Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Werger û ‘aqilê robotîk’

Werger û ‘aqilê robotîk’

Wek tê zanîn, hindî diçe di warê teknîk û zanista teknolojiyê de pêşketin çêdibin. Heta ev pêşketin bi lez û bezeke wisa çêdibin êdî mirov vêra nagihêje.

Nexasim jîrahiya çêkirî ya robotik; ku ez ê wek “aqilê robotîk” bi nav bikim, her roja paştir bipêşvetir diçe û hema bêje di gelek qad û warên jiyanê de êdî şûna mirovan digire.

Teknolojî her çendî hêsankariyê di jiyana mirov de bîne pê jî heman wext wekî her vedîtin û îcadê bi xwe re alozî û gelşeyan jî tîne û gava li rexekî hêsanîyê tîne jiyana mirovan, li rexê dîtir ve jî dibe ser û sebeba nanê şîva hin kesan û ji ber karvedanên wê, hinek pîşe û huner jî betave dibin û namînin.

Îjar bême ser babeta xwe; karûbarên wergerê û ‘aqilê robotîk’

Pêşbînî tê kirin ku bi pêşketina “aqilê robotîk” re êdî dê meydan ji mirovan re nemîne û hindî diçe jiyana mirovan; pîşe û hunerên wan dê biguherin û êdî hema bêje bi tu karê zend û bendan ranabin.

Her ji niha ve gelek bernameyên wergeran hene. Hinek ji wan wexta ji zimanekî bo zimanê dîtir werdigerînin hema bêje ji sedî heftê-heştê li hev diguncînin. Ew sedî sî û bîsta mayî jî dimîne ser milên edîtoran.

Wek tê zanîn, “aqilê robotîk” bi niçilandina kodan dişuxile û bi bernameyên pêşketî heke ligel mecaz û biwêj, îdyom û xwebêjan tev li pergal û hişdanka wê bêne çandin û kod bên dariştin êdî pir bi hêsanî dikarin ji her zimanî bo her zimanî weger bi awayekî otomatîk bêne kirin.

Bi pêşketina “aqilê robotik” êdî pêdivî bi pîşe û karê “wergêrîyê” zêde namîne, lewa jî bi hêsanî her kes êdî dikare li mala xwe, bi bernameyên bi jîrahiya çêkirî ya aqilê robotik dikarin van kar û baran bi encam bide.

Ji ber hindê jî divê em bînin bîra xwe, tenê dê nikaribin tiştekî ji destê mirovan werbigirin, ku ew jî afrîneriya hiş û aqilî ya kesane ye. Ji ber hindê ligel kartêkirineke bi çend hêlî jî dîsa afirandina di dinyaya xeyal û hizran de her dê ji mirovan re bimîne.

Tê gotin; ji bilî xeyalkirinê “aqilê robotik” dê bikaribe her reftara mirovan lasayî bike û bîne cih. Lê ew ê nikaribin xwe bigihînin hiş û zêhna me ya xwemalî.. her çi bimîne ji me re dê di vê kewarê de bimîne.

Ji ber hindê paxavê bi afrîndetiya xwe bikin û hindî ji we tê, wê geş û xurt bikin.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Omer Dilsoz Arşivi