Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Tetwan; befir-behir û kurdî

Tetwan; befir-behir û kurdî

Ber êvara 16ê mehê ez gihîştim Tetwanê.

Bayekî honik, ewrên rûtirş ên ku bi bayê ji dilê çiya dadiket û bi ser behrê li hev vedigeriya, tenê bi darêtina çend rondikan karîn li hev bikin.

Perrên gola Wanê- bi qewlê xelkê herêmê Behra Wanê- ku li milê rastê belekiyên  befira li ser û sertarên Çiyayê Nemrûdê, Kurê Rehwanî, li milê berjêrtir Sîpanê Xelatê û milê çepê rêzeçiyayên Bedlîsê, bi hev re ahengeke bêhempa dianî pê û gul û gulçikên sêvan ku li ber malên Tetwaniyan weke belekiyên befirê keskahiya daran û şînahiya golê temam dikir, hezar hezar hêvî di dilê mirovî de diçandin û serheda Kurdistanê vê gulana bi ba û baran, bi gul û gulvedan, di cumbûş û govenda keskahî û şînahiyê de bayê azadiyê li dilê mirovî diçand.

hhh.jpg

Spêdeya 17ê mehê, di nav lez û bez û keftûlefta panela ku dê ber êvarê bête amadekirin de, ez, Hemze û kekê Serwed li nav kolanên bajêr bûn.

Taveke şirîn dê piştî demekê bi ewrên rûtirş û baranî re dest bi şerê serdestiya gulanê bikira.

Bala min kişand ku kolanên Tetwanê, mişt bû ji qaqên fêkiyên hişkkirî yên xwemalî; Û fêkiya devera ya demsalê ku weke “mûza kurdan” tê  nasîn, bi qewlê Tetwaniyan ribês, bi qewlê Culemêrgiyan rêvas ku weke terrikê biharê tê zanîn û bûye çavkaniya debara bi sedan Kurdistaniyan, destik bi destik li ser dezgehan berçav dibû.

Min û kekê Serwed li ber perrê gola Wanê, li bin şerê ewr û tîrojên tavê û hûnebayê ku ji paxila çiya bi çep û rastî bi ser me de dihat, rêvasên xwe xwarin.

Tama ribêsan a tirşole bi rastî jî bêhempa bû.         

Û saet li dora 16.30ê bi hatina panelîstê sêyem kekê Evdila Demirbaş û amadebûna parlamenter Husametîn Zenderlioglu panela me dest pê kir: Bi dengê dengbêj Firad guhê xwe me bi kurdiya serhedê ya zîz nerm kirin û bi axaftinên li ser kul û derdên kurmancî û bi giştî Kurdî, panel bi dayina sertîfîkayên kursiyerên Kurdî-Derê bi dawî hat.

Ha, nebêjim nabe, ku “Berbiska Zer” jî di kitêbxaneyên çend kurdîhezên Tetwanî de cî girt.

18ê mehê saet li dora 9.30ê bi ser behrê bi ferîbotê min û “Berbiska Zer” berê xwe da bajarê lerizînan, bûka Serhedê, Tûşbaya Urartuyan, di ber bejn û bal, xeml û rewşa bêhempa ya Sîpan û rêzeçiyayên çep û rastê golê, bi rêwîtiya temendî 4-5 saetan em gihîştin bêndergeha Wanê.

Tava tûj a ku bi bayê çiyê û ewrên tirş re şer dikir, rûyê min qemirandibû û êşa şewata tavê a rastîn ez qet bêzar nekirim, berevajî, belkî cara yekê ye ku sotinek dilê min xweş dike.

Tetwan, befir û behir

Gul û gulan

Xweşî û bihar di heman demê de

Bûkeke nûgiha ya kurdewar ku siberojê hêlîna hêviyên welatekî azad di dergûşa xwe de dihewîne.

Tetwan, bi hemû rengên xwe rengê bihara kurdî dida…     

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
1 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi