Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Psîkolojiya A-sîmetrîK

Psîkolojiya A-sîmetrîK

Generalekî behsa "Şerê Psîkolojîk ê Asîmertîk" kir, di kurmanciya bav û kalan de li şûna vê dihate gotin, “Keysa xwe lê anî”, an jî “Lîfa xwe lê anî” yanî, di her fersendekê de serê derziyê gihande cihekî û ew cih kul kir.

Carina kulkirin ji qulkirinê zortir e. Kul hêdî hêdî tê derizandin û bi tevgereke asîmetrîk li gorî keyf û lîfê derb li kulê tê xistin û her ku diçe ew derz fireh dibe, heta dibe quleke mezin. 

Asîmetrîk dijberê sîmetriyê ye; di ferhengê de, ji bo liv û bizavên jieyarketî tê gotin. Her weha di termonolojiya leşkerî de ji bo hêza newekhev a propaganda û çekan a aliyên şer tê gotin. Mebes jê; heke aliyek bi tivengê aliyek bi jet û helîkopterê şer bike, wê demê ev şerekî asîmetrîk e û aliyê xwedan jet û helîkopter neheqiyê li yê dîtir dike.

Vêca niha bêjin kî li hemberî kê şerê fiîlî û yê psîkolojîk ê asîmetrîk dike?

Ji bo vê jî pêşiyên me gotiye, “Ji ya dizan ve her kes diz e” yanî, aliyê ku hem şerê psîkolojîk ê asîmetrîk (li çapemeniya tirkan binêrin) û hem jî şerê fiîlî yê asîmetrîk li hemberî gelekî bi kar tîne, kî ye, vêca hûn bi xwe bibersivînin!...

Malûm e, îktîdar di surişta xwe de wekî koremarî ye, çu şirîk û hevkaran qebûl nake.

Ji ber hindê jî şûrê îktîdar û serdestiyê li ser patika jar û lawazan tê husîn û bi xwîna wan gewre dibe.

Lê generalê dewletê çima wisa got?

Ji vê pênasa "şerê asîmetrîk ê psîkolojîk" mebesta wî çi ye?

Malûm e, rojev dikele, belgeyek li hewa difire.

Li gorî vê belgeyê plana artêşê ew e ku partiya îktîdar û cemaeta li pişt "bêtesîr" bike.

Lê ev plan di rojnameyekê de hate aşkerakirin û artêş û hikûmet hatin ber hev.

Di civîna MGKê ya "sîmetrîk" de aliyan kurmên xwe şikandin û bi çend rêzikan encamnameyek hate diyarkirin.

Gelo niha dê çi be?

Albayê berşik ê ku dihate gotin di bin belgeyê de îmzeya wî heye, hate girtin.

Hikûmetê pê li dûvê artêşê kir û gava ew di civîna MGK"ê ya "sîmetrîk" de wan gavek avêt û albay pişqufle kir.

Gelo qey otorîteya sivîl hêzê digire destê xwe?

Gelo Tirkiye ber bi welatê polîsan ve diçe?

Gelo di vê hengameyê de kurd li kî dera vê ne?

Gelo nebe ev "şerê asîmetrîk ê psîkolojîk" giş ji bo "serxurandin û bindirandina" me kurdan hatibe kirin û em di vê hengamê de tumikê ber dafikê bin?

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
6 Yorum
  • karxezal.. / 01 Temmuz 2009 Çarşamba 13:25

    heval ömer tu xer hate ye malbata yova xebere..hıvıdarım tu u irfan sarı de zor cuvan bıne roja colemerge...ronahıya me tu u irfan sarı ne...

    Yanıtla (0) (0)
  • FEQIYANÎ / 01 Temmuz 2009 Çarşamba 15:15

    Ew pênûsa te ewa jahri jê dibarît ji pir mirova re dê bibî aqil. Ev nivîsîna te ewa şûjin a çavê neyari de bila bibî tesediq ji wan re. Karkerîya te ji bo dewlemendîya wêje a Kurdî tê zanîn, hêvîdarîn ku ewên di nava otoasîmilasyonê de dê te ji xwe re bikin mînak. Tu bi xêr û xweşîyê de hati, silav û rêz.

    Yanıtla (0) (0)
  • irfan sari / 01 Temmuz 2009 Çarşamba 19:20

    jiyana Türkiyida HIN PEYV İCAT DİBİN edi mirov pıra na gehe. yek derkeve ser fermandarişya xwe peyva dane hole yek derkeve ser politikaya xwe yên din ji ser bê xwe vi devleti rê dibin. ango simetrik, asimetrik her aliya dê diden.
    lê tiştek heye "mar rast diçe kêna xwe" ev rasitiye.
    desti ki berika kideya dê aşkera be...

    tu hati xort hati dilide u emrite sed hezar salbin...

    Yanıtla (0) (0)
  • JÎYANPEREST / 01 Temmuz 2009 Çarşamba 20:39

    Bi xér hati hevalé omer....
    Ez baverim, tu bı fikr û hestén xwe vé bi bî minak ji civanén gevera rengin ra...
    Slav û hürmet...

    Yanıtla (0) (0)
  • marunisi / 13 Temmuz 2009 Pazartesi 11:37

    hevalê dılsoz jbu nivisêd te ez gelek bı keyf xweşım. inşallah jıbuna dê gehiştina ezmanê me dê şulek baş inine hole
    selam hurmet jbu te bırayê eziz.

    Yanıtla (0) (0)
  • serhat özek / 30 Temmuz 2009 Perşembe 19:17

    slm hevali ömer ezji te tebrik dikem u di bijim tubı ğir hati serçava hati

    Yanıtla (0) (0)
Omer Dilsoz Arşivi