Silêman Feqiyanî

Agirê Newrozê agirê aşîtîyêye

21 Mart 2009 Cumartesi

Di vê xweza ê da dîroka hemû gela da her wext zalimek wekî Dehaq he bû ye. Ji vê cografyayê da jî wekî hemû gel a, Kurda jî pir zalimê wekî Dehaq hebûn. Bes Kurda kuştina yêk ji wanra agirê azadîyê û pêngav a berxwedanîyê avêtin. Zalim ê ji hemûya zalimtir ew bû.

Ew jî ew zalim bû, bili zalimiya wi bi xwîna ciwanên kurda ra birînê xwe dermen dikir. Nav Kurda da di bêjin “ya vi desti bo destê dî na mînî.” Evi zalimi ji nav Kurda da binyatê ciwana qelandi bû. Ji wan ciwanên hati kuştinda du zarokên hesinkar Kawa bûn.

Dawîya wê zilm û zordarîya Dehaq da rêz hati bû zarokê hesinkar Kawa ewê sêyemîn ê. Ku ca birînê xwe ewên pêposeyî bi xwîna wi derman bike.

Rasti hesinkar Kawa jî qet dili ne bû xwîna zarokê xwe yê sêyemîn ê bide wi zalimi. Ji wê çendê hesinkar Kawa jî di navbeyna hevalên xwe, ewên baweri bi wan bê da bêşa xwe kir û dê rasti vi zalimi serhildanê bikin. Bi wê tifaqiya/îtifaqi a wanda, ji xwera tîr, kivan, şûr û xencer amade kirin û man çavrê wê roja serhildan a azadî yê.

Êqibalê roja 20 adarê girêdide 21 adarê rêz a xwîna serê kurê hesinkar Kawa hati bû. Hesinkar Kawa jî bi çîra û çepa xwe gehande Dehaqi û bi darbe a çekoçi Dehaq kuştin û ser banê wi gûrî a agiri rakir ber esmani. Kurda dema dîti ku Kawa agir ser banê Dehaqi vêxisti, zanîn Kawa serfiraz e. Bi wê kêf û şahîyanê da hevalên hesinkar Kawa êrij birin ser dîwanxana Dehaqi û çend leşkerê wi an êxsîr kirin an jî kuştin. Çend Kurdê wi bajêri jî her çar alîyê bajêri û çîyayê bajêri agirê azadîyê vêxistin.

Ji wê rojê paşve di navbeyna Kurda da roja 21 adarê agirê azadîyê vêtêxin û dikevin kêyf û şahînîya. Û di vê cografya ê da Kurd ji bo azadîya xwe, gelên dî jî ji bo destpêkirina bihara rengîn newrozê pîroz dikin.

Piştî di nava Kurda da pêngav avêtina roja newrozê bi kurtahî me îna ziman, em di şên vê jî bêjîn;

Bili dehaqên miri (sekitî) hêj naha jî dehaqên zilm û zordarîyê ser Kurda dikin bi çav tên dîtin. Heçî dehaqê tê, dehaqê dawîyê li pêş çavê merovi şirîn dike. Çimkî pêtir qetl tên kirin, pêtir mirov tên winda kirin, pêtir zilm berdewam dike.

Dawîyê di nava Kurda da hind dehaq mirin, bes ma xelas bûn? Mixabin heta îro rêz bi rêz dehaq ser serê Kurda zêde bûn. Hindî ku Kurda Dehaq kuştin, Dehaqên nû derketin.

Her we:
Kurd hind sanahî ne hatîne van roja. Wek hemû gelên bindest, Kurd jî dizanin ewan çend îza, cefa, rizwa kêşayne. Kurda di dîroka xweda piştî çend kul û derda, dawerîna rondikê çavê dayika, kuştin, lêxistin, talankirin û winda bûn a mirova da hatîne van rojan.

Serspî ên Kurd “dest di zanî kî erd di xwerît” di bêjin. Ber hindê ser vê axê ji Kurda zêde tû kes bi dil kulî a Kurda, axênk û dil sotina Kurda, xem û nalînên Kurda nizanî.

Ser vê axê bi berdewamîya zilmê ra pir kulîlk çilmisî ne, pir kanî û rûbarên zelal şêlû bû ne. Her we pir deşt û mêrge, zevî û beyar, gêr û newal, çol û çolistan bi xwîna ciwana hatî ne avdan. Pir fanûs temirî ne, pir stêr riştî ne. Û hêj naha jî ji bo pêşveçûna gel ê bê êqibal berdewam e. Di bêjim gel ê bê êqibal, bes êqibal keda/karê milê mirovî ye. Kurda wekî jêri me înayî ziman êqibala xwe pêpes kirî ne.

***

Hûn hemû di zanin çil-çil û pênc sal dawîyê da ew rojên naha em dijîn qet dê hatiba xewna me, qet ev rojene hatin hizira me. Rasti tenê ev rojene bi xewnerojka, me anîn nava hizrê xwe.

Ji wê çendê baş tê bîra min salên 1960ê, salên 1970yê da Kurda agirê nevrozê bi veşarti vêtêxistin. Di wan sala da ciwanên Kurda li çîya ê welat bi veşarti agir vêxistin û seba wê jî bi hezaran ciwanan jîyana xwe winda kirin û bi hezaran jî ketin hepisxane a.

Bili qedexe a ser newrozê her we zimanê Kurda, wêje a Kurda, çanda Kurda qedexe bû. Bi rasti hebûn a Kurda ne ta qebûl kirin. Di dîroka herêmêda Kurd tûne bûn. Kurd wekî batirsok ê çîyayî bûn û dema ser berfê diçûn bin pê wan dengê kart kurtê ta, ji wê çendê navê wan Kurd ê çîya bû. Ew mirovên ew deng ji bin pê wan ta, ew Tirkê çîya ê wehşe, Tirkê çîya ê batirsok e. Dawîyêda hebûna Kurda waha tînan ziman.
Em hemû di bêjinîn roja 12 îlon a 1980ê rojek lanet lê kirin e, rojeke reşûtarî ye, roja bû sedema kuştin û winda bûna bi hezaran ciwana ne.
Rast e.

Bi hezar cara ez jî di bêjim ew roj di vê cografyayê da rojeke qirêjû bû û xwezî di jîyana Kurdi da Tirki da ew roj tû ne ba.

Belê tivê em wê roj a reş bi vi şikli jî bînîn pêş çavê xwe, ka bû ye sedema çi?

Ev roja bibû sedema pêngava pêşveçûna têkoşîna Kurda. Ev roje çendî nelet jî bû sala 1984ê ji Kurda ra dîrok nû da nivîsîn. Ji Kurda ra jîyanek nû vebû. Ji nû bi milyonan li xwe hişyarî derketin.
Ji vê çendê di bêjim.

Bînin pêş çavê xwe di nava vê pêşveçûnê ra newrozên sala 1970 yê û sala 1980 yê da çend cûdahî he ye. Di navbeyna salên 1990 ê û 2000 ê û heta îro di pîrozkirina newrozê da çend cûdahî he ye. Bi vê têkoşînê ra Kurd nabêjin xwezîyên rojên diçin, di bêjin xwezîyên rojên tên.
Bili pîrozbahîya newrozê Kurda bawerî bi xwe he ye û baweri bi têkoşîn a xwe he ye.

Ma 12 îlon ne bû sedema pêngav avêtina van rojêjên geş û xweş? Tivê mirov bi vê pêşketin a Kurd ra xwe serfiraz bibînî.

Ji ber hindê ye jî bi têkoşîna Kurda, bi serhildana Kurda da wekî me goti naha bi rexê milyonan, newroz bişahî tê pîroz kirin. Me bawere dê rojek bê ku Kurd bi milyonan bikevin perwerdahîya zimanê xwe û dê bi milyonan xwe bi çanda xweve îfade bikin.

Naha çawa wekî nujdahîyê xwe girêdayî aşitîyê kirî ne, bila wê girêdahîya xwe heta dawîyê dombikin wê demê dê jîyan li wan pir şirîntir bêt. Wê rojê dê û bavên bê êqibal, pîremêr û pîrejinên bê keser, bextîyar bêjin îro em gihiştin van rojên geş û xweş. Pêremêr û pêrejinên Kurda dê birûken, bidilşad, bihizûr jîyana xwe winda bikin.
Bo wan rojan hindik ma.

Bi van goman û nîgaş a dibêjim ser dilê xweş, jîna azad û serkeftî, newroz pîroz be.

Bila ev vêxistina agirê newrozê ji hemû gelan ra aşitîyê, biratîyê, serkaftinê bînî.


JÊRENOT: Nivîsîna xwe ewa bi navê
“DI RONAHÎYA ROJA JİNANDA, JİN JÎYAN E”
min jêfeydedîtin "vıkipedi ozgûr ansîklopedî"yê wergêrtin.

Bu yazı toplam 8783 defa okunmuştur
azadi
 // murat taşkın
jı bo gelle kurdan ra ez dı bejım;roj roja azadiyeye rabın sexwe.spaz ape feqiran...
24 Mart 2009 Salı 12:53
büyük geçmiş olsun
 // XABAT*>?_
SLM NEVROZP
ÜRÜZBE...
21 Mart 2009 Cumartesi 19:58
piroz be
 // asd
roj yameye
azadi redaye
newroz piroz be!!!...
21 Mart 2009 Cumartesi 12:32