Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Wa Kobanî; her tu zanî, tu destan î!

Wa Kobanî; her tu zanî, tu destan î!

Tam 134 rojan ji çar aliyan ve agir bi ser de barî. Hema bêje qul nema ku li ber fîşek û guleyan nebû bêjing. Xanî tev kavil bûn, bêhna mirinê ket ser her bihosta wê. 134 rojan şevreşk û vampîrên xwînxwar, reşreşeyên xwînmij bi xwînê verişiyan ser û lêdan, lêdan, lêdan; hingaftin, hingaftin hingaftin…tam 134 rojan bê west û rawestan…

Lê Kobanî sond xwaribû ew ê wek kelha Dimdim li ber top û hawanên van reşreşkên şevê serî neçemîne û stûyê xwe li ber vê dinyaya ker û kor û lal xwar neke û serî netewand. Kobanî neket, nakeve û dê nekeve jî; Kobanî tenê dê bi tîpên zêrîn bikeve dîroka kurd û Kurdistanê…

Spasî û malavayî ji her kurdekê re ku bi şev û roj bi Kobanî rabûn û bi Kobanê nivistin. Bi her hingaftina wê re, dilê wan qipiya û careke din çû cih. Ne hêsan e, 134 rojan şerekî giran ragirt û îro rûpeleke nû li dîroka Kurdistanê xemiland.

Kobanî neşikest û dê tu carî jî neşkê.

Îro Kobanî hate standin. DAÎŞ jê hate ramalîn; destên gerîla, pêşmerge, piştgir, saziyên sîvîl ku raya giştî hişyar û gelê kurd ê xenxwer sax be, spasî ji dost û hevalbendên kurdan re ku kurd di vê cengê de bi serê xwe nehiştin…

Îro, dê bajarek ji bin kavil û wêrankariyê de ji nû ve bête avakirin; esas, şerê germ nû dest pê dike. Yek, di qada cîhanî de em çawa dê vê destkeftina xwe çawa bînin ser maseyê? Du: Kî dê ji nû ve bajarê Kobanê ava bike… Ez bim, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare aliyê darayî û fînasî bigire ser milê xwe, karsaz û avahîsazên Bakurî jî dikarin aliyê avakirinê pêk bînin. Hêsan e, li Dîclekentê navê sîte (komemal) û jîngehan deynin Kobanî û Şengal, a esas, roja helkeftinê biçin Kobanê û xaniyan lêkin, bajêr ji nû ve ava bikin…

Ev mêvanên vî bajarî ku li Bakur in, çi plan bo wan hene?

Ger vegerin ser gundên xwe dê çawa û bi çi bijîn û kî dê wan biparêze?

Gelek pirsên dîtir hene…

Ez dibêm, divê hûr birêsin kûr raçînin û tiştekî wisa bête pêkanîn ku xwîna van ciwanên ku di ber vê axê dane, li erdê nemîne.

Erê, rast e, îro dilê me kurdan geş bû, serê me li tevahiya dinyayê bi vê destana bêhempa bilind bû lê şerê giran hêj neqediyaye.

Divê em kurd hêjayî vê berdêla giran bin û hêjayî wê, tevbigerin, hêjayî wê, siyasetê bikin.

Ez serkeftina Kobanê jidil pîroz dikim û dibêjim: Bijî Kurd û Kurdistan!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Omer Dilsoz Arşivi