Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Ecêba

Ecêba

Herê gelo. Hewce dibe ku mirov bimîne gomana hikometa AKP’ê de, ku rasti gelên Tirkiyeyê pirsgirikên xwe ên rasti welatiyan di îne cih an na? Ecêba hewceye em bersifka vê pirsê de ‘herê di îne cih an jî na nayîne cih’ bibêjîn. Çimkî ji bo vê bersifkê ev bi dehan salan e tev nivîskar, rewşenbîr, zana, mamoste û hwd. entelên vî welati ser kêmasi û zêdehiyên vê hokometê di axivin û di nivîsin.

Tev ev axiftin û nivîsînên heta îroj di aliyê aborî, çand, sîyaseta dijî welat û a hindirê welat, di aliyê mafê mirovan de xeleti û kêmasiyên hati kirin û ên kevti rojevê, evê di danê pêş çavan. Ev aşkera ye.
Ji aliyê mafê mirovan û heta demokrasîya welat de, li pişt qanunên dîktatorîya Kenan Evren de sekinîn û ji bo qanunên ji wê dîktatorîyê xirabtir derêxistin. Demokrasî ji xwe re û bi mînaka baxçê pişta selteneta xwe dîtin. Demokrasî ew e a em dizanin, tu kes ji me çêtir nizane, gotin.
Ji aliyîyê pêşveçûna aborîya welat de û heta çareseriya xîzani û feqirîya welatiyê welat de, tu qirarên netewî ne hildan. Di vê pêvajoyê de, bi sedan re karkeran di qezayan de jîyana xwe winda kirin û ewan jî tenî temaşeyî windabûna jîyana wan kirin. Çendî ji desti hati karker, kedkar, bazirganê biçûk, gundî û hwd. kesîmên dî, hewceyî parîyê nani kirin.

Di aliyîyê çareseriya pirsgirêka kurdan de û heta qebûlkirina tev nasbûna tev gelên Tirkiyeyê de, bûne alîgirê rikê û tev gelên Tirkiyeyê kiş kirin hev. Bi vê sîyaseta xwe a hindir de, kurd rasti gelên dî ên welat de neyar, terorîst û alîgirê cidabûna welat de danîn pêş çavan. Bi henekiyên xwe re, di bin sîvaneyê çareseriya pirsgirêka kurdan de kurd xapandin.

Di aliyê sîyaseta navbenda welatên dinyayê, bi taybet welatên cînaran de û a rasti sîyaseta hindirê welat de, her dem û her deqîqê bû alîgirê hilkulîna şer û kirêtiyên bi serê xwe re rûyê xwe nîşa gelan didan. Aliyekê de jî armanca wan a herî girîng neyariya kurdan dikirin.
Me çi got?

Me got ewan demokrasî û mafê mirovan wekî parwanê xwe hisab dikirin. Gor wan tu heqê tu kesê li ser demokrasîyê çu nîn e, demokrasî tenê pêxwarina nava nanê wan de baloleye. Ê rasti vê zîhnîyetê biaxive, di çerçoveya heqê xwe ê demokratîk de xebat bike ew wekî neyarê demokrasîyê hate lanse kirin û bi tehdariya zilma hêzên dewletê re tepeser kirin.

Mînak di aliyê pir nivîskaran, sîyasetvanan û rewşenbîran re bêqanunîya sîyasetvanên hikometê û a serokomari di hilbijartina 7 hezîranê de hati kirin înandin ziman, belê ewan ‘qanun ez im, dozger û dadger ez im, dewlet ez im, demokrasî a min e’ hwd. gotin. Zilma ser gelan, bi taybet a ser kurdan zêde kirin.

Evê hilbijartina hezîranê a sala 2015’ê de partîyên welat di kîjan şertan de kevtibûn hilbijartina parlementiyê de, bi mînaka niha we bi zindî ê pêş çavên me. Tev sîyasetvanên hikometa AKP’ê, bi taybet serokomari, di alanên mitîngan de Partîya Gelan a Demokratîk wekî terorîst, neyar û xayîn înandin ziman. Tev kirêtiyên nava mêjîyê xwe rêtin ser zimanê xwe û rasti HDP’ê sîyaset kirin û niha jî dikin. Tev bi van kirêtiyên xwe re rasti partîyê êrijên neyar û teşebûsa kuştina dengdarê partîyê kirin.

Bînin pêş çavên xwe. Piştî êrijên avahiyên Edenê û Mersînê, pirdî êrijên kuştinê li ser vê partîyê kirin. A herî girîng êrija wan a mitînga Amedê. Danin pêş çavên xwe. Roja mitîngê bi sedhezaran re welatî diçin alana mitîngê. Bi hezaran re polîs ji bo parêzkirina gelê diçe mitîngê, hatibû peywirdarkirin.

A balkêş jî ev e.

Ew bê Xwedêyê bombeyê diteqîne, bi bombeyên xwe re, xwe dihejîne û navbenda wan bi hezaran polîsan de diçe û bombeyê li alanê cihdike.

Herê gelo. Tev ew gelê beşdari wê mitînga Amed û Enqereyê dibe, di aliyê wan polîsên peywir re ser û kincên wan kontrol dikin. Belê mixabin ew bê Xwedîyê bombeyan bi xwe re diben, di bin tev kontrola şidyayî de çawa bi bombeyan re digehe alanê? Her we, bê Xwedêyê nava Enqereyê di nava hind mirovan de bombeyê ser laşê xwe di teqîn in, ew çawa bêîza di tên alanê. MÎT a tirki ewan bê Xwedêyan danê teqîbatê û ew carek dî digehin armanca xwe.

Aha ev şaşî ye.

Ma nevê mirov pirsekî ji xwe bike û bibêje.

Herê gelo. Ew bê Xwedêyê bombe danî alana Amadê, ewên Enqerê bombe bi xwe re teqandi û bûyî sedema kuştin û birîndariya hind mirovan, çawa çêdibe ku wan kontorola polîsan de derbaz dibin? Di nava wan mirovên beşdarî mitîngê dibin de, heke kêrek pirr biçûk hebe di tê desteserkirin, belê çawa hind bomba nahên dîtin? Ev tê çi wateyê? Ev tê vê wateyê ku di nava MÎT’ê de an jî nava hikometê de alîgirên van terorîstên bê Xwedê heye. Çimkî heke di nava wan de alîgirê van bê Xwedêyan çu neba, ewan dê çawa we sanahi ew bombe teqandiba.
Di aliyê dî de li Pirsûsê 31 ciwanên sosyalîst hatin kuştin û hind jî birêndarên giran in. Ew ciwanên bi mînaka çiqê rihanê narîn û nazdar bi wê teqîna terorê de jîyana xwe windakiri, zarokên me bûn û ronahiya çavên me bûn. Di zanim ku cihê wan cinet e û her dem dê bi mînaka tev dî şehîdan, dê li bîra me bişkivin.

Bînin pêş çavên xwe. Tev ev ciwane li tevahiya welat de ji bo armancekê kom dibin. Dema ko dê bibên, ji bo alîyê Kobanê rasti, çapemeniyê armanca xwe diînin ziman û tev Tirkiye û hikomet dizene ku nêzî 300 ciwanan dê bimeşin rêka Kobenê. Belê mixabin nêzî 300 ciwan dema di tên Pirsûsê di aliyê qowetekê de di tên sekinandin û nahêlin ev ciwane bigehin miraza xwe. Ev 300 ciwanên sosyalîstj jî li Pirsûsê ji bo armanca xwe dê bicivîn. Sed caran mixabin ne ji bo hatina van nêzî 300 ciwanan ne jî ji bo civîna wan, hêzên hikometê ew neparêsti bû û gor gotina tu polîs jî çarrexên wan çu nebûn.

Herê gelo; bi mînaka teqîna bombeyên mitînga Amedê û Enqereyê, di vê kombûna van ciwanên sosyalîst de, çi berpirsîya hikometê heye? Heke 10 mirov ji bo pirsgirêkek xwe heqê xwe ê demokratîk biîne cih û dakeve kolana, bi sedan re polîs rexên wan digirin. Dema tu bêji ku ev çi polîsin, ji te re dê bêjin ‘em wan parêzin.’ Di bin berçavka parêzkirinê de jî bi tomayan, asota dijwar û jopan re rahêlin wan. Belê nêzî 300 ciwanê sosyalîst diçin herêmek aloze, belê ji bo parêstina wan tu xîret nahê kêşan.

Di van/vê bûyera(ê)n de, divê çend ‘ECÊBA’ bikevin nava hiş û hizirên mirovi. Dizanim ku ev ecêbaye pir in. Belê, di be ku yek ji van ecêban tilîya hikometê û a DAIŞ’ê di hev de ye? Di be ku hêzek tarî ê nava hikometê de, dem bi dem ji bo hilkulîna şerê DAIŞ’ê biêxe nava Tirkiyeyê de heye.

Wekî me goti pir ecêba hene û nêzîk e ku bersifka van ecêbeyan derkeve holê.
Niha jî hikometa AKP’ê ji bo rika hindirê xwe de a rasti kurdan vereşînê ortê bi bahaneyên xendekan re qetlîamê ser kurdan dikin. Çapemeniya rexgirê hikometê, çendî evê qetlîamê wekî tiştê pîrozwer, xwedî derkevtina welat bi îne ziman, em kurdên di bin vê bombebarana hikometê de ecêba dê kêjan deqîqeyê jîyana xwe windabikîn di wê gomanê de nin.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10