Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Vê carê dora kê ye?

Vê carê dora kê ye?

Pirsa dawîn ez dixwazin destpêkê bikim; “Ma heke îro PKK biqede dê pirsa kurdî bi rastî jî çareser bibe?

Wekî tê zanîn, her roj pêleke nû ya girtinê li dar e, roj nabore ku birrek kurd neyêne girtin. Gelo diviya em van girtinan çawa bixwînin?

Bi aqlê dewletê mebesta nepenî ya li pişt van operasyonên bi keftûberkî çi ye?

Berî her tiştî xuya ye, tê xwestin îqlimeke tirsê pêk bînin ku êdî her kes –her kurdê bi awayekî bêhna kurdîniyê jê hatiye- her kêlî bi pirs û tirsa “gelo vê carê dora kê ye?” bijî û çav li derî be ka dê kengî dor bête ser wî/wê/wan.

Ez bawer dikim, niha gelek ji me bi vê tirs û pirsê dijîn!

Wer reng e, dewletê dil heye hemû rêxistinên kurdan ên legal bi awayekî piştqulfe bike û sazî û dezgeh bêne valakirin, da ku çi bizav jê neyên.

Bi heman dem jî dixwaze derbeyeke leşkerî li çekdarên PKKê bide da ku ne li “deştê” ne jî li “çiyê” tevgera kurd bikaribe çi bazarê bi dewletê re bike û pê re daxwazên xwe/projeya xwe pê bide pesartin.

Dewlet, dixwaze têgihîştineke wisa di serê raya giştî ya kurd û tirk bixe, ku -nî dilekî ve, heke PKK berteraf bû dê xweber pirsa kurdî çareser bibe.

Lê rastî ne welê ye,

Êdî kerr û kor jî her kes pir baş dizane, heta ku pirsa PKKê çareser neke, pirsa kurdî jî pir zor û zehmet çareser bibe.

PKK, rêxistineke welê ye ku di nav xelkê kurd de reh û rîşalên xwe berdane, bûye rêxistineke girseyî û xwe bi xelkê daye qebûlkirin.

Têkiliya xelkê kurd û vê rêxistinê ji nêrîna ku dewlet dinêre û dixwaze bibîne, gelekî bi wêdetir û kûrtir e.

Îro her kesê bavêjin zindanan jî, qufle li derîyên hemû dam û dezgehan bête dayîn jî, li deşt û çiyê çi cihê bizavê ji PKKê re neyê hiştin jî, dîsa felsefeya azadîxwaz ku PKKê li mejiyê civaka kurd çandiye û rehên xwe berdane, zû bi zû nayê tunekirin.

Heta mesela doza kurdî, bi awayekî rasteqîne neyê çareserkirin, heta hemû maf û heqên vî gelî neyêne dayîn û Kurdistan nebe warê jiyaneke azad a kurdînî, ev kul dê her tim biare, ev girar dê her tim bikele û ev doz dê her tim berdewam bike.

Çimkî aşkere ye,

PKK ne sebeb e, ji encama neheqiyên li gelên kurd peyda bûye.

Ji ber vê, dewlet bi xwe piştî ku kela xwe rêt û hemû rê û dirb ceribandin, dê bi PKKê re rûne, dê guhê xwe bide Abdullah Ocalanî û dê bo çareserkirina vê êşê xwe bide ber barî.

Çimkî ew mantalîteya ji bo qewmînên berî 85 salan ên Dersîmê daxwaza “lêborînê” kir heta bi îro re rûber nebe dê ev lêborîn “bêmane” bimîne.   

Çimkî heke berî 85 salan vî aqilê dewletê bikariya “ya îro bikira” dê niha ne PKK hebûya ne jî li dora 50 hezar kes di vê oxirê de bihatana kuştin.

Yanî, li şûna ku 85 salên dîtir rawestin û li bendê bin 150 hezar kesên dîtir gorî vê axê bêne kirin, çêtir e, demek beriya dema dîtir, ev agir bête vemirandin.

Yanî,

PKK biqede jî heta doza milletê kurd neyê çareserkirin dê gelek PKKyên nû derkevin û ev agir venamire.

Tenê riyek heye: Vê carê dora lêkrûniştin û pêaxaftinê ye, bi jargona nû, dora diyalog û muzakereyan e.

Hêj dor negihîştî we dengê xwe bikin: BES E ÊDÎ!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi