Silêman Feqiyanî

Pifkirin

23 Haziran 2014 Pazartesi 17:54

Peyva pifkirinê gor kirin û bizava xwe, cihê xwe di nava mirovan de digire. Pir caran pifkirinê mirov di aliye henekî û micidiyê de navbenda xwe de di rojeva xwe de dernaxin.
Dibe ku ev wateya pifkirinê di tê çi wateyê pir ji me nizanin. Lewre tê zanîni ba ê mirov ji hindirê xwe de, lêvên xwe mûç bike û derêxe jiderve re dibêjin pif. Bi zêdehi mirov ji bo vêxistina û vekuştina agiri de hewceyî pif ê dibe. An ku bi ba ê hindirê xwe re vî karê xwe bibine cih, Ji vî kari re jî dibêjin pifkir(ê)in. Pifkirê.

Wekî din, dibe ku hindik bêjin di rojeva mirovahiyê de tu dî bûyer çu nîn in ku em xwe bi wê re mijûl bikin? Ev mijara pifkirinê ji kû hat?

Belê willa di rojeva welat, Tirkiye û dinyayê de bûyer hind zêdene, mirov nava wan bûyeran de xendiq e. Heta mirov bûyerekê binivîse hêj ew bûyer cihekî germ de, sed dî bûyer di qewimin. An ku mirov vêra nagehe tev bûyerên biqewimin bihêle rojeva xwe de. Ewê jî mirov heke bi yêk hevokê de vê dîtinê bîne ziman ew jî “ev di xîme û hêvênê qapîtalîzmê de heye” di şê bibêje.

Bi zêdehî hikometa AKP’ê ji bu berdewamiya îqtîdara xwe ku ca gelên Tirkiyeyê bixapîne, diziyên xwe veşêre, kurdan û hebûna kurdan înkar bike û hwd. rojeva Tirkiyeyê bi yek deqîqê de diguhere.
Em bi zêde serê xwe bi vê hevokê re ne êşîn in, em zivirîn mijara xwe.

Pifkirin caran tiştik negirîng e, caran jî tiştik pir girîng e. An ku pifkirin gore wateya wê ye. Hindik pifkirin hene ba ye, ji hêrsê an jî ji keyfe mirov berde û diçî. Mirov wî ba ne sedem çu kirin û bûyeran ji hindirê xwe di de mezaxtin. Wekî mirovê/a bi hêrsê, rikê, xem û dilsotinê de di hindirê xwe derêxe û dide mezaxtin. Hindik pifkirin hene wekî me jori goti mirov ji bo vêxistin û temirandina agiri di de mezaxtin.

Hindik pifkirin jî hene navbenda mirovan de ji bo henekî û micidiyê de dikeve rojevê. Ev pifkirina navbenda mirovan de nahê wê wateyê ku mirov ba ê hindirê xwe bide mezaxtin. Ev pifkirina nav mirovan de bi kirin û bizavên mirovan de di tê gotin.

Bi zêdehi ev peyve di aliye mirovê direwîn re di tê gotin. Heke mirovek navbenda axiftinên xwe de peyvên we bêje ku tu mirov baweriyê pê neyine an ku direwa (vira) bike re dibêjinê pifbikêê.
Ev pifkirina navbenda mirovan de tê gotin bi hindik mînakan re berdewam bikîn.

*Heke êk direwekê bike ji wi/wê re “malmîrat bes pifbikê, ka a te ye ma kadîn jî a te ye” dibêjinê.
*Heke êk direwekê bike ji wi/wê re “wele te an jî wi, we pifkirrê tirsa min ew e ku heta sibê berf û bahoz bikeve herêmê” dibêjinê.

*Heke êk direwekê bike ji wi/wê re “malxirab te we pifkiriba ê, evê direwa te xwe ser devê kêrê an jî ser beniki gêrtiba” dibêjinê.

*Heke êk direwekê bike ji wi/wê re “bes pifbikê ku dawiya fifkirina te lêmişti neherikin, aşîti nehên û erdhej çênebe” dibêjinê.

*Heke êk direwekê bike ji wi/wê re “bes pifbikê em di oldariyê de birayê hev in” dibêjinê.
*Heke êk direwekê bike ji wi/wê re “wey bavoo, ewi hindî pifkirê gamêş îna rêza kêç ê” dibêjin.
Mirov cur bi cur van mînaka dişê zêde bike, belê divê serê hewe bi van gotinan re neêşîn în.
Herê gelo heke mirov bimîne gomanên girîng de, nava hevserok û serokên partîyên pergalê (düzene) de, nava serok û hevserokên partîya hikometê de ên pifdikenê hene an na?
Di tirsim nava hevîrê mêjiyê hewe de “tu bi me re henekiyan dikî, lewre xîmê wan ser pifkirinê ava ye” dibêjin. Û “Polîtîqaya kakila sîyaseta Tirkiyeyê bi bifkirinê re hatiye nexşandin” dibêjin. Baweim wekî vane pir dî goman û dîtinên hewe hene.

We nîn e?

A herî zêde ev peyva pifkirinê di nava serok û hevserokên hikometê de divê bê şîrovekirin. Lewre dem û deqîqê de peyvek a ji devê wan derkeve peyva dî nagire.
Bi pir caran pifkirinê ku dê pirsgirêke kurdan çareser bikin belê ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan re tiştik dîyarnake.
Ji bo çareserîya pêvajoyê pir pifkirinê mixabin çareseriya pêvajoyê çu deran dîyar nake. Cihê çareseriya pêvajoyê razemendî û hilkulîna şeri dikin.

Pifdikirin ku dê rondikên çavê dayikan sekini ba? Ê pêş çav rondikên çavên dayikan hêj nesekinîn e.

Mirov di minen şaş. Ev du sal e kîjan pêngava girîng di aliye hikometê de hate avêtin. Ji hilkulîna û razemendîya şeri, berheviya şeri û ji bo xwe parêstina şeri de çêkirina kalekol û qereqolan wê de çi pêngavê girîng avêtîne.

Roja pêşîyê de min got ew pifdikinê û îroj jî dibêjim ew pifdikinê. Di vê baweriyê de ez di mînim şaş. Herê gelo ew kîjan kurde ku baweriyê bide hikometa AKP’ê. Heta îroj ji kîjan gotina rêber û partiya kurdan de pêngavek di xala girîng de ji bo çareseriyê avêtiye.

Belê carek dî em di hiş û hizirên zelal de dê baweriyê bidin wan, li bendêne.

Bu yazı toplam 6767 defa okunmuştur