Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Newrozê çi mesaj da?

Newrozê çi mesaj da?

Newroza îsal a Amedê, heke ji ya salên borî bi coş û rengîntir nebe her ji wan kêmtir nebû. Di spêdeya biharê de kurdên dilê wan bo tîna azadiyê dijene, di roja hatiye diyarkirin de, ango ne 21ê Adarê lê 18ê Adarê ‘Meydana Newrozê’ ya Amedê heta guhan tijî kir.

Îsal, ligel hemû pêla şerê psîkolojîk û çavtirsandin û rêgiriya asayîşa dewletê jî, kurdên ku bawerî bi “azadiyê” anîn, çi paxav bi van bergiriyan nekirin û weke lêsereke boş herikîn meydana newrozê. 

Helbet psîkolojiya beşdarên îsal cudatir bû. Xelkê ji bo Newrozê  xeml û keşxa xwe kirî û sibê ligel berbangê ji mala xwe derketî “her tişt”, heta “senaryoya herî xirab jî” dabû ber çavên xwe.

Wisa bawer kiribû ku “diviya ew vê rojê biçe wê meydanê û Newroza xwe pîroz bike!”  

Wer reng e ku dewletê bi çavberdana Newrozê dixwest rajen û nebza “girseya kurd a çalakger” seh bike û binêre ku biryardariya wan şikestiye an na.

Ji aliyê dîtir ve, dixwest bi rêgiriyê “Newroza ku bi dehan salan e ku weke deskeftiyekê bi berdêla xwîna bi sedan şehîdên Kurdistanê hatiye bidestxistin” dîsa bîne ber bazarê û ji bal xwe ve, bi ser navê “tekûzkirina otorîteya tam a dewletê” binêre heke kurd jê sist bûn û di Newrozê de biryardariya wan şikest, pîrozbahiyê bi kirasekî fermî di 21ê Mehê de asê bike û bixe bin kontrola xwe, paşî sal paşde jî, bi temamî dest deyne ser.

omerdilsoz.jpgWelê kifş e ku vê gavê ev “plangeriya dewletê” bi ser neket.

Aliyê kurd ji vê Newrozê bi moral û zindîtir dê derkeve pêş û bo “bihara kurdî” ya çavlê ye biqewime, gaveke xurt biavêje ber bi pêşvetir.  

Duhî, em hemû li wê derê bûn.

Ferqa duhî Newroza Amedê ya 18ê Adarê, ji ya salên borî ew bû ku kesên li wir bi psîkolojiyeke wisa hatibûn ku her gav ji bo her tiştî amade bin.

Ji her çîn û rengê civakê li Newrozê amade bûn.

Mesajên siyasî û nasnameyî gelekî zelal bûn.

Ji her carê pirtir behsa “Kurd û Kurdistanê” hate kirin û ev hêmayên neteweyî pirtir derketin pêş.

Hewa pir xweş bû, taveke şirîn dibişirî û heta şanikên xwe mirovî hest dikir ku “îro bihar e.”

Newroz weke moral ji aliyê Kurd ve bi 1-0 dest pê kir, lê çi heyf û mixabin xeberêb diltezîn ên ji Stenbolê weke kulekê kete ser dilê her kesî.

Qurbaniyê vê carê rêveberekî BDPa Stenbolê bû. Xwedê rehma xwe lêke û sebrê bide malbatê, serê gelê kurd sax be!

Bi hêviya ku ev pêla Newrozê bêyî ku xwîn ji difna çi kesî bê bi silametî bigihêje encamê û bo Kurdan bibe destpêka rojên geş û bihareke ber bi azadiyê…

Newroza we ji dil û can pîroz be!

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
2 Yorum
Omer Dilsoz Arşivi