İrfan Sarı

İrfan Sarı

Esmer Çû Li Ser Dilovaniya Xwe

Esmer Çû Li Ser Dilovaniya Xwe

Di sala 2008’an de li bajarê Stenbolê di maleke germ de du mêvan peyda bûn. Li bin bêhna tûtin û li ber sîbera (siya) daristanê Esmer, li ber qala roja Tîrmehê  jî ez bûbûme  mêvanê  ew bajarê li bin behra mezin û li bin dîroka şaristaniya  li ser piya.

Tîrêjên germê, xwe leşê me dida û sîpelên xwe li ser eniya me da li berjor  diket.

Bajareke mezin e Stenbol. Heft girên wî yê taybet rengekî balkeş dide. Esmanî wî û behra wî şîn û şîn e, wek çavên zeriyeke rûberf û çavşîn mêze mirov dike. Û gazî û hawar dikeve li nav dilê mirov. Wek evîna gav ket.

Em li wî bajarê Konsantîn di maleke Kurdistanî de bûne mêvan. Hay û bala me ji yekudin nîne. Malbat salên şer di welatî de har bûbû wî demê ji ber karê xwe koç bûbûn li Stenbolê. Di riha wan de welat û welatî hebû û pê bêhna wan jiyana xwe ya paşerojê bibîr dianîn.

Birastî, gava mêze li nav çavên mirov dikirin kêfa wan di dilê mirov de dibû bihar.

Ew qas ken û ew qas mirovanî nêzî mirov dibûn, di cergê (cîger) mirov de xerîbî nedima. Pêla xerîbiyî  hatibiya bîra mirov ew malbat dibû sedema xemrevîniya mirov.

Wekî çîrokeke welatên dûr tê bîra min. Çawa  ku di çîrokan de mirov dikeve  li nav tengahiya û bêçare dimîne wê demê mîna hespê boz di devera mirov de tê ahaaa wisa! Dihat alikariya mirov ew malbat.

Em di gel Esmerê de du biyanî bûn û hema du navçeyên li ber paşiyên yekudin bûn. Lê mixabin me yekudu bajarê Konstantîn nas kir. Xerîbî nasbûn kêmeke heyecanê zêde dike kêmeke elektrîkeke pozîtîf dide mirov. Bîra mirov naçe. Dimîne li nav mêjî de.

Min pirsyara wî kir. Ev kî ye..

Yên li malê ji min re gotin; Ev Esmer e. Ji me re gotin rûne, nasyara  me ye. Hinek nexweş e.

Çi ye nexweşiya wê?

Pençeşêr e(şêrpence)…

Ayyy mixabin! Sed heyf !

Bajarên me bajarên tuneyiyê ne. Mamoste tune ne, dibistan tune ne. Êş, elem, derd û keder zehf in, lê derman nîne, dixtor nîne. Rê ji bo şere qirêj hatiye ew jî kend û kol in. Gava mirov derket riyê li gel vesayitê kî berên li ser gulçiskan gel rek û teka dikevin. Aliyekî ber û aliyekî delhezê kûr hene.

Bêçare ne, gava çare peyda bû wê gavê li beriya çareyê astengî şîn dibe wek giyayê jehr.
Wî bajêr zilm û zorî dîtiye. Wî bajêr xwîn û xwîndarî dîtiye. Naçar maye. Ji bo pélek dermanî deşt û çol derbas bûne gihiştine li ser lêvên (qerax) behran…

Li nav çiyayên asî de carna ji bo xatirê dê û baban (bav)  an ji bo xatirên evîndara xwe an ji bo xatirê axa xwe dûr dimîne û dûr asîmanî maye gel. Lê dûr mirovaniyê nemaye…

Ji ber vî çendê Esmer bona êşa li nav hundirê xwe rabûbû û gelek bajar, gund û navçe hêla bûn dû xwe û gihîştibû derê lêva behra Marmarayê… Ku derman bikeve nava hundirê wî.
Ez jî ji dû bêçaretiyeke zortir hatibûm Konstantîniyê.Ji ber ku lawê apê min di hundirê zindana de bû.

Du êşên me hebûn.

Her du êşên me bêderman bûn.

Riya me û ya wê malbatê li ser yek hatibû… Em paydarên kederê bûn. Kedera kûr û bêbext.

Bi wê encamê vegeriyana me di çend rojan de pekhat. Ez vegeriyam welêt. Ew ma li derê behra Marmarayê…

Sal çû… berf ket, bihar hat, havîn derbas bû, payîzeke dereng bi telefonê re xeberek gihîşt min. Got: Esmer çû  li ser dilovaniya xwe.

Birîna wê kûr bû!

Li gel wê birînê nekaribû şer bike.

Ew kedera kemer taziyek xiste li nav dilê min. Cerg û dilê min qerînên xwe birin asiyan.
Em du rewing (rêwî) bûn li gel Esmerê. Em hatin bajarekî hindî dinyayekê û mezin. Li ber lêva (qerax) behra Marmarayê. Bajarê Kon-stan-tîn…

Birîna me xwîn e, dilopan dike…

Esmer çû lê ez hêj mame… Bitirse ! Bêçaretî ez ê te bifetisînim bi hebûna xwe…
Biaramî razê Esmer, mirin tiştek nîne eger mayîna mirov bêdengî bibe…

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
12 Yorum
İrfan Sarı Arşivi