Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

ZIMAN Ê KURDÎ (4)

ZIMAN ŞEWQDANA MIROVÎ YE

Zimanê mirovi wekî şewqdana mirovi bînin pêş çavê xwe. Mirovi şewqdan hebe mirov bi xwe jî heye, mirov tûne be şewqdan a mirovî jî tûna be. Şewqdan û wêne a mirovi wek hevin, her du jî bi mirovi re hene. Wekî ziman û mirovi. Wekî dirûv a wêne ê û şeqdanê, mirov dişê bo sî a mirovi jî bêjî. Her we şewqdan a mirov dema avêde dîyarkir ew jî wekî evanin. Ya ji hemûyê girîngtir zimanê mirov jî wekî şeqdan ê, wekî wene ê û wekî sî ê girêdayî mirovî ye. Dema mirov ji navê winda bûn ewên me goti bi mirovire ji navê winda dibûn. Ewên me goti jî dema ji navê winda bûn wê demî mirov jî ji navê winda dibûn. Bingeha hemû ya jî me got ziman e, dema ziman ji navê winda bûn mirov jî ji navê winda dibûn.

Em zivirîn xwe. Kanê ji bo vê doz ê çi ji destê me tê.

Gor gotinên mezin ên Çîn ê.

“Mirov ê zêde pirsa bike ji bo pênç deqîqa dibî evdalok (xeşîm), mirov ê pirsa neke heta mirinê dibî evdalok.”

Bi ronahîya vê gotinê re Kurd jî ji bo nezanîna zimanê xwe pirsa bike dê ji evdaloktîya xwe xilas bibî û dê zûde xwe, zimanê xwe û gel ê xwe bigehînî armanca wî, na heske ji bo nezanîna zimanê xwe pirsê neke dê bibî sedema tûnebûna xwe, ziman ê xwe û gel ê xwe.

Em di zanîn ku pir nivîskar ê Kurd şîrove ên xwe bili rojname a, kovere a, pirtûka de, di malperan de di nivîsin.

Mixabin bi hizar cara mixabin xwendevan şîrove ên xwe bi giranahî zimanê Tirkî tînin ziman. Herê heval no tu şîrove a nivîskari bi kurdî di xwîni bes bi Tirkî binde şîrove ê xwe tînî ziman. Ew çi gotin e.

Tivê em tû çepa li xwe nedîn. Wekî wêne ê, yê pêş çav ku em çendî bûne êxsîr ê oto-asîmilasyon ê. Me çawa dest ji xwe berda ye, dest ji zimanê xwe berda ye, em wekî zaroka mijmijok a oto-asîmilasyon ê ji devê xwe na berdîn. Bi gotinên wan re “ez nivîsînê te dixwînim, bes ez tû jê fahm nakim. An jî herê gelo ew tû çawa dinivîsi? An jî tiştik we nivîse ku ca em fahm bikîn?” hwd dibêjin û pêtir xwe dikin şemo.

***

Heske Kurd jî di vê xwezayêda gelê binecih bin û qedîm bin û gel ê xwedî dîrok bin ew jî xwedî ê zimanekê ne. Wê demê heske navê vi gel ê vê herêmê Kurd bî, navê zimanê wi jî Kurdî ye. Tu gel neşên Kurda ji zimanê Kurdî û ji malbatên Kurda cida bigirin. Wekî me goti her du bihevra ne. Wek ziman û mirovi.

Roja cîhan ava bû û heta îro Kurda di vê herêma Mezopotamyayê de bihebûn a xwera, xwe qahîm gêrtî ne. Bi tepeserkirin û tehdayî ê, kuştin û lêdan ê, talankirin û şelandin ê ji axa xwe ne qetya ne. Kurd di dîroka xwe de hind rasti komkujîyan hatîne belê carek dî wekî nefs û nani hewceyî êk bû ne.

Hûn di zaninin di vê herêmê da peyva "xwarin û nefsê" harî girîng e.
Me hemûya bihîstîye ku tê gotin “nik zaroki tû tişta nexwu, dê nefsa wi bê te.”

An jî “ewa tu dixwuyî parçeyekê bida destê vî/wê zaroki ku ca nefsa wî/wê nehê te” dibêjin. Ji bo nefsê wekî van mînaka bi hezaran minak dî mirov di şê bêjî.

Hemû gel a zimanê xwe heye û bi zimanê xwe texivin û bi zimanê xwe jî jîn a xwe berdewam dikin. Kurd bi xwe jî serfiraz û azad tivê zimanê xwe baxivînîn û binivîsîn. Paşê ji ber qedexebûna zimanê Kurdî dê nefsa zimanê Kurda biçî wan, ewên zimanê Kurdî qedexe kirî û dê qirqirka cihnemê de jî bisojin.

Em nefsê bi gotin û dîtin a wijdanê, merhametê tînîn ziman. Ne gor merhametê dilê wan maye zimanê zikmakîya Kurdîve, ne jî zimanê zikmakî ji zilma gelê herêmê xelas bû ye. Ji wamra, ji bo windabûna zimanê kurdî pir rê hene.

Ez vê dibêjim. Heske di vê xweza ê de ser gel ê herêmek dî hinde leyîz, hinde zordarî û tehdarê, hinde asîmilasyon û oto-asîmilasyon hatiba kirin, pêle ew gel, nahe navê wi gel ê wê herêmê qelya bû. Kanê bêjin di vê xweza ê de hindî cînarê Kurda înadi serê Kurda, cînarê kîşk geli înadîye serê wi. Qabile tiştek wahe qewimti be?

Rasti jî wekî me goti tiştek we hebî jî ew gel ê bindest nahe di dîrokêda beqembi bû. Di vê xwezayêda hindî ku zordarî û tehdarî serê Kurda da borî serê tu gelada neborî ye û tu gel a jî wekî Kurda neşya ye xwe ber vê zordarîyê bigirî. Dîrokbêj seba zilm û zordarîyê, seba asîmilasyon û qetlîama pir gel di dîrokê de winda bûne, dibêjin.

Ez bawer dikim ku hindî Kurd rûperek Kurdî nivîsî û bide weşandin, dê zimanê Kurdî pêngavekê berve biçî û wêje a Kurdî jî dewlemend bî. Hindî zimanê Kurda berve biçî, wêje a wan dewlemend bibî hind jî dê Kurd berve biçin û dê xwedanîyê li xwe bikin.

Rasti payîza 2008ê de, dewle serê TZPKurdî û KURDÎ-DERê, Kurda zimanê xwe yê zikmakî bi zêdehî hêla rojavê de. Hat dîtin ku vê 15 gulana 2009ê, cejna zimanê Kurdî jî carek dî TZPKurdî û KURDÎ-DERê ji bo xwedî derketina zimanê Kurdî ya ji desti hati înade cih. Bes bi vê pêngavera tivê hêj bi zêdehî ji bo zimanê zikmakî têkilahîya Kurda berdewam bike. Tivê Kurd bi milyonan têkil vê rêka pîroz bibin. Tivê Kurd alaya zimanê zikmakî, pêtir rakin û guhdarîya wê bikin. Wê demê dê pêtir serfiraz bin.

Gelê Kurd bila bên meydana bi hevra bêjin êdî bes e, me zimanê xwe tivê. Hîvî a me ewe ku bi zamanê Kurdî wekî hemû zimanê gela bibî zimanê neteweyî.

Piştî rêza hinde hevoka, girîngî a ziman ji mera bîte guhar û xwdî zimanê xwe derkevîn. Çimkî rojname ên Kurdî gor dilê min xwedî zimanê kurda derdikevin û zimanê Kurda jî vejandinre yêkemîn e, seba hindê rojnameyên xwe û zimanê xwe xwedî derkevîn.

Zimanê Kurdî ji Kurda ra nefs e, hewceyî ye, hewcetî ye, pêdivî ye, lazmetî ye, bi kurtasî îhtiyac e. Zimanê Kurdî wekî xwarinê û nefsê bihevra girêdayî ye. Hem olî ye, hem dinyayî e, hem jî beşerî ye. Çawa dema demara mirovide xwîn herikî û mirov jîyana xwe bi wê herikîna xwînêre winda kir, her we dema zimanê mirovi di nava hişên mirovide, nava rih û dîtin a mirovide û nava dil û mêjî ye mirovide winda bû mirov jî winda dibî.

Hemû alîyên herêmê de komele avakirin a zimanê Kurdî re tivê pêgav bê avêtin, ev herî pêwîst e. Tivê Kurd hemû peywira pêşveçûna zimanê Kurdî hildan destê xwe û herdem xwe ji wêre peywirdar bibînin.
Rasti mirov ji bo zimanê Kurdî pir tişt hene ku nivîsî. Ji bo asîmilasyon û oto-asîmilasyonê, ji bo kêmasî û zêdehîyên zimanê Kurdî, ji bo pêşveçûn û paşvemana zimanê Kurdî bi kurtasî ji bo bêxîretîya mirovê Kurd bi nivîsînê re rûper têra nakin.

Ez vê jî nenivîsim neşêm nivîsîna xwe dawî bikim. Belê kedkar û karkerên rojname a azadîya welat bi pir îza û tepeserîyê re carekdî yêk hezîranê dest pê kirin û dane weşandin ê. Ez bi dilekî germ wan pîroz dikim û di bêjim. Azadîya welat bi naverokekê hêj xortir dest bi weşandinê kir û hêvîdarim Kurd vê rojname ê bixînin û bidin xwendin.

Me got em giheştîn dawîya vê nivîsîn a xwe û dawîya vê nivîsînê de jî dibêjin eve bangê xerîban e. An dê bi serê çevya re biçîn qebristana girê xerîba razên, an jî dê bi serê bilind re biçîn nava kulîlkên welatê xwe nînîkê reqisîn. (Mirovê bêxwedî û malwêran re di bêjin xerîp, dema ewi xerîbi jîyana xwe winda kir di ben goristan a girê xerîban, binax dikin.)

şewqdan = yansıma
dirûv = benzerlik
ji navê winda bûn = ortadan kaybolmak
malper = internet sitesi
vejandin = diriltmek
peywir = görev
peywirdar = görevli

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
5 Yorum