jî hene kurdan û tirkan kişdikin hev. 

Rasti kişkirina mirovan an jî proveksîyona mirovan sanahiye, bele dawiya kişkirin/provaksîyonê de ên tê qewimî dibe sedema kirêtîyê û mafêmirovan dane bin pê.

Em zivirîn mijara xwe.

Şevêdî an ku şeva cejna şekirê gelê Colemêrgê heft sali heta heftê sali meşiyabû nava sûkên bajar. An ku kolanên Colemêrgê bi mirovan pêl/şilq dida. Wekî tê gotin tu derzîkê bavêji hewa derzî nakeve erdi. Nava kolanên Colemêrgê bi mirovan re şipikî bû.

Vê  cejnê de gele Colemêrgê hindik jî be xwe ji kul û kuvana, ji xem û xeyalên qrêjû bijarti bû û xwe berdabû nava kêfxweşîyê.

Esseh aliyek dilka wan de zilm û zordariya ser wan tê kirin cih girti bû, bele wê merxeba cejna şekirê ewan didemek kurt de, ewan ew zilm û zordarî jibîr kiribûn û xwe berdabûn kolanên bajari. Rasti dema mirov nava kolanên Colemêrg de dimeşî, mirovi kêf û şadbûna nava çavên wan de bi çavên rûs didît. Bi zêdehi zarokên Colemêrgîyan dibe ku ev deh cejn e xwe wahe şad û baxtîyar nedîtibûn. Di rûyê tev zarokan de kêf û kêfxweşi hebû.

Belê Xwedê mala provaktoran xirab bike.

A şevêdî an ku şeva cejna şekirê Wezîrê Hindir İdrîs Naîm Şahîn kiri jî tê vê wateya provaksîyonê. Mixabin em carek dî dubare bikîn bila Xwedê mala provaktoran xirab bike.

Tê zanîn welat de rûyê İ. N. Şahîn di rojeva welat de rûyek  pir bireng e. Tev axaftin û hizirên wi dem bi deme dikevin rojeva welat. Bi zêdehi ew çend neyarê kurdan e, tev cîhan wê dizane.

Dibe ku we diçapemeniya tirki de bihîstibe an jî xwendi be, Î. N. Şahîn ji bo cejna şekirê dê bê Colemêrgê. Lewre ewi serê Colemêrgîyan pir divê û heke cejnê bi Colemêrgîyan re pîroz neke kêfxweş nabe.

Ewi jî wekir û roja pêşîya cejnê hate Colemêrgê. Geheşt û negeheşt bajar bi pêlava xwe a herîve û biparêstina sedan jorve polîsve derket kolanê. Me gotibû welatiyên Colemêrgê heft sali heta heftê sali kolanên Colemêrgê tiji kiribû. Î. N. Şahîn bi parastina sedan jorve polîsan re dema derketi kolana Colemêrgê berteka Colemêrgîyan kêşa.

Bi vê berteka wan re polîsan bere tivengên xwe serevraz girtin û bihezaran tiveng peqandin. Bi peqîna tivengan re tev welatiyê Colemêrgê kevte nava xiroşê (telaşe) û karê revînê kirin.

Aliyekê zemezûrana zarokan, aliyekê revîna jin, keç û zilaman, alîyê dî de jî bialiyê ciwanan re avêtina keviran kolanê Colemêrgê bibû mahşer. Kolenên Colemêrgê ew qiyas tevlihev bibûn tev jin û zarok kevtin binpê a.

Ev jî marîfeta Î. N. Şahîn bû. Tu dê beji heke Î. N. Şahîn wê demê an ku wê şevê derneketiba kolanên Colemêrgê dê bingehê hikometê hejîyaba.

Aha ji te re mînakek provaksîyonê û dawiya wê provaksîyonê nêzî deh mirov birîndar bûn. Gişt Colemêrgî xemgîn bûn. Rika wan pêtir mezin bû. Cejna wan ji wan re bû qureder û ziqim.

Herbijî Î. N. Şahîn. A te kiri tu xweşmêran nekiribû. Tu serfiraz û kêfxweş be, kêfxweşi û serfiraziya Colemêrgîyan negirîng e. Te ev cejne ji Colemêrgîyan re kir qureder, mawt û pêmirin, tu jî kêfada zikê xwe mezinbike. 

Bu yazı toplam 3965 defa okunmuştur