Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Pêvajo û qewlikên ‘ş’aştiyê

Pêvajo û qewlikên ‘ş’aştiyê

Pêvajo li ser pelên avê ye, ha çû ha çû û noqî avê bû.

Li vî welatî çîroka ‘ş’aştiyê wek çîroka Çiyayê Qafê ye: Li gorî çîrokê; qewmek li pişt vî çiyayî heye, her roj bi zimanê xwe çiyê dialîsin heta êvar bi ser de tê, çiya kêmek dimîne, dibêjin, ca em îro binivin em ê sibê bidomînin, sibê radibin çiya eynî wekî berê, çîrok dîsa tê serî (…)

Li welatê me derewa herî mezin ‘biratî’ ye, tiştekî wisa tune ye, çu carê jî nebûye. Belkî jî ya bo me jî, ya bo tirkan jî lazim ne biratiya bi darê zorê be, belkî hiqûqek dî ji me re lazim be; li vî welatî çend tirk hene, bila bîstûçar saetan bibin kurd, çend kurd hene bila bîstûçar saetan bibin tirk wê demê hem em hem jî ew dê gelek çêtir têbigihêjin ka pêdivî bi çi heye.

Di serî de min divê ez vê bêjim: Tu kîjan senaryoyê birêsî jî, dawiya dawîn mirov –civak hewceyî hevdu ne, nexasin eger ev civak gelekî ketibin nav hev, ev pêdivî hêj elzemtir e. Welew em kurd –ku wek şîrê dayikê li me helal e- rabin Kurdistaneke serbixwe jî ava bikin, dawiyê em ê her bi civakên dîtir danûstandinan çêkin, em ê her têkil bibin û em ê her pêkve bijîn; çi cîran çi di welatekî de bi heq û hiqûqeke nû.

Ez pêvajoyê weha dixwînim: Tirkan çima mase wergerand?

Bi kurt û kurmancî, wan dît ku doza kurdî êdî bi ‘qalibên ‘ş’aştiya ew behs dikin hil nayê’, ew pê hesiyan, ‘kurd êdî mezin difikirin û dikarin wek xwe hebin’, tirk ji vê pir tirisyan; dizanin ger pêkhatinek bi wan re çêbe jî, werîs dê dawiya dawîn bikeve destê kurdan; çimkî fikreke kurdan bo civakê heye û nabin dûvajoyên wan…

Kurd çi dikin?

(Vê tabloyê hûn dikarin berfirehtir bikin, ev serenav in)

Ev 30 sal in li BAKUR saet çawa digere:
tit tik tikkkkkkkkkk; teqqqq ŞEMZÎNAN û DIHÊ hejiya...
hozan stranekê dirêsin: EGÎD... mêrxasek siwarê tîrêjên rojê dadikeve meydanê...
tik tik tik....peyvek nû li BOTAN li ser zar û ziman digere: BERXWEDAN JIYAN E; An KURDISTAN an NEMAN!...
tik tik tik...
Peyvek nû AŞTÎ...;
(,) bêhna xweliya gundên kavil bajêr fetisandin...
tik tik tik...
bêdengî....
tik tik tik...
O-RE-MAR-ê bilind e; bi çûkên hesinî hatin ser darbestan çûn...
navber (,) dîsa AŞTÎ û destebirakê wê DEMOKRASÎ sergovendên nû ne... Xwişkatiya gelan berkendal e...
tik tik tik...
dîsa OREMARê BILIND E, vê carê pala wê li KOBANÊ ye, ROJAVA û AŞTÎ û Alanê kezebşewitî...
tik tik tik...
Botan botan e, şerê me ser te giran e;
tik tik tik...
Gever, Farqîn, Gimgim, Kobanî...
dîsa OREMAR bilind e...
tik tik tik... li Bakur, saet li Cizîra Botan Oremarê lêdide... Li Oremarê Kobaniyê nîşan dide; li Geverê kevirê desê ciwanên taze ye, di riyên koçberiyê de Alan e....
...tik tik.... KURDIS...tik...

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Omer Dilsoz Arşivi