Silêman Feqiyanî

DI SÎYASETA TIRKIYEYÊ DE GELÊ COLMÊRGÊ

04 Ağustos 2014 Pazartesi 12:22

Colemêrg di dîroka herêma xwe de, bi taybet dîroka Tirkiyeyê de hemû deman cihek pir girîng digêrt. Her we di dîroka Tirkiyeyê de rasti dewletê û rasti hikometên di vê dewletê de avabû de bi mînaka şûjinê di kevte çav û dilka wan de. Dilka wan tazî dikir û mêjiyê wan aloze an ku tevlihev dikir.

Em binêrîn dawiyê ku Colemêrgê rasti van dagirkeran bi çi wateyê ew tirsandîne û çawa bûye reşeyê xewnên wan. Bi mînaka melkemoti, serê wan bûye bela.

Bi yêkemîn navbenda pêncî salan dawiyê û heta îroj di nava Colemêrgê de rasti hikometan çu bûyerên micid çênebûne û gelê wê bêdeng bû. A rasti ev bêdengîya Colemêrgîyan jî ji wan re xofek mezin û tirsek girîng bû. Heke gotin bi cih be ev bêdengîya gelê Colşemêrgê di nava mêjiyê wan de bi mînaka bombeyekê dipeqî û sahma wan pir giran dikir. Ma nabêjin ji gera avê a bêbin (kûr), ji siwarê tinê û ji rika dijmini bitirsin. Bêdengîya Colemêrgîyan jî rasti hikometên tirki bi vê wateyê bû.

Di aliyê çand û çandinê de, di nêrît û kevneşopîyê de, dîrok û jîyanê de û rabûn û rûniştinê de Colemêrgî tu caran wekî wan nebûn û ji wan cida bûn. Tu mamendîya xwarin û vexwarin, rav û nêçîr, şivani û gavani û têkilyên navbenda Colemêrgîyan û tirkan de çu nebû. Her du gel bi mînaka reş û spîyî ji hev re cida bûn. Eve jî di bû sedema şikestina qedemên hikometên tirki.

Rasti jî wekî me goti bi tevahî van mînakan de, Colemêrgî di sîyasetê de tu deman bi sîyaseta hikometên tirki re nebûye tifaq. Di dawiyê de heta îroj ji sîyaseta hikometên dagirker cida qirar daye û Colemêrgîyan ji derveyî sîyaseta wan siyaset kirîye. Ev cidabûna sîyasetê navbenda wan de ew dîn û har dikir, di vê sedemê de Colemêrg û Colemêrgî ji xwe re neyar didîtin.

Dîroka Colemêrgê de dagirkeran pir zilm û zordari ser serê Colemêrgîyan barandiye, carek dî Colemêrgîyan bi vê bêdengîya xwe re ew peqandîye.

Nahê bîra min ku di hilbijartinê dangdayîna gelî de, Colemêrgîyan bitevahi gelê tirki re nebûye tifaq. Her dem ji bilî sîyaseta wan de xwe kifşkirîye. Çendî dengdayîya gelî di nava Tirkiyeyê de çêbûye tirki herê gotiye belê Colemêrgîyan na gotiye. An jî tirki na gotiye Colemêrgîyan herê gotîye.

***
Tê zanîn ku ev eşîretên Colemêrgê an ku eşîraeta Pinyanişiyan û a Ertoşîyan bi pir babikan re çiq dane. Her bavek di wê eşîretekê de xwedî eşîretek biçûk û girêdayî eşîreta mezin e. An ku girêdayî eşîreta Pinyanişiyan an jî a Ertoşîyan e. Di bingeha vê daxuyanîyê de hewce nîn e ku em dîroka van eşîretan bînin ziman.

Dibe ku ez di aliyê agahbûnê de xwedî kêmasiyanim. Belê a vê dawiyê çêbû, gor a min bihîsti, dîroka Colemêrgê de nava van du eşîretên Colemêrgî û bi vê mînakê tifaqi şer çêbû. Di bû navbenda hindik bavkê van du eşîretên mezin de şer çêdibû, belê ev şerê nevbenda van du bavikan de belavi tev eşîreta Ertoşî û Pinyanişiyan de nedibû.

Rasti hêzên tirki ên bajari hêvî dikir ku eşîrat bi hev re şer bikin û ji hev hindik mirovan bikujîn. Caran dema navbenda wan eşîretên girêdayî erşîreta Ertoşî û Pinyanişan de şer çêdibû, eşîretên di dikevtin navbendê û silha wan dikir. An ku nehêlan şer mezin bibe.

Gor gotinan di vî şerê vê dawiyê çebû de carek dî hêzên dewletê nekevte navbenda şeri û bi taybet temaşeyî şeri kirîye. Mirov dimîne şaş ku şexsên di nava van eşîretan de û bi rik êrij dikin hev, nabêjin ku ev hêzên dewletê seba çi temaşeyî me dikin û nabin berevan?
Na bêjin ku hêzên hikometê, derketina geli a kolana qedexe dikin ne ji ber rawestana şer e, ji ber kirêtiyek mezin e ku rasti Colemêrgîyan dikin?

Ev şerkûkên nava van eşîretan de nabêjin zarok, xwişk, bira, bavên wan di nava gêrîla de ber mile hev ji bo azadîya wan têkoşîn didin û em dê piştî vî şeri bi çi rû re temaşeyî navçavên wan bidin? Ev şerkûke nabêjin em ên her du eşîretan ji bo xwedî derketin û azadîya xwe li ber milê hev rasti dagirkeran têkoşîn didin û armanc û hêvîyên me yêk in?

Nabêjin bi tevahiya Colemêrg, navçe, gund û bajarokên wê de, em Ertoşî û Pinyanîşî tevlihev bûnê, êsîlê avahiyên me li ber kêleka hevin û em cînarê hev in û dê çawa dawiya vî şerê bê wate de, paşê temaşeyî nav çavê hev bikîn? Na bejin Ertoşî û Pinyanîşî bi hev re xizimin, keçikên wan li mala hevin, ser destexanka xwarinê bi hev re nan dixwen, dê çawa bibin xwîndarê hev? Na bejin nava ciwanên van eşîretan de pir ji wan şîrmakên hevin û wan şîrê dayikên hev mêtîne. Di vê sedemê de birayên hev in.

Herê gelo ev şerkûke nabêjin herê gelo neyarê me herduyan jî yêk e, em bi vî şeri re kêfa neyari li xwe diînîn, ev çi bêaqiliye em dikîn? Di vê dawiyê de jî ji bo nasnameya xwe û azadîya welatê xwe Colemêrgê bi mînaka mirici her dem navçavê dakirkeri diket. Belê mixabin di vê meha remezanê de nifrîna hindik neyaran weşîya ser Colemêrgîyan.

Şarederê Colemêrgî ê kevin rêzdar Fadil Bedîrhanoglu “dilka Kurdistanê diêşe” goti bû. Rast e. Colemêrg dilka Kurdistanê ye û seba êşek ji êşên pir biçûk re îro diêşe. Seba êşek pir biçûk di herêmê de û cîhanê de kevtiye rojevê û ji wan re bûye rûperê rûreşîyê.

Ji bo vê êşê dilka mirovi dizoje, mêjiyê mirovi tevlihev dibe. Bêhna mirovi ji singê wi dernakeve. Mirov ji ser hişên xwe diçe. Di aliye neyari û dijminiyê de ev her du bira, şîrmak, destebira, xizim, xezûr, zava, bûkên hev, rasti hev sekinin û mirovan ji hev didin kujin. Ev ne şehnê Colemêrgîyan e. Ev zirarê dide navbenda xwişk û biratiya wan, zirarê dide nevbenda xizim têkiliyên wan ên şirîn, zirarê dide armanc û bîrubaweriyên wan. Ev jî dilka mirovi disoje.

Di tev nexweşi û neyariyên dikevin nava gele Colemêrgê de çawa dilka Kurdistanê diêşîne, her we dilka tev mirovahiyê diêşîne. Bi taybet dilka min jî pir diêşîne.

Bu yazı toplam 4779 defa okunmuştur