Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Siyaseta ‘ÇEP lêde rAST vegere’

Siyaseta ‘ÇEP lêde rAST vegere’

Li Tirkiyeyê qoşxana siyasetê bilq û bilq dikele. Di vê qoşxaneyê de, pirsa kurd, pirsa serpêçê/turbanê bi nav hev de dikelije.   

Li Amedê, doza siyasetmedarên kurd ku wek Doza KCKê tê binavkirin, berdewam e; giregirên dewletê ji bo nermijandina kela kurdan, vê carê ‘ihale’ dane Serokomar Abdullah Gul... Kengî pêngavek bête avêtin, fîtika destpêkê bi daxuyaniyeke Gul ji raya giştî re tê ragihandin.

Gul, di serdana xwe ya li Mêrdîn û Batmanê de (Ez nabêjim Êlih ew nav rast nîne) behsa “wekhevî, biratî, rûmetdariyê” kir û Dede Korkut û Ehmedê Xanî li ser heman sifirê anîn niha hev û Çep lêxist û Rast vegeriya.

Jixwe karekterê siyaseta hezar salî ya giregir û tilmezinên şûnmayîyên Dewleta Alî Osman tin ev bûye; Çep lêdixin û Rast vedigerin...

Ji bo mebesta min baştir bête fêmkirin, ez tenê mînakekê bidim: Baş li gotin û zimanê Serokwezîr Tayyip Erdogan binêrin, kengî baxive, jargona ÇEPgir heta carina jargona SosyaLîst û Koministan bi kar tîne, yanî uslûba wî “ÇEP” e, lê pratîk RastGIR e, militarîst e heta di hin meseleyan de, carina portreya Sultanekî Osmanî tîne ber çavan...

Her weha Çepgirên dewletparêz jî tam berevajî vê tabloyê ne; ango ew jî vê carê Rast lê dixin, Çep vedigerin. Belkî jî hewldana Serokê CHPê Kemal Kılıçdaroglu ya ji bo mijara TURBANê mirov dikare di vî warî de bi ber çav bêxe...

Ji bo 31ê Cotmehê du sê roj man. Muslum Gunduz, dîsa derket ber ekranan. Doza KCKê, operasyona bertîl û fihûşê, hengameya resepsiyona 29ê mehê, Civîna Desteya Ewlekariya Milî (MGK), serdana Nêçîrvan Barzanî ya Enqereyê û bi dehan tiştên dîtir...

Qoşxana siyasetê belkî ji gelek caran germtir e û wekî gotineke klîşe “pêvajoya krîtîk û girîng” serî li vî welatî digerîne.

A rast, min vê nivîsa xwe de, nedixwest van mijaran bihingêvim û hem serê xwe hem jî yê we biêşînim, lê gotineke pêşiyên me kurdan, “guvguv ji pêvedanê nexweştir e” bi tal û tirşî bi ber guhê min dikeve û gava tê bîra min, em giş di hemane gemiyekê de ber bi deryayeke agirîn ve pal dibin, min dixwest hema qenebe aveke sar bi ser peyvên xwe bireşînim û li meydana peyvê du hêviyan biçînim.

Qewî bawer nekim jî, dibêjim belkî hêj jî gotin û diyalog ji rik û hêrsê, ji kuştin û agirî bihêztir be!...

...

Nexwe dilê min dixwest, van rojên hûnik ên payizê, di vê gotara xwe de behsa zebeşên Amedê, hinarên Hewlêrê an jî gûzên geliyên Colemêrgê kiriba...

...

Welhasil, van rojan berî ku di meydana siyasetê de Çep lêxin û Rast vegerin, hêviya min ew e ku di govendê de Çep lêxin û Rast vegerin û avek bi vî agirî werbe...

Bi hêviyên xweş...  

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi