Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Sirêdibirim

Sirêdibirim

Sirêdibirim. Ax sir û sermaya vî welatî mirov hişk dike. Çi ecêb e, çi nakokî ye Xwedêyo; ji sirê disojim, ji germê jî disojim.

Payizê, bi hemû dilzîziya xwe li ber derê malê çok vedaye, bi çarmêrkî rûniştiye û bi sê dengan gazî zivistanê dike, zivistanê heta navtenga bejn û bala çiya û baniyan xwe nîşanî me daye.

Û ez sirêdibirim. Çi ecêb e, havînê ji zivistanê pirtir sirêdibirim. Hema bêje min qet û qet têra dilê xwe germ nabe.

Hema her xweziya xwe bi germê tînim, ku carekê ji xêra Xwedê re têra dilê xwe min germ biba!... Ax, ji bo çi hin sirêdibirim, ji bo çi min hin sar e, ji bo çi ev taya sar qet ji rehên laşê min dernaçe?

Ji bo çi sirêdibirim!?

Te dî jûjî gava bikeve avê serê xwe ji nav sriyên xwe tîne derê, eynî ez jî wisa dixwazim xwe di nav striyên xwe de veşêrim û her dera xwe bi cilên xwe binixêvim.

Çimkî, çi dera tazî be sirêdibirim.

Serî, çav, guh, dest, tilî, kepî, lêv, dev, rû û her dera min…sirêdibire, dibêjî qey xwîn di rehên min de tune ye, wisa her dem min sar e.  

Gelo mirov, ji ber ku bi tenê ye sirêdibire an jî gava ku bi tenêbûna xwe dihese sirêdibire!?

Gelo mirov, gava xweziyên di hişê xwe de nejî û wan pêpes dike sirêdibire an jî ji ber ku pê hest dike ku biyaniyê wê derê ye û kes wî fêm nake sirêdibire?!

Gelo sirêbirin tenê xasî mirovê nebextewar e, an jî ev tayên sermayê carina li her mirovî radibin?      

Gelo heke mirov bi her awayî bextewar, azad û bi dilê xwe be, sar be jî mirov sirênabire?!

Gelo, qey gava hişê mirovî di labîrentên bêçaretiyê de digevize, an jî dilê mirovî li ber nemimkûniyan diperpite, mirov gir girr sirêdibire!?

Gelo ma mimkûn e mirovek ew qas sirêbibire!?

Qey ji ber ku gava însan nikare ya nava dilê xwe bide derê û nikaribe derdê xwe ji çu kesê re bibêje, mirov wisa ta ta sirêdibire, an nexwe mirov bêsedem jî, hema bi kêmxwîniyê jî sirêdibire!?

Gelo, ma rast e, mirovê xerîb tim sirêdibire, mirovê bindest tim sirêdibire, mirovê feqîr tim sirêdibire, mirovê dûr û deraz û hesretkêş tim sirêdibire, mirovê çavlirê û dilbikeser tim sirêdibire!...

Ez nizanim, dibe ku bersiva van pirsan tune be, jixwe xema min nîn e jî, tenê ez hest pê dikim ku ez tiv tiv sirêdibirim; havîn, zivistan, bihar, payiz qet û qet ferq nake, her demsalê, hem bi germê hem bi sermê ez sirêdibirim û wisa sirêdibirim ku carina heta digihêjim agirî jî min germ nabe.

Na na, ji bilî tîna agirî çi tişt min germ nake; ne tîna kalorîfer û xaza suriştî, ne jî klîma û ufoyan… Qet û qet, heta tîna agirê dara kezwanê nebe, çu tişt serma min neşikêne.

Ji ber hindê berê min bi agirî ve ye, bi agiran ve ye; hembêzek agirîn, dilek agirîn, çi zanim, belkî jî evînek agirîn…

Ez hê jî sirêdibirim!...  

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
11 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi