Ümit Yazıcıoğlu

Guftugokirina Federalîzmê

2006-02-17 21:42:53

Êdî li gorî baweriya di navbera YDA (Yekitiya Dewletên Amerika) û YEyê (Yekîtiya Ewropa) de pêşdikeve, divê Kurd çıqas dibe kêm bila bibe lê hewceye jı bo armancên hevkar bên ba hev û polîtîkayeke netewî di qada sîyasetê de bimeşînîn. Ev bûyer bandora xwe li ser Tirkiyeyê jî nişan dide û ji ber van pêşveçûnan pirsgireka Kurd li Enqereyê jî di nav mijarên sereke de cîh digire.

Ji vê mebestê wekî dîyarkirina serokê HAK-PAR’ê, parlamanterê Demokrat Partîyê û DYPê yê berê, newiyê Şêx Seîdê serokê serîhildana kurda li hemberî cumhurîyetê ya yekemîn, birêz Abdulmelîk Firat vê îddîaya hanê pir tîne ziman ku, li Tirkiyeyê nasnameya kurdan bi polîtîkayên dewletê ve di bin tahdeyê de dimîne û bikaranîna mafên demokratîk tê astenkirin. Dîsa ji bo çareserîya pirsgireka Kurd pêşnîyarîya federasyonê tîne ziman ku bi dîtina min ramaneke di cîh de ye.

Divê bê ji bîrxistin ku, ji hêla têkiliyên navnetewî ve giranîya Swîsreyê li gorî mezinahîya erdnîgarî û hejmara şenîyê wê bêhempaye û negengaze jî bê hevrukirin. Lê mînakeke balkêşe ku ev dewleta di cîhanê de evqasî xwedî hêz e, di nav xwe de bi pergala kantonan tê birêvebirin. Mînakeke din jî pergala YDAyê ye û mezinahiya sînorên eyaletên vê dewletê pir cuda e. Wekî mînak “hejmara şeniyê Calîfornîayê 35 mîlyon e û hasilaya wê ya safînebûyî 1.37 trîlyon dolar e. Aborîya Calîfornîayê li gorî pîvanên 2004an di cîhanê de Fransayê, ku ji hêla hêza aborîye ve 5mîn e, derbastir bûye."

Heke bê dilkirin û welatê me jî ji nu ve bê vedîtin, di wê bawerîyê de me ku, wekî YDAyê rêvebirineke bi pergala serokatî ji bo kurd û tirkên ku li anatoliyê dijîn re dê bibe çereserîyeke serkefti.

Di vê ditînê de rastî û mafdarîyeke girîng heye. Ji ber ku pergala federasyonê di cîhana îroyîn de wekî rêbazeke rêvebirina dewletan bi gelemberî ye. Yekîtîya Dewletên Amerîkayê (YDA), Elmanya, Qanada, Awistrya, Swîsre, Awistralya  û Rusya tê zanîn ku welatên federal ên sereke ne. Dîsa wekî geşedana aboriya Calîfornîa  û Swîsreyê jî nîşan didin ku welatên bi pergala eyaletan tên rêvebirin ji welatên unîter zêdertir xwedîyê hêza geşedan û pêşveçunê ne.

Di pergala federal de tê dîtin ku him dewleta federal him jî dewletên (herêmên) federal li gorî pêdivî û taybetîyên xwe, xwedî zagonên bingehînin. Dîsa li gorî vê pergalê dadgehî, rêveberî û zagonsazî heye. Bi piştevanîya vê rêbazê em dikarin vêya binavkin: “pergala federalîzmê di navbera dewleta federal û dewletên federal bi saya hevpeymanîya zagona bingehîn di ewlehîyê de ye û bi vî awayî parvekirina desthilatdarî di qada herêmî û netewî de pêk hatîye.

Di federalîzmê de eyalet wekî karê navxweyî serbxwe ne. Li gorî Prof. Dr. Norman Paech di pergaleke dewletên weha de ya îdeal “Kurd çawa dil dikin, hewceye wisa jî bijîn”, li gorî vê biwê newê di navxwe de azad û serbxew ne. Ev feraset zanyarên kurd ên wekî min re nêzîktêdayîneke serbest (lîberal) an jî xemsar nîne. Di heman katê de ev bawerî bi binesazîya xwe ve gêrêdayî zagona bawermendîya têkiliyên nav gelane ku “ji bo biryardayina çarenusa xwe mafê netewan” diparêze.

Êdî ev rastî tê zanîn ku di cîhanê de Yekîtîya Ewropayê projeyeke demokrasî û şarîstanîyê ye. Tirkîye lihevruniştinên Yekîtîya Ewropayê re deweleteke ku êdî nirxên rojava pejirandî ye. Li gorî vê yekê, guftugokirina teza federalîzmê jî ji bo welatê me, gava têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê bên li ber çavan, êdî realîteyeke rasterê ye û xwe lê feremûş kirin ne gengaz e.

Tirkîye, ku ez bawerim dê di nav Yekîtiya Ewropayê de cîh bigire, wê di heyameke  demdirêj de xwedî tercîha Yekîtîya Awrupaya Federal be û ji vê mebestê biwê newê  gereka niha ve ji bo kurdan derîyê guftugoyên federalîzmê veke. Wekî din di wê bawerîyê de me ku derbasbûna pergala serokatî dê baştir be. Ji ber vê yekê diruvê rêveberîya herêmî ji hêla sîyasî, rêveberî û darayî modernîze kirin, di welatê me de tenê guherîna xizmetên gelemperî ve namîne, dê tehrê (diruvê) pergala rêvebirina kargerîyê jî biguherîne. Bi vî awayî serokê pêşerojê di tirkiyeya me de dema xizmet dide cîvatan dê gelan diha rast temsîl bike, di hevdîtinan da diha şeffaf bibe, li gorî daxwazên hilbijêran diha bihîsyar be û ji bo hemwelatiyan dê diha nêzîkî guncavên têkîlyan bibe.

Bi rastî jî “modêla Almanyayê” ku çendek berî vê li Colemergê Serokê CHPê Denîz Baykal qal kiribû, gelo realîteya bi pergala dewletên federe ve xwe nade der? Disa li Almanyayê, partîya Wîlly Brandt SPDya Denîz Baykal pir rumetê didê, ji bo Yekîtiya Ewropayê Tirkiyeya ku dê di nav de cîh bigire re gelo federalîzmê naxwaze?

Ji ber hincetên hanê Yekitîya Ewropayê “ji bo biryardayina çarenusa xwe destekariyê dide hebuna mafê netewan û li gorî vê jî alîgire ku pirsgireka Kurd di nav çarçeveya Krîterên Kopenhagen ve bên çaresarkirin. Ji ber ku pirsgireka Kurd rastîyeke cîvatê ye. Yekîtîya Ewropayê jî kurdan bi mafê Nasnameyê, ziman û çandê wekî hevkarbûyîna Komara Tirkîyeyê rewa dibîne”. Wekî tê zanîn jî “pirsgireka kurd êdî bi tevayî veguherî li ser pirsgireka nasmameyê u mijara polîtîk."

Tê zanîn ku, her çi sedemê dibe bila bibe heke pirsgirekek bi hincetên xwe ve ji holê ranebin tu carî çareserî jî pêk nayên. Wekî raya Ewropayê jî ji bo rêveberîya “eyalet” an jî “dewleta unîter” hêsan bimeşe destekariyê dide beşdarîya gel û divê gel him bi raste rast him jî bi awayên cûrbecûr di nav pergalê de cîh bigire. Ev jî ji bo pêşxistina hişmendîyeke nujen ji Tirkîyeyê re elzem e. Ji ber vê yekê dema gava pêşin tê havêtin pîvana dadweriyê pewîste û divê di temsîlê de bicîh bibe ku hewceye di sêrî de baraja hilbijartinê ya sedî 10 di heman katê de dakeve sedî 5an.

Belê him di cîhanê him jî di herêmê de pirsgireka netewî ya ku serekeye û hê nehatiye çareserkirin tenê pirsgireka Kurd e û çareseriya wê jî ji ber hincetên heyî ne hêsaye. Lê li gorî min Tirkiye ramana xwe ya di derheqa pirsgireka kurdan de, ya di derheqê Kurdistan’a bakurê İraqê û ya di derheqa PKK’yê diguherîne û zehmet be jî edî ew jî haydar e ku divê hinek tabuyan hilweşîne. Dîyare ku hikumet ji bo çareseriya pirsgirekê demeke dirêj dide ber xwe. Heke hinek mîheng bên rastkirin  û ji bo Tirkiyeya ku dixwaze beşdarî Yekîtîya Ewropayê be bi referandumekê bikaribe pergala dewleta federal di bin banê serokatîyê de damezirîne wê gelek derîyan veke.  Êdî raya gel jî ji tiştekî weha dihise û bendî guherîna van tiştan e.

TÊBINÎ: [wergêra tirkî bo kurdî ji bal dissertant Mag. Ahmet Pelda hatiye kirin. Ez sipasî wî dikim.] 17 Sibat 2006 Berlin.

Bu yazı toplam 3583 defa okunmuştur