Silêman Feqiyanî

Silêman Feqiyanî

Rewneqa Aştîyê

Rewneqa Aştîyê

Hûn di zanin ji hevalîyê re mirov gor bîr û bawerîyên xwe, hiş û ramanên xwe dişê pir tişta bînî ziman. An ku hevalîyên xerap henin, hevalîyên girîng henin, hevalîyên rojemîn henin, hevalîyên sist û yên bidem û hrw, her di çî mirovi bivê dê bi peyvan zêde bike.

Mezinên Tirka di bêjin.

“Hevalê xwe ji minre bêje ku ez ji fêhlmêrîya te re hişên xwe bînim ziman.”

Ev hevok a mezinên Tirki têkilahîyên hevalîyê herî girîng tînî pêş çav.
Heske mirov ji hevalên diz, hîz, direwîn, bêxasîyet, bêexlaq re hevalîyê bike, ew mirov jî wekî wan e. Heske mirov ji hevalên xasmêr, durist, pişt gotina xwe sekinîbe, fêlmêr re têkilahîya bike ew jî dê we be. Tû mirovê fêhlmêr hevalîya mirovê bêxasîyet nake û tû mirovê bêxasîyet jî hevalîya mirovê fêhlmêr nake.

Rojekî ji rôjên biharê, meha adarê du hevalên xwe wekî biraya nêzûk êk dibînin rûniştîne ji xwere taxivin. Û ew jî nizanin kanê ev axaftina wan bi sefyane an jî aqilyane ye belê carek dî bihevra taxivin.

Êê. Meha adarê di herêmê de gor mehên zivistanê pêtir germe, hindirê ax û av û darubara kel bû ye û ewê kelatîya wê mehê wekî babelîskê ketîye hindirê wan du hevalan jî.

Ji van du hevalan re ewê navê wi Miskîn, çav birîyên wi wekî pirca serê wi reş, xîzan û gor xîzanîya xwe bejna wi dirêj e. Gor bejnê jî rûyê wi gerovir, serê wi biçûk bes pora/pirça wi wekî ya keçan dirêj, rih û simbêlên wi nû çêdibin û wekî pora wi reşin.

Ewê navê wi Mizgîn jî gor hevale xwe qelew, bejna wi kurt, serê mezin bi çavên reş, bi rih û simbêlên reş û por a reş re xemlandi, mismit wekî berikê keçîçapê we şidyayî tê çav.

Du hevala li qahwexanekê kursî kêşane bin xwe û dom axaftinê dikin.
Miskîn:

- Kuro heval Mizgîn ez ji tiştekê re di mînim şaş.

Mizgîn:

- Bêje bira, çi qewimî ye?

- Heval no, mehtisena ji wire ku ewê balefir bi giranahîya wê re hewa de di be. Gelo bi wê giranahîyê çima na kevî?

Mizgîn wekî mirovê pir zanayî:

- Xwelî bi serê te. Heval no ma ew jî hinêrî ye? Hinêrî ji wire ye ewê hind kurîşk êxisti enîşka borîya sobe.

Her du bi hevra kenîne, piştî zêde kenîyê re Miskîn:

- Mizgîn henekîya danê berûka xwe de ku tu carek dî dê hewceyî wan bi. Rasti ewên bi dengê gelên Tirkiyeyê re hatî û ji me re rêberîyê dikin. Ew wekî baqorî* yên sêvê xwe ji tiami tînin pêş çav.

Mizgîn bi şaşî re:

- Êê…

Miskîn micit:

- Her yêk di rojekê de hêk a zêr dike.

Mizgîn di şaşitîya xwe re pêngavek paşve ne havêt:

- Çawa?

Miskîn her we ji xwe baweri re:

- Heval no, tû nabînî. Yêk derdikevî rojekê di bêjî “yê hesneke bila derkevî” ek jî dibêji “tîr û kivan û jûr û metalên xwe re, xortiyê dergehê Ixdirê dikin” di bêjî.

- Heval no ewê tu di bêji “yê hesneke bila derkeve” te axaftina wi hemû neyîna ziman. Ewi “yêk ala, yêk welat, yêk ziman, yêk gel û ewê hes ji wanre neke bila derkevî” gotibû.

- Rast e. Dawîyê de jî goti bû “pirsgirêka Kurda pirsgirêka min e.”

- Ji qencîya bazirganîyên Tirkiyeyê re jî gotibû !…

Miskîn nehêla Mizgîn axaftina xwe dom bike û axaftina wi qutkir:

- Herê herê “heçîyê ji partîya wi re jî bêjî AKP ew şerefsize” goti bû.

- Rasti ji gotina “zarok jî bî, jin jî bî, pîr û kal jî bî lêdin nehêlin çavên xwe vekin” re dê çi bêji.

- Mînakên wekî vane bi înadina zimanre winda nabin. Bes di welat de meclîsek hebî û di wê meclîsê de partî hebin û serokwezîrê wê dewletê hevrikîyê ji partîyêkê re bike. Ew tê çi wate ê?

- Bi mînaka malbatekê re bîne ziman. Di malbatekê de zarok, jin û mêr, pîr û kal hebin. Malxê melê jî ji kurikê xwe, an jî keça xwe, an jî hevsera xwe re ne axivî aha tê wê wate ê. Fêhlkên zarokî ye.

Miskîn:
-Eve ne ji wanin ewên “yarabî min nîyete ez çar rikat nimêj bikim du rikat ji gel re, du rikat ji Xwedê re allahûekber” dibêjin.
Mizgîn:

- Bawerim evene fahm nakin berê derzîk ê têkin rahnê xwe û paşê jî şûjin ê têkin rahnê gelê xwe. Heske mirov bizanî qedrê afiyetê dê wê demê bizanî jî vê rêberîyêre dawîya geli di gehît kîrê.

Dawîya vê hikometê, dawîya karker û xwebatkerê vî welati, dawîya aştîya Kurd û Tirka wekî pirça pîr a mirovxwer tevlihev bû ye.

Di vî welati de ji bo aştî û pêşveçûna welat, tîrojên rewneq bide re hewceyî serokên bê çîraçep henin. Heske mînî pivya van rêbera dê bêjîn “ker a nemire bihar e, heta şîn bî kîvar e.”

Kifşe ev rêberene yê mesilhetê nînin, evene rexgirê şer in. Heske evan rêberan şiyaba berê dê keçelê xwe palose kiriba, paşê jî ji girûyê gel re çareserî paydakiriba.

*baqor (baqork): piştî werandina kulîlkên sêvê, cihê xwe dide sêvê an ku (baqor/k) a sêvê. (Sêv a dê nû çê bî)

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
3 Yorum
Silêman Feqiyanî Arşivi

Ecêba

28 Aralık 2015 Pazartesi 13:16

Xwîn

07 Aralık 2015 Pazartesi 14:10