Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Keprokan çêkin ji şaxêt beranan

Keprokan çêkin ji şaxêt beranan

Ez ê di vê nivîsê de li dû bayê zozanan biçim û li dev gerên şîn, li rex coya avên kanî û ber keviyên befrê deynim û keprokekê ji xwe re çêkim.

Ji bo tu bişêy keprekê çêkî, ji te re çend dar û ber, çend tevş û telaş hebin bes e, lê ev keproka me dê ji şaxên beranan bit, keke na, çênabe. An şaxên beranan an jî bimîne ber gijlok û baranan.

Îja em bên ser esasê pirsa xwe.

Têt zanîn heçî em kurd in, em civateke berbelav in û hindî çand û şêwazê jiyana me pir bi çilq û ta jê çûne û berbelave bûye.

Em kêm xwe dinasin heta em ev nifşê nû, gelek kêmtir xwe nas dikin. Yêd berê, bi awayekî zanayî nebe jî, bi awayekî xweristî civak û dab û teqalîdên wê heta astekê nas dikir. Lê em ji wê jî bêpar in.

Niha ez radibin, her tiştî ji nû ve nas dikin. Ji nû ve şîrove dikin û dixwazin xwe têbigihînin ka çi çi ye.

Kepir, cure avahiyên herî kevnar ên mirovan bûne. Piştî mirov, li ser rûyê erdê belav bûne, berî xanîyan ewilê kepir çêkirine û tê de hêwirîne. Em dizanin ka kepirk çi ye lê kepirka/keproka ji şaxên beranan li me dibe pirseke ecêb?

Gelo çawa ji şaxên beranan keprok tên çêkirin?

Erê, di efsaneyên de hatiye ku ji şax û diranên filan, ji parsûyên hêştiran keprok bêne çêkirin, lê şaxên beranan?

Ma şaxên van beranan çend mezin bûne? An nexwe ew şax, tenê wek sembola êlê, li ber keprokê ra kîp dikirin û xurtanîyan xwe pê nîşa didan?

Mirov dişêt çend pirsên hosa bike û bixwaze meseleyê zelal bike.

Beran, di hemû têgihîştin, mîtolojî, efsane û bîreweriyan de sembola serkêşiyê ye. Beran, serkêşî û zîrektiyê tîne ser ziman. Ew keproka şaxêt beranan berve kiribe, têt wê maneyê ku xwedanê wê yekî pêşhatî ye, giregir e.

Da biçîne zozanan dilo yemana Xwedê
Keprokan çêken ho yeman ho yeman
Ji şaxêt beranan dilo yemana Xwedê
Qifla ser memikan ho yeman ho yeman
Veken bi didanan dilo yemana Xwedê   

Wekî di benda stranê de jî hatî, stranbêjê me yê dilterr û xwîngerm dixwaze li ber keproka xwe şaxên beranan daçikilîne û belkî jî dixwaze bibêje; li keprokê em tovê beranan bireşînin piştî me qufil bi didanan vekir.. Yanî xuya ye, daxwaza zarokê kurîn dike da ku hukmê wî li darê dinyayê bigerîne.

Welhasil, miletên wekî me ku bo pawanê nivîsê gîro bûne û dereng mane, her tiştê xwe li paşstûya strana reben bar kirine û hemû şifre û kodên jiyana me ya arkeîk div an gotinên pişt stranan de, miraz û meqsedên wan ên veşarî û nixaftî de çal kiriye.

Ji bo em ji wê çalê qurtek ava heyatê bihilînin divêt em jî kêmî kêm qasî wan zîrek û desthel bin.

De ka em bi benda dî ya stranê xatira xwe bixwazin:

Da biçîne kêrîyan dilo yemana Xwedê
Keprokan çêken ho yeman ho yeman
Ji şaxêt nêrîyan dilo yemana Xwedê
Qifla ser memikan ho yeman ho yeman
Veken bi tilîyan dilo yemana Xwedê 

Heta nivîseke dîtir
Dilxweş bin hê çêtir

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi