Silêman Feqiyanî

Erzaniya Mirovi

05 Haziran 2011 Pazar 15:32

Polîtîqayên dewletê a qirkirina kurdan, îmha û înkara kurdan niha di polîtîqaya AKP’ê de aşkera û vekiri rûyê xwe nîşê dide.

Di dawiyê de jî dewletê, kurd bi destê kurdan dane qirkirin. AKP’e jî niha kurdan bi destê kurdan de rik têxe û dide kuştin.

Di vê dawiyê de ji aliyê kurdan de, ji kurdên nekifş re hebûna wan a heyî an jî neyî nehêzan in. AKP jî tîne rojevê û kurd jî wekî tiştik qewimtîye we bi wan re diaxivin.

Ev lîstika AKP ser kurdan dike, kurd jî xwe dinava wê lîstikê de dibînin.

Mixabin e, welle mixabin e.

Ma na bêjin tu deh cara bêje êkê tu dîn i, ew jî dê xwe dîn hizir bike û dê dîn bibe.

Ev kurdên alîgirê AKP’ê , AKP kurdên pîrozwer nîşê dide. Bi vê nîgaşa ser wan re xwe wekî heskûyê nav girarê dibîne.

Ne hewceya ez navê wan bidim, lewre ew xwe dinasin.

Ewin ku serkevtina kurdan a van rojan nabîn in.

Ewin ku bi hezaran daketina qadên azadîyê û bi tifaqi re serhildanên kolana nabîn in.

Ewin ku kurdên xwedîderketina zimani, xwedî derketina xwe ji xwe re kirîne şîyari û berdêlên herî girîng di vê sedemê de didin, nabîn in.

Ewin ku hebûna xwe qorbani hebûna polîtîqayên AKP’ê kiri û xwe di vê kirêtiyê de nabîn in.

Bi destûra we be, ez dê hindik gotinên kurdan jêr nivîsim ku kî çi jê fahmdike bile we fahmbike.

Ji hindik mirovan re “xweşmêrê (lewendê) malbavê ye çi bike jê tê” dibêjin.

Ji mirovê herî biaxive û viran berde re “ziman e û banê devi, çawa hereket bike we digere” dibêjin.

Ji hindik mirovan re jî “mirov e şîrê xav vexwariye, ne rastê wi raste, nejî çepê wi çep e” dibêjin.

Bi van gotinan re berdewam bikîn.

Her jin zaroka tîne, lê her jin egîdan nayîne. / Here ba wi yê ku te bigirîn e, neçe ba wi yê ku te bikenîn e. / Ji welîyan welî, ji xwelîyan jî xwelî çêdibe. / Her kulîlk ji bêhna xwe dîyare. / Kiras ji seko nêzîktir e. / kurmê darê ji darê ye. / Bi aqilê vala tu nagihî hevala. Bi werîstê xelkê mirov danakeve bîrê. / Bila av te bibe lê di ser pira namerdan re derbas nebe.

Mînakên wiha aliyê bav û kalên kurdan re hati gotin, mirovi bivê dê herî zêde bike.

A rasti dema AKP’ê navên kurdên ji xwe re bijarti, nêzû hilbijartina parlementeran de êxisti armanca xwe, dizanî ku kurd bitev dê bi vî axaftinên pûç re mijûl bibin.

Armanca wan a herî girîng bi gotina wan a “kurd ên min û kurdên hevrikê min” ji hev cida bike. Û van kurdên danî rojevê jî, têkilî kurdên xwe bike. Di vê inyeta xwe re jî mizefer bû û ev kurdên êxisti rojevê têkilî kurdên xwe kir û her du komên kurdan jî înadin rasti hev. 

R. T. Erdogan dema ferzendê dibîne “min heftê parlamenterê kurd hene, kurd alîgirê min in û ev kurdên min in. Ev şad in, kêfxweş in, azad in û hez jîyanê dikin” di bêje. Di berdewamiyê de “ew alîgirê cudabûnê nîn in. Ewan tu têkilî bi ziman û çanda xwe re û dîroka xwe re nîn in. Ew welatiyên herî girîng in” dibêje. Bi gotina “bi van kurdan re tirk jî birane” û kêfa de dibe çargoşe.

Rasti van hizir û hişên R. T. Erdogan divê doza kurdan bibe çi, ew girîn e.

Belê dema kurdekê biryara xwe da, divê kar û zirara gelê xwe jî bide pêş çavên xwe. Divê di vê biryara xwe de, an wekî çiyayê simbi nemir û ser pê xwe be. An jî di vê biryara xwe de, heke gelê xwe ji çu hisab neke dê wekî çiyayê nemrudê ser nixwûl be. 

Bi xwedî derketina xwe û bixwedî derketina rayên xwe re cihê heftê-heştê parlementerê ji AKP’ê re bijêre, bila heftê-heştê parlementerê Bloka Ked, Aştiyê û Azadîyê bijêre.

Lewre heke heftê- heştê parlementerê Biloka Kad, Aştiyê û Azadîyê bikevin meclîsê wê demê dê dengê R. T. Erdogan jî bê birîn û R. T. Erdogan jî bi parlementerê xwe re destê xwe dirêjbike destê aştiyê.

Ma êdî nebes e?

Heta kengî dê kincirê (kincê) ber pê AKP’ê bûn. Heta kengî kurdê xwenenas û neyarê xwe be, xwe ji van hişên kirêt de xwe bêjîng bike.

Divê kurd xwe erzan neyîn in ziman. Lewre erzaniya mirovi xwe firotina mirovi ye. Mirovê xwe firot di aliyê civakê re nahê hezkirin. Di mîne jiderveyî civakê.

Bes e.

Ev dema hilbijartina danzdeh pîşberê ew dem e.

Hindik ma û divê tu kurd xwe şaş nekin û ray a xwe bidin xwe. Lewre tev kurd dibêjin ray namûs e, namûs nahê firotin.

Bu yazı toplam 4583 defa okunmuştur