Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Kurdistana 2011ê…

Kurdistana 2011ê…

Li gorî salnameya Mayayê 31ê Kanûna 2011ê dê dawiya dinyayê bê, astrolog gelek girîngiyê bi vê dîrokê didin û tê şîrovekirin ku sala 1012ê dê li dinyayê guhartinên gelek mezin çêbin, hetta, tê îdiakirin ku xelkê asîmanan dê bi Ofoyan bên û têkiliyê bi vê cîhanê re çêkin...

Helbet sînorên texmîn û hizrên mirovan nayên pîvan, aşkere ye, mirovahî, ji roja destpêka serhatiya xwe ve her tim li pey nûbûn û nûdîtinan bûye, kelecana “afirandin û pêkanînê” ji bo nifşê mirovan tim li pêşiya her tiştî bûye.

Ango, berê ‘mirovahiyê’ tim pêş e, rêveçûn her dem ber bi pêşvetir ve diçe û armanc jî her pêkanîna nûtira nûtirê ye.

Bi vê perspektîfê gava em li “rewşa Kurdistanê” binêrin û doza kurdan a “hebûnê” binirxînin, em ê salekê berî bidawîhatina demsala Mayayê dîmeneke gelekî têkel û cuda bibînin.

Sala 2011ê li ser rûyê erdê, xelkek bi navê kurd heye... Dibêjin nifûsa vî gelî li dora 40 milyonan e, 25ê wê li ser xeta Bakur, li nav sînorê Cumhuriyeta Tirkiyeyê dijîn.

Dibêjin û gelek tiştî jî lê zêde dikin, berî bidawîhatina salnameya Mayayê, kurd, hê jî, sêwiyên Rojhilata Navîn in.

Hez kin werin em bi hev re ji bo sala 2011ê ya kurdan hin “pêşniyan” li vê derê bi hev re parve bikin.

Dibêjin, hatina biharê ji zivistanê xuya ye; li gorî vê, aşkere ye ku îsal, kurdên me yên bakur, dê li gorî “kontunkturê” ji bo bidestxistina hin “mafên xwe yên kultûrî û kolektîf” bizavê bikin.

Heta hilbijartina 12 Hezîranê, dê bi awayekî tund nîqaşa “duzimanî” û “xweseriyê” geştir û berfirehtir bête meşandin.

Kurdên başûr dê hewl bidin têkiliyên xwe yên dîplomatîk û aborî bi dewletên derdorê re firehtir bikin.

Kurdên Sûriye û Îranê jî îsal dê pirtir di rojeva cîhanê de derkevin pêş.

Nîşanên vê yekê xuya dibin. Amerîka “nasê kurdan” ji bo Sefîrê Enqereyê tayîn kir, ev nîşana wê ye, ku DYA dixwaze, demên pêş, polîtîkaya xwe ya ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn de, kurdên Tirkiyeyê pirtir paxavê pê bike.

Tirkiye, di polîtîkaya navxweyî de, heta hilbijartinê dê “li ser şerê dengeyan” bi rê ve biçe; bi Makezagona piştî hilbijartinê ku biryar e bête çêkirin, dê rengê rastîn ê siyaseta hikûmet û dewletê ya bo kurdan xuya bike.    

Welhasil, wisa xuya ye, heta OFO ji galaksiya Endrumenayê neyên û piştgiriya “Projeyên Xweserî û Duzimanî” ya me kurdan nekin, welê diyar e, “TEK”ên  hikûmet û dewletê ya li ser TIRSAN şax vedane, dê berdewam bin.

 Ma hûn çi dibêjin, em li benda OFOyan bin, xeman nexwin serê 2012ê tên ha: ))

Bi hêviyên xweş…

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi