Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Xebatên bo zarokan

Xebatên bo zarokan

Gotinek pêşiyên xwecihên Amerîkayê, şermesoran heye, ew dibêjin, “Me ev dinya ji zarok û neviyên xwe bi emanetî wergirt…” Li hemû cîhanê, hemû gel milet, xiyal û xewnên siberoja xwe li ser zorakan, nifşên nû ava dikin. Piranî dewletên pêşkeftî, ji sê pişkan pişkekê zêdetir budçeya welatê xwe, ji bo karûbarê perwerde û gihandina zorakn terxan dikin.

Îja ligel vê, kar û xebata bo zarokan di tevahiya jiyana welatan de li pileya herî pêş e û ji bernameyên TV, Radyo, Medyaya Civakî bigire heta yarîgeh û krêşan, baxçeyên zarokan her tişt ji bo hindê ye ku nifşekî baştir, zanatir, bixwebawertir bigihêje û vê dinyaya me bike warekî xweştir û şêntir…

ic-1-128.jpg

Di ser satalîteyên bi dehan kanalên TV yên xwemalî zarokan hene. Ligel vê, bi hezaran pirtûk û materyalên dîtbarî, dengbarî, rengbarî, xêzbarî û hwd mehane bo zarokan têne weşandin û di bin çavdêriya pisporên perwerdeyê, zanayên derûniya zarokan; Pedagogan de ev kar têne birêvebirin.

Pirsa me ev e, di vê qiyameta aşê perwerde û fêrkirina zarokan de, kurd û kurdî li kî derê ye?

Çend kanalên TV ên kurdan bo zarokan hene? Çend dam û dezgeh, krêş, weşanxane bo zarokan materyalan amade dikin û wan bi kurdî pêşkêş dikin; Bi vê re, yên têne kirin, çendî bi kalîte ne, li gorî ziman û derûniya zarokan in, bala wan dikêşe?

Ev pirs hemû hilawîstî ne û hêja ye, her kurdek li ser bifikire û pê re jî para xwe tê de hilîne, ka ew dikare çi bike û di kî dera vê de, kevirekî deyne ser dîwarî û vî barî hilgire?

Min divê, di vî warî de behsa xebateke pirî pir hêja bikim: Weşanxaneya HÎVA. Ev weşanxane li Amedê ye, pirtûkên zarokan diweşîne; karê xwe gelekî baş dike. Pirtûk di warê reng û resmandinê de gelekî baş in, çîrokên wan bijarte ne û bi çavdêriya pedagogan têne amadekirin.

Heta niha çendîn pirtûkên hêja ji vê weşanxaneyê derketine. Ez naxwazim, gotinê dirêj bikim, kerem bikin bergê çend ji wan pirtûkan bi we re parve dikim…

Hûn dikarin bi kurdî xewn û xiyalên zarokên xwe ava bikin. De kerem kin: Mîro, Kundê Dager, Xezal û Qertel û hwd li hêviya we ne…

Bi kurdî bixwînin û bi kurdî bidin xwendin; ji bîr nekin, dar bi teratî diçeme…

ic-2-072.jpg

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Omer Dilsoz Arşivi