Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Sibê heta êvarî ROJAVA

Sibê heta êvarî ROJAVA

Van rojan, siyaseta welatî weke ehlê Terîta Şûşebendî rabûye tapanê; hawar e sed hawar, dûkêl radibe ber banê felekê.

Carina wisa xwê dikeve nav rûnê qijilandî û qijqij bi exlewînka/rûnbişka siyasetê dikeve.  

Piştî ku bi hatina Amedê ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan navê “Kurdistanê” bilêv kir û heman demê li dijî Cemaetê şûrê xwe kişand, hemû hesabên siyasî, serobin bûn.

We reng e, ku hevseng diguherîn û aktorên vê satrancê jî diguherîn.

Ez nakevim nav berfirehî û dirêjiya kawdanan û tiştên ku ev demek e agir bi kaya siyasetê xistiye, dubare nakim.

Ez ê tenê bala we bikêşim ser Rojava ku heman demê, li Rojava rêveberiya demkî hate ragihand û bi awayekî hîmê Kurdistana Rojava hate avêtin.

Rojava ji bo hemû kurdan girîng e, lê bi taybetî ji bo kurdên Bakur û a ji hemûyê girîngtir jî bo PKKê. Çimkî, PKK di têkoşîna xwe ye 35 salan de cara yekê ye, derfetê birêvebirina tevekî ya herêmekê bi dest dixe.

Ango, piştî Kurdistana PDK-YNK ya Başûr, li Rojava Kurdistana PKKê ava dibe.

Ev pêşketin, bivê nevê dê xewa gelek aliyan birevîne. Di serî de, hevseng serobin bûn. Êdî di nav hesap û kitêbên hemû aktorên siyaseta Kurdistanê de, bivê nevê Rojava jî heye; hem jî Rojavayeke ku Kurdistanek lê ava dibe.

PKK dê bixwaze li vir bingehê xwe qewî bike, PDK dê bixwaze vê derê bikêşe aliyê xwe ve; îja ligel vê kêşmekêşê hêzên navneteweyî, Tirkiye, Îran û blokên siyaseta reel, her kes dê ji aliyê xwe ve bixwaze destekî wan di nav vê girarê de hebe û têkvedanê –bi awayekî- li ser vî parçeyî bike.

Wek hemû zayîn û nûvedanan ev nûvedana Rojava jî gelekî girîng e, her weha wisa jî biêş û jan e; ez dibêm, dê gelek bikele ev girar.

Heta vê gavê ji bilî Îran û Rusyayê, çi hêzekê rêveberiya Rojava nas nekiriye, lê ez dibêjim ku li gorî pêşketinên konjukturel ev dê zelal bibe.

Diviya xebat bête kirin, di desthilata Sûriyeya nû de, bi taybetî di makeqanûna wan de, ev muxtariyeta Kurdistana PKKê bête naskirin.

Divêt hemû kiyanên siyasî yên Kurdistanê ji bo vê armancê bêne terxankirin û seferkirin.

PDK û biloka wê ya siyasî, çênabe di vê meseleyê de li rika xwe siwar be. Di pirsên neteweyî de siyaseta RIKgirtinê nabe, divê alîyên kurd, hebûna hevdu, qebûl bikin.

Xeletiyên hemû aliyan jî, divê kurd di nava xwe de çareser bikin; Giliya birayê xwe li derûcîranan nekin…        

Divê Rojava ji dest neçe; nexwe ne tenê PYD-PKK winda dike, ew windahiya me hemûyan e.

Kurdino, piçekî dî dilê xwe, deriyê xwe, sînga xwe ji hev re vekin…

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Omer Dilsoz Arşivi