Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Ez zarokım yek-du-deh û panzdeh sali

Ez zarokım yek-du-deh û panzdeh sali

Ez zarokek yek, du, deh, panzdeh sali, di herêma Kurdistana Tirkiyeyê de dijîm. An ku ez di kîjan saliya xwe de dijîm bila bijîm belê ez zarokim. Lewre ji min re we dibêjin. An ku ez jî direwîn ê hindikanim.

Bi kurtasi malbata min û cînarên min “tu zarokê me î, tu ronahiya çavên me î, tu sedema jîyana me î” dibêjin. Bi nazdari û hezkirin re li min xwedî derkevin. Bi hevokên wan ên wahe nazdar û şirîn re ez jî bi tev zarokên cîhanê re xwe wek hev dibînim. Çimkî “navbenda zarokan de tu cidahi çu nîn e, zarok zarok e” dibêjin. Ê dewlemendan jî zarok e, ê dagirkeran jî zarok e, ê xîzanan jî zarok e û ez jî zarokim.

A rasti ez jî bi vê xwedî derketina wan re pir kêfxweşim. Lewre kincê ez li xwe dikim paqijin, serê min di tê şuştin, zikê min têrdikin û qedirek pir girîng ji min re digirin. A rasti armanca min jî ev e. Kincên min li min bikin, xwarin û vexwarina min bidin min û tev dî kêmasiyên min biînin cih, ji min re bes e.

Hêvî û daxwaziyên zarokên tev cîhanê wek hevin, a min jî wekî ya wan. Rasti ez jî nizanim, we dibêjin. We dibêjin belê cudahiyek navbenda jîyana min û zarokên cîhanê de heye. Zarokên cîhanê jîyanê dimêjin nava dilk û hinavên xwe, jîyanê dijîn, belê ez tu ji jîyanê re fêhmnakim. Heke jîyana zarokan wahe be ez nizanim ez sedem çi hatim vê dinyayê.
Di bînim ku vê dawiyê di herêma ez tê de dijîm de, bi şev û roj dengê gulebarana guhê min kerr dike. Ev dengê sar û tezî min tirsîne, pîskolojîya min tevlihev dike. We ecêb, sahm û tirsok di tê guhên min. Ji sedema tirsê xwe pişt bav û dayika xwe veşêrim û bi dengê lerizî re “ev çi deng in” dibêjimê.

Bi vê pirsa min re malbata min (dê û bavê min) ji bo vî dengê top û tifengan ji min re “nazdarê/a min ne tirse, ew mezinên bajarine ji xwe re leyîzin, henekiyan dikin” dibêjin. Hindik jî ku ca ez netirsim ji min re “ew guregura ewran e an jî ew dengê birûsîyê ye” digotin min.
Belê, bi tev axiftinên bi hev re dikin de min fêhmdikir ku bajari de şerê pirr giran heye. Lewre bi top û tifengan, bombeya û fîşekan re wekî barîna berfê dibarê ser bajarê me. Bi barîna berfê re sirr û seqem dikevte nava bajar û ew sirr û seqem jî dibû sedema nesaxiyan. Çendî di vê sirr û seqemê de nesaxi hebe jî, caran çaresriya nesaxiyê çêdibû, mirovan jîyana xwe bi kul û kuvanî be jî berdewamdikir.

Belê bi barîna bombe û fîşekan re zarok, jin, pîre(jin)mêran li kolanan jîyana xwe windadikir. Mirovên herêmê bi serma û seqemê re sirêdibir, belê mirovên li kolanan jîyana xwe windadikir li ber wê sirr û seqemê sirênedibirin. Bi rojan re dimînin kolanê nava wê sirr seqemê de. Belê ew necemidîn, lewre ewan jîyana xwe winda kiri bû.
Bajarê ez tê de, bi tirsok û pîskolojîyek tevlihev de dijîm û min guhdariya mirovên ji xwe mezintir dikir. Gor gotinên wan, pir mirovên bajari di vî şerê pûç û qirêj de hemî xalên bajari de jîyana xwe winda dikin.

Gor a ez dibihim û dibînim nêçîrvanê hêzên dagirkeran armancê li mirovan digirin û dikujin. Nêçîrvanên wan tu cidahiyê nadin navbenda welatiyan de, jin jî be, ciwan jî be, zarok jî be û pêre(jin)mêr jî be dikujin. Çimkî gor wan em welatiyê herêmê tev terorîstin. Çimkî ê disîyasetê de herî seri ji wan re ev fermane daye. Gore sîyasetçiyê herî seri ji zarokê kurdan bigire heta ê sedsalî hemî terorîstin û alîgirê terorîstan in, gotiye. Çawa nêçîrvanê neyarê heywana kîjan heywanê bikeve ber stêrka wi dilêxe û dikuje, nêçîrvanê hêzên dagirkeran jî bi wi terzi kurdan dikuje.

Tev hevokên bûyî sedema van bûyeran, min ji mezinan bihîsti bû û di guhê min de bibûn guhar. Rasti jî min caran bawerdikir, caran jî bawernedikir. Belê di van rojên ez tê de dijîm de ji ber dengê top û tifangan min zaroktiya xwe jibîr kir û ez bûm sefyane. Êkere nikmin û pêş çavên min zarok, jin, pîre(jin)mêr dikevtin ber stêrka wan û biteqînê re jîyana xwe windadikirin. Evê jî pîskolojîya min tevlihev dikir.

Gor a ez ji mezinên xwe dibihim. Çapemenîya tirki a netewî a alîgirê zaliman, dema ji hêza dagirkeran êk jîyana xwe winda bike, bi rojan re aqil û mêjîyê mirovan dişelîn in an ku beqem dikin. Dilsotin û rondikên dê û bavê wan diêxin rojevê. Belê bi dehan re welatiyê herêmê di vî şerê qirêj de jîyana xwe winda dike û li kolana dimînin bê xwedî. Ji wan re kerr û lal in.

Rasti van mirinan çapemenîya netewî a alîgirê şerê qirêj ji pênûsa xwe re xwînê diherikîn in û ji devê xwe de xilîzê dibarîn in. Kuştina mirovên herêmê ji wan re pîrozwer e.

Gor wijdan û exlaqi, divê tu mirov jîyana xwe winda nekin. Belê ew ji mirîyê xwe re nerazîbûna xwe diînin ziman, mixabin ji bo mirîyê kurdan re jî kêfxweşiyê dibînin.

Banga min ji tev mirov û mirovahiyê re ye. Heke hewe aqil, mêjî û wijdan hebe. Werin tev hizir û hişên xwe adebikin. Dawiya adekirina hizir û hişên hewe dibe ku hindik hizir û hişên hewe ên alîgirê mafê mirovan pîçek germahiyê biêxe aqil, mêjî û wijdana hewe.

Bi bijartina aqilê xwe re dibe ku hûn vî şerê qirêj sekinîn in û bibin sedema aştiyê. Vê bizanin ku xwîn mirovan têr nake û dibe sedema windabûna jîyanê, belê aşti dibe berdewamiya jîyanê. Çi tişt be bila ew be. Berdewamiya jîyanê tiştik pîrozwer e.

Min goti bû. Ez zarokim, navbenda yek-du-deh û panzdeh saliyê de dijîm. Min hindik kêmasi û tengaviyên xwe ji we re got. Heke hûn ji min bawer nakin ji bo yek rojê werin bajarê min. Yek rojê li bajêrê bijîn in, carê hûn dê bişên bijîn? Heke hûn dê guhdariya çapemeniya netewî a direwîn bikin, tenê ji bo yek rojê werin bibîn in û qirara xwe bidin. Wê demê hûn dê pirr sanahî hiş û hizirên xwe jî adebikin.

Ez jî daxuyanîya akademîsyena re xwedî derkevim û ji windabûna jîyana welatiyên welat de xwedî berpirsî nîn im.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10